Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Desteya Şopandin û Nirxandinê bi Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin nêzî seateke û nîv dom kir.
Di civînê de xebatên desteyê û desteyên jêr hatin nirxandin.
Her wiha endamên heyeta DEM Partiyê yên Îmraliyê hem têkildarî xebatên desteyê agahî wergirtin û hem jî pêşniyar û fikrên xwe pêşkeş kirin.

