Hunermend Altan Erkeklî, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re nirxand.
Altan Erkekli got, “Divê aştî di jiyanê de hebe. Divê aştî li her derê hebe. Divê aştî di hemû qadên jiyana mirovan de hebe. Li jîngehê, li malbatê, li cîhanê.”
Erkeklî wiha berdewam kir: “Li seranserê cîhanê jiyana di nava aştiyê de zehemet e. Ji ber ku qenc û xerab wê timî wê bên bermaberî hev. Lê welatekî ku gelek zehmetiyan derbas kiriye, yanî ew kesên ku dema damezrandina Komara Tirkiyeyê piştî Împeratoriya Osmaniyan mil dsne hev, bi rêgeza aştiyê bijî derketin rê.”
‘YÊN XWÎN Û ŞER NAXWAZIN AŞTIYÊ DIXWAZIN’
Erkeklî anî ziamn ku jiyana li vî welatî gelekî bi rûmet e û got, ”Em ji zarokatiyê ve bi vî rengî hatine mezinkirin. Lê bi salan e dewletên emperyal ji bo berjewendiyên xwe gelek tişt paşguh kirine û hewl da e xwişk-biratî, yekîtî û hevgirtinê xirabikin. Lê ji niha û pê ve, ji bo ku pêşî li dabeşkirina van axan were girtin û cîhana ku em lê dijîn nebe gola xwînê, divê aştî demildest were avakirin.”
‘EM DIKARIN ÊŞ Û NEFRETÊ BI HUNERÊ JI HOLÊ RAKIN’
Erkeklî anî ziman ku wekî hunermendek divê timî li pişt aştiyê sekinîn û wiha pê de çû: “Em bi baweriya ku cîhanek ku evîn, aştî, ked û dostanî pir bi qîmet e mezin bûn. Ev yek felsefeya sereke ya lîstikên repertuara Şanoya Hunerê ya Enqereyê ku dibistana min a duyemîn bû. Lê bi gelemperî, min hewl da ku di nav berhemên têkildarî jiyanê de bim. Yek ji wan fîlman ‘Min Roj Dît (Guneşi Gordum)’ bû. Di fîlm de min bavekî bêçare ku bi hestên pir bêhêvî dijî, lîst. Min zilamekî bi êş ku kurekî wî li çiyayan, kurekî limleşkeriyê û kurekî wî lingeke wî zêkirî bû û bi gotina ‘gundê xwe vala bikin’ neçar ma ku ji gund derkeve û oçberî welatekî din bibe, vegot.
Piştî vî fîlmê, rojekê dema ku ez li kolanê dimeşiyam – dixwazim bê aştî çi1asî nirxdar e vebêjim- 0srêzvanekî ewlehiyê li ber derî min rawestand û pêşî min hembêz kir û bê serûber giriya. Wî got, “Ez ji te pir hez dikim. Lê min ji xwe re got ksrê wî di nava ban Kurdan de çi heye j8 pir gi hêrs bûm. Dawiyê min bi zorê birin wî fîlmî. Min temaşe kir, ez zarokekî nijadperestim, lê min fêm kir ku jiyan ne wekî ku em ji vir dibînin e,ne wekî ji me re hatiye gotin e. Ew ew êş û bêçaretî çiqasî xweş vegot. Çima ew me ber hev didin.
Ji ber vê yekê hesta hunerê ya ku rastiyê vebêje wê van pirsgirêkan çareser bike Ji ber vê yekê, dema ku ev pêvajoya aştiyê dikeve meriyetê divê em her kesî bi evînê vebînin ba hev. Divê ji niha û pê ve, zarok û neviyên me bi aramî bijîn. Ji ber ku bav û kalên me ev ax emanetî me kirin. Ev komar bi hev re, bi yekîtiyê hat damezrandin û em ê jî bi heman awayî biparêzin.”
‘DIVÊ KURDÎ JI ME RE NE BIYANÎ BE’
Erkeklî bi bîr xist ku gelê Kurd û Tirk ne dijminên hev in û wiha domand: “Gel pir bûne xizmên hev. Dema ez 11 salî bûm, min li Diyarbekirê dibistana şevînî xwend. Min li wir tu dijminatî hîs nekir. Yanî, dema ez biçûk bûm, ez qala sala 1967’an dikim, yanî wan salan. Me her tim ked da hev. Yanî keda Diyarbekirê li ser min gelek e. Ez ê tu carî dostî û biratiya ku Dîyarbekirê da min ji bîr nekim. Min dibistana şevînî dixwend, dayik û bavê min tunebûn. Wan nanê xwe didan min. Ma ez ê vê çawa ji bîr bikim?
Lê em li dijî hev hatin zêrandin. Em bi xeletî hatin vegotin. Ev erd bi hêsanî nehatin bidestxistin. Divê em bi mil bidin hev û van hemûyan derbas bikin. Divê em bêkariyê têk bibin. Divê em di aboriyê de gavên rast bavêjin. Divê em di teknolojiyê de bi hev re bin. Divê em stranan bi hev re bibêjin. Çawa ku stranên Îngilîzî têne gotin, divê stranên Kurdî jî werin gotin. Ger tiştek bi zimanê Elmanî were gotin, divê bi Kurdî jî were gotin. 6Yanî divê ev ji bo me ne biyanî be. Divê zarokên van axan nebin dijminên hev.”
’LI ŞÛNA DENGÊ ÇEKAN DENGÊ XWEZAYÊ GUHDAR BIKIN’
Erkeklî, pirsa me ya li ser bang û biryara Rêber Apo ya derbarê siyaseta demokratîk wiha bersivand: “Helbet ez kêfxweş bûm. Li wan çiyayan, li wê erdnîgariya bêdawî divê li şûna dengê çekan dengê xwezayê bê guhdarkirin. Wekî hunermendekî bimvê pir kêfxweş bûm.”

