Malbatan, gora zarokên xwe yên li Goristana Şehîd Rojat û Şehîd Zelal a li herêma Besta ya Şirnexê piştî 9 salan cara yekem, ziyaret kirin. Goristan di sala 2017’an de rastî êrîşa hewayî hatibû, piştre hatibû texrîbkirin û wekî “herêma ewlehiya leşkerî” ji bo ziyaretê hatibû girtin. Malbatan tevlî MEBYA-DER’ê çûn ziyaretê.
Niyazi Akin (Şervan Sason), Abdurgani Yanar (Celal Çeli) û Abdurahman Erkan (Koçero Kurdo) di 17’ê Gulana 2009’an de li Bestayê şehîd bibûn. Malbatên wan piştî salên dirêj cara yekem çûn ziyareta goristanê.
Endamên malbatê Sûltan Erkan, Memet Metîn Erkan, Emîne Ozkan û Neslîhan Akin, hestên xwe anîn ziman.
Malbatên ku dîtin piraniya kêlikê goristanê hatine şikandin û texrîbkirin, li kêlên goran ên ku navê xizmên wan li ser nivîsî bûn geriyan. Malbatan kêlî maç kirin, paqij kirin û dua kirin.
Emîne Ozkan, nerazîbûn nîşanî vê rewşa li goristanê da û got ku divê rêz ji bo gor û axa mirovan bê girtin.
Rêveberê MEBYA-DER’ê Fahrettîn Salgucak, jî diyar kir ku di goristanê de texrîbateke giran heye û tişta qewimî wekî “zilm” binav kir.

