Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Edaletê dane destpêkirin, di roja 9an de didome.
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ew nobeda israra mirovbûne ye û wiha got: “Duh wezîra berê ku ji ber neleritiya fonan ketibû girtîgehê ji ber tenduristiyê hat berdan. Lê girtiyên nexweş a giran nayên berdan. Pêvajo ji bo me ne tenê bêdengkirina çekan e. Pirsa Kurd pirsgirêka demokrasî û hiqûqê ye. Heke hûn mafê tenduristiyê yên Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin. Yên van sepanan li ser girtiyên nexweş ferz dikin ji me re dibêjin teslîm bibin. Lê em teslîm nabin. Em qala aştiyeke bi rûmet dikin. Em ne parsekên aştiyê ne. Em aştiyê weke demokratîkbûyînê û kirdebûna avakirina demokrasiyê pênase dikin. Ev nobed jî yek jî avakirina demokrasiyê ye. Ev nobed ne tenê ya malbatan e. Ev nobed nobeda avakirina komareke demokratîk e. Hemû kesên li dijî vê pergalê ne divê piştgiriyê bidin.”
Çalakî dê sibe jî li ber Wezareta Edaletê bidome.

