Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir
Rojane

Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

Girtiyê nexweş ê 75 salî Mehmet Saît Yildirim piştî hevdîtina bi Lijneya Îdarî û Çavdêriyê re krîza dil derbas kir. Yildirim anjiyo kirin û 2 stent li dilê wî dane. Parêzerên wî ragihandin ku berdana wî dîsa sê mehan hatiye paşxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tebax 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim piştî ku di dema hevdîtina bi lijneyê re rastî ferzkirina poşmaniyê hat, krîza dil derbas kir. Du stent li dilê wî dan, li nexweşxaneyê xwestin bi kelepçeyê bê ragirtin. Parêzer Av. Aryen Tûran û Av. Alî Îhsan Guven li Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê bi girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim re hevdîtineke pênc deqîqeyî pêk anîn.

Li gorî gotinên parêzeran, Mehmet Sait Yıldırım duh di derdora saet 10.00 şeveqê derketiye pêşiya lijneyê. Lijne, wekî hemû hevdîtinên din, bi pirsgirêk derbas bûye û dîsa poşmanî li Mehmet Saît Yildirim hatiye ferz kirin. Ji ber vê yekê di navbera wî û lijneyê de nîqaş derketiye.

Mehmet Saît Yildirim, piştî nîqaşê dema vegeriyaye odeya xwe, krîza dil derbas kiriye. Bi agahdarkirina hevalê wî yê odeyê Rohat Carûş re, ew ewil birine nexweşxaneya li Bucayê, lê ji ber ku li wir qawîşa girtiyan nîne, ew rakirine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê. Îro saet 11.00an Mehmet Saît Yildirim hatiye anjiyo kirin û diyar bûye ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtiye; di encamê de 2 stent li dilê wî dane. Parêzerên wî ragihandin ku Yildirim xetereyeke mezin a mirinê derbas kiriye, rewşa wî ya niha baş e û îhtimal heye sibê dîsa bibin girtîgehê.

Li gorî parêzeran Mehmet Saît Yildirim têkildarî zextên lijneyê ev tişt ji lijneyê re gotine: “DGMê cezayê îdamê dabû min. Ji îdamê vegeriyan û cezayê girtîgehê yê muebbetê dan min. Hûn wekî lijne dixwazin cezayê îdamê yê ku DGMê daye înfaz bikin. Hûn eger bixwazin sibê li vir sêdarekê çêbikin û min îdam bikin. Lê ez ji ya xwe nayêm xwar.”

Her wiha parêzerên wî gotin ku dema Mehmet Saît Yildirim li nexweşxaneyê hatiye razandin, fermandarê cendirmeyan xwestiye bi hinceta “ewlehiyê” wî bi kelepçeyê girê bide. Li ser vê yekê nîqaş derketiye û Yildirim bertek nîşanî vê rewşê daye û niha ew bêkelepçe tê ragirtin.

Mehmet Saît Yildirim di sala 1995an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve cezayê hepsa heta hetayê lê hatibû birîn, zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye. Yildirim ê ku nexweşiyên dil, KOAH, tansiyona bilind û nexweşiyên din ên kronîk bipê re hene, berê ji berdana wî ji  hêla Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hatibû paşxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me
Nûçeya Pişt re Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

Derhênerê belgefîlman ê Elman Bernd Schuch diyar kir ku di fîlmên hatin nişandan de gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ebadî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir

Çalakvanê mafên mirovan Şîrîn Ebadî ku xelata aştiyê ya Nobelê wergirtiye, erêkirina cezayê darvekirinê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şeniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Silêman Yûsif El Ebdullah

Şêniyên Qamişloyê sersaxî dan malbata şehîd Silêman El Ebdullah û diyar kirin ku ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?