Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Hunermend: Divê xelkê Başûr di hilbijartinê de bersivê bide xiyanetkar û dagirkeran
Çand û Hûner

Hunermend: Divê xelkê Başûr di hilbijartinê de bersivê bide xiyanetkar û dagirkeran

Hunermendên Kurd ji xelkê Başûrê Kurdistanê xwest ku di hilbijartinan de piştgiriyê nede hevkar û xiyanetkaran û gotin, “Divê gelê me bersivê bide dagirker û xiyanetkaran.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hunermendên ji Înîsiyatîfa Hunera Azad li bajarê Koln ê Elmanyayê li ser hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Ji hunermendan Nebez Ebdila, Sheyda Ghavamî û Hozan Diyar axivîn.

Axaftina hunermendan bi vî rengî ye:

Nebez Ebdila: PDK’ê mafê hilbijartinê desteser dikir. Hilbijartinên sexte pêk dianî. 20’ê Cotmehê dîrokeke nû ye. Mîna berê wê nikaribe di hilbijartinê de dengan bidize. Ji ber vê jî bila her kes biçe dengdanê û dengê xwe bi kar bîne. Di nava PDK’ê de mirovên welatparêz û durust hene. Ez nabêjim, alîgirên PDK’ê hemû di rêya şaş de ne. Bang li wan welatparêzên durust dikim. Her dengekî ku hûn bidin wê bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike. Ji ber vê jî bi taybetî destnîşan dikim: biçin dengê xwe bi kar bînin û dawî li vê şaşitiyê bînin. Dibêjin Partî Demokrat a Kurdistanê. Lê belê vê rêxistinê weke partiyekê nabînim. Demokrat jî nabînim. Rêxistineke demokrat nikare rojnamevanan şehîd bixîne. Hikumdariya malbatekê bi kêrî kesî nayê. Destûrê nedin ku Başûrê Kurdistanê careke din bikeve bin desthilatdariya malbatekê.

JIN DIVÊ DENGÊ XWE BIDE WELATPARÊZAN

Sheyda Ghavamî: Ez jineke Kurd im û Kurdistanê yekpare difikirim. Lê belê Başûrê Kurdistanê ku 33 sal in serbixwe ye, nekarî xwe bigihîne vê astê Dixwazim bi taybetî bang li jinan bikim. Ji hêza xw ebawer bikin. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkoşîna YPJ’ê ev yek ji bo me ispat kirin. Girîng e ku em ji xwe bawer bin û hêza xwe bixin destê xwe. Di vê hilbijartinê de ji jinan dixwazim ku dengê xwe bidin mirovên welatparêz. Partiya ku bibe desthilatdar jî divê têkiliyên xwe yên bi Îran û Tirkiyeyê re ji nû ve bi rêk û pêk bike. Ji ber ku her roj êrîşî gelê me dikin. Her wiha jin ji aliyê xizmên xwe ve têne kuştin. Ji bo me û gelê me ev yek şermeke mezin e. Ezi Sheyda diqîrim û dibêjim em êdî bibin yek. Em rê nedin dijminên xwe. Em rewşa li Bakur, Rojhilat û Rojava bînin pêş çavên xwe. Jin xwedî roleke diyarker in. Em dixwazin tevgera jinê ya li Başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî xurt be.

ARAMÎ Û DEMOKRASÎ MAFÊ GELÊ ME YE

Diyar: Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e desthilatdariyeke monarşîk heye. Piştî ku artêşa mêtinger a Saddam ji Kurdistanê hate qewirandin me hêvî dikir ku Kurdistan wê azad bibe. Em difikirîn ku wê jin azad bibin, ji aliyê aborî ve wê pêşketin çêbibe. Lê belê em niha dibînin ku Başûrê Kurdistanê bi rengekî de-facto veguheriye eyaleteke dewleta Tirk. Her roj hîn bêhtir dagir dike. Welê lê hatiye ku hejmara qereqolên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji hejmara qereqolên li Bakurê Kurdistanê zêdetir e. Ev metirsiyeke mezin e.

Hilbijartin argûmaneke girîng a demokrasiyê ye. Mirov bi rêya hilbijartinê dikarin îradeya xwe nîşan bidin. Mînak di van hilbijartinan de gelê me dikare nîşan bide ku ew dagirkeriyê qebûl nake. Dewlet Tirk sivîlan dikuje, gundan vala dike. Her wiha xetek heye ku alîkariyê bi vê dagirkerên Tirk re dike. Ji ber vê jî divê xelkê me yê li Başûr di hilbijartinan de bersivê bide êrîşên dagirkeriyê û xeta xiyanetê.

Başûrê Kurdistanê bi rastî jî pêwîstiya xwe bi guhertinekê heye. Ev potansiyel, dînamîk û xeta welatparêziyê li Başûrê Kurdistanê xurt e. Gelekî welê ye ku bi sed hezaran şehîdên xwe hene. Gelê me yê welatparêz xwedî xeteke xurt e. Bersiveke mezin dikare bide xiyanet û dagirkeriyê.

JI BO XELKÊ LI BAŞÛR PÊWÎSTÎ BI GUHERÎNEKÊ HEYE

Bi dewlemendiyên ser û binê erdê re yên li Başûrê Kurdistanê gelê me dikare bi hêsanî debara xwe bike Em xwedî dewlemendiyeke welê ne ku ne tenê nifûsa li wê derê têra deh qatî ji nifûsa li wir dike. Lê belê desthilatdariya li wê derê heman polîtîkaya AKP û Erdogan dimeşîne. Yanî mirovan birçî dihêle û bi vî rengî hewcedarî xwe dike. Ev yek me hunermendên Kurd diêşîne. Jiyaneke baş mafê gelê me ye. Lê belê ya ku dibe bi vî rengî ye: Li Başûr hin malbat, hin siyasetmedar, hin mirov di nava dewlemendiyeke mezin de ne. Gelê me yê welatparêz jî hewcedarî pariyek nan hatiye hiştin. Ji ber vê jî hilbijartin ji bo guherînê dikare bibe firsendek. Bila her kes tevlî dengdanê bibin û dengê xwe bi kar bînin. Demokrasî heqê gelê me ye ne dagirkerî. Em li benda mizgîniya we ne. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo ku em dawî li xwesepandinê bînin, divê em beşdarî hilbijartinan bibin’
Nûçeya Pişt re Gelbûyîna bi çand û hunerê -I
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Lêgerîn Çiya li Arjantînê hate bîranîn

Li bajarê Cordoba û bajarokê Villa Giardino yên Arjantînê bi wesîleya şehadeta Şehîd Lêgerîna Çiya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Armanca me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca…

Ji aliyê Stêrk TV

PYD’ê ji bo Helebê banga çalakiyan li gelê li Ewropayê kir

Rêxistina Ewropayê ya PYD'ê êrişên dagirkeriyê yên li ser taxên Helebê şermezar kir û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?