Îsmaîl Agaç ê 90 salî ku di nava refên têkoşîna azadiyê de 3 zarokên wî şehîd bûn, doh êvarê piştî tedawiyeke demdirêj li navçeya Ceyhan a Edeneyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê jiyana xwe ji dest da. Agaç wê îro li Ceyhanê bê veşartin. Cenazeyê Agaç wê îro piştî nimêja nîvro li Goristana Yenî ya Ceyhanê bê veşartin.
MALBATA AGAÇ
Agaç ku salên dûr û dirêj li gel malbata xwe di nava têkoşînê de berdêlên giran da, bi taybetî di dema Hîlwanê de beşdarî kar bû û di civînên gel de bi berpirsyariyeke çalak rabû. Agaç li Wêrançar û Ceyhanê di demên cuda de hate binçavkirin, êşkence dît lê belê ji têkoşînê venegeriya. Di pêvajoya darbeyê ya 12’ê Îlonê de li gel hevjîna xwe li ser rêya girtîgehê êşên giran kişand. Sê zarokên Agaç di demên cuda de şehîd bûn. Kurê wî Mehmet Agaç sala 1980’î li xeta Hîlwan-Sêweregê di şer de, Ahmet Agaç di sala 1993’an de li Wêranşarê û Hasan Agaç jî di sala 1997’an de li Hewlêrê di şer de şehîd bûn. Hin ji ferdên malbatê jî salên dûr û dirêj li girtîgehê ragirtî man û hin zarok û neviyên wî jîı li qadên cuda kar dikin.

