Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin
Kurdistan

Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

Li bajarên Serhedê, bi armanca protestokirina komploya navneteweyî meşên bi ronahiyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama "komplo hatiye têkbirin" hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li bajarên Serhedê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo bi meş û çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

WAN

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya salvegera 27’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ku li hemberî Rêber Apo hatibû pêkanîn, li Rêya Armûşê meşek lidar xist û daxuyaniyek da. Girse li ber Gunpaş AVM’ê kom bû û heta Nexweşxaneya Taybet ya Lokman Hekîm bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” meşiya. Di meşê de girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmarliyê re” berz kirin. Parlementer, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li meşê bûn.

 

 

Piştî meşê li ber nexweşxaneyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê TÛHAY-DER’ê Osman Başak metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku bibiryariya Rêber Apo ya ji bo çareseriyê, ev komploya tarî ya li hember azadiya gel, têk bir. Osman Başak anî ziman ku gelê Kurd û hevalbendên wî ji bo pûçkirina vê komployê bedelên giran dane û got: “Bi çalakiyên wekî ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi mîlyonan kesan ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan çembera agir çêkirine û li meydan û zindanan li ber xwe dane û nehiştine ku komplo bi ser bikeve.Siyaseta îmha û înkarê ya ku komploya 15’ê Sibatê hedef girt, îro bi îradeya aştiyê ya Birêz Ocalan tê têkbirin. Parastina vê îradeya dîrokî, rawestana li dijî hişmendiya komploger û avakirina pêşerojek azad berpirsiyariya me ya hevpar û erkê me ya neçar e. Dirûşma me ew e ku em bi ronahiya rastiyê ber bi azadiyê ve bimeşin. Navnîşana çareseriyê û îrade zelal e; paşguhkirina vê îradeyê tarîkirina pêşerojê ye. Ji ber vê yekê, divê azadiya Birêz Ocalan tavilê were misogerkirin.”

Pişte parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û bertek nîşanî Midûriyeta Polîsan a Wanê da ku ji bo girse nemeşe astengî derxistin. Zulkuf Ûçar anî ziman ku ew mafên xwe yên herî bingehîn bi kar tînin û xwest tavilê ev pêkanîn bên rawestandin. Piştî çalakî bi dawî bû polîsan çêr li welatiyê bi navê Hamdûllah Kûmlî kirin yê ku bertek nîşanî polîsan da, bi lêdanê hat binçavkirin. Piştî kar û barên îfadeyê Kûmlî hat berdan.

ERZIROM

Platforma Saziyên Demokratîk a Erzirûmê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi nîşandana sînevîzyon, meş û daxuyaniyekê şermezar kir. Bernameya li avahiya Rêxistina Bajar a Erziromê ya DEM Partiyê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî nîşandana sînevîzyona derbarê Komploya 15’ê Sibatê de, girse bi pankartên bi Kurdî û Tirkî yên bi nivîsa, “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” ber bi Qada Mahallebaşı ve dest bi meşê kir. Di meşê de bênavber diruşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Hevserokê Rêxistina Bajar a Erziromê ya DEM Partiyê Barış Kemaloglu, axivî û Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Keremoglu wiha got: “Divê sîstema tecrîdê demildest bi dawî bibe, divê azadiya Birêz Ocalan demildest were misogerkirin û divê garantiyên yasayî ji bo pêvajoya danûstandinên demokratîk bên amadekirin.” Keremoglu balkişand ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û bang li gelê Kurd kir ku heta azadiya Rêber Apo û statûya Rojavayê Kurdistanê berxwedanê bênavber mezin bikin.

AGIRÎ

Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê jî bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê meş hat lidarxistin. Girse ji Pirûtxaneya Gel heta Cadeya Cûmhûriyetê bi pankarta “Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” meşiya û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Parlementera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr piştî meşê axivî û diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd xaleke dîrokî ye û got: “Vîna gel bû hedefa komployeke navneteweyî. Tevî salên derbasbûyî jî, gelê Kurd dev ji daxwaza xwe ya çareseriyeke demokratîk bernedaye. Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û kanalên siyasî yên demokratîk ji bo jiyana wekhev û azad a gelan werin xurtkirin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

 

COLEMERG

Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Colemêrgê û navçeyên wê Şemzînan û Geverê li dijî komploya navneteweyî meş pêk hatin. Li Geverê meşê li ber deriyê DEM Partiyê destpêkir heya sukê dewam kir. Polêsan nehişt gel bi meşaleyan bimeşe û gel bi îşiqên telefonên xwe meşiya. Gelê di seranserî meşê de dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo” berz kirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji alilyê Hevserokê DEM Partiyê yê Gever Abdullah Kirmizitaş ve hat xwendin.

Abdûllah Kirmizitaş da zanîn ku baweriya xwe bi siyaseta demokratîk, maf û çareseriya aştiyane tînin û got: “Em bawer dikin ku aştiya civakî tenê bi adaletê, rûbirûbûnê û diyalogê tê xurtkirin. Îro em careke din tekez dikin ku rêya aştiya mayînde, ahenga civakî û pêşerojeke demokratîk ne bi polîtîkayên înkar û tepeserkirinê, lê bi serweriya hiqûqê, diyalog û siyaseta demokratîk derbas dibe. Kirmizitaş xwest ku mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan demildest pêk were û got: “Mafê hêviyê daxwazeke takekesî nîn e, pêwistiyeke li gor normên gerdûnî yên hiqûqî ye.”

Di heman çerçovê de li navenda Colêmêrgê û navçeya Şemzînanê jî gel derket kolanan û li dijî Komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê nerazîbûnen xwe anî ziman û komplo şermezar kir.

MÛŞ 

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê ji bo protestokirina Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê meşek meşaleyî li dar xist û daxuyaniyek da. Girse li ber navenda tenduristiyê ya taxa Yeşîlyurtê kom bû û heta xaçerêya Fîdanlikê meşiya. Di meşê de girseyê dirûşmeyên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Li navçeyên Milazgir û Kopê yên Mûşê jî di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi tevlêbûna Hevşaredar û endamên meclisê yên her du navçeyan û welatiyan meş hatin li darxistin û daxuyanî hat dayîn. DAxuyanî ji aliyê hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Kopê Abdûlbarî Yigit ve hat xwendin.

Abdûlbarî Yigit bilêvkir ku ew komploya navneteweyî şermezar dikin û got: “Vê komployê vîna gelê Kurd, têkoşîna gelê Kurd û hêviya wî ya aştiyê hedef girt. Em weke hêzên demokrasîxwez dibêjin bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi dawî bibe, rêya aştiyê bê vekirin.”

BEDLÎS

Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ji bo şermezarkirina Komploya navdewletî ji Dibistana Seretayî ya Kazim Paşa heta meydana bajêr a Mizgefta Mezin meşek meşaleyî li dar xist. Gelek welatî beşdarî meşê bûn û dirûşmeya “Bê Serok Jiyan nabe” berz kirin. Piştî meşê hevseroka DEM Partiyê ya Bedlîsê Şevder Bîngul diyar kir ku 15’ê Sibatê di dîroka Kurdan de rojek tarî ye.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Siwêdayê di encama topbaranê de ciwanek hat qetilkirin
Nûçeya Pişt re Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Demhat Tolhildan: Êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hate plankirin

Rojnamevan Demhat Tolhildan li ser êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Helebê axivî û anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi coş hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku divê…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK û PDK’ê li ser avakirina hikumetê li hev nekirin

Endamê Buroya Siyasî ya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku YNK û PDK'ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?