Îsmaîl Agaç ê 90 salî ku di nava têkoşîna azadiyê de 3 zarokên wî şehîd bû, pêr li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê ya li navçeya Ceyhan a Edeneyê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Agaç cenaze wergirt û bir Goristana Yenî ya Ceyhanê.
Piştî wecîbeyên olî ku Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê û gelek kes lê amade bûn, cenazeyê Agaç hate veşartin.

