Têkildarî têkiliyên fînansî yên zavayê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump Jared Kushner îdîayên nû ketin rojevê.
Li gorî nûçeyeke ku li ser Vanity Fairê hate weşandin, îstixbarata Hollandayê hackerekî Rûs xwe gihandiye telefona Kushner û daneyên têkildarî hesabên bankeyan ên li Rojhilata Navîn lêkolîn kirine.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di hesabeke bi navê ‘’Alpha’’ a têkildarî Îmaratê de sed milyonan dolarên têkildarî Azerbeycanê hebûne û di hesabeke din a bi navê ‘’Beta’’ jî de ji Prensê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman 1 milyar dolar hatiye standiye
Li gorî îdîayan, hesabên berbehs perçeyekî sererastkirina fînansî ye ku bi armanca piştgirîdayîna polîtîkayên derve yên rêveberiya Trump werin bikaranîn.
Kushner îdîayên derheqê xwe de bi zimanekî teqez red kirin û got ku ew xwe naspêrin tu delîlan. Hate ragihandin ku dibe parêzerî wî jî li hemberî îdîayan pêngaveke hiqûqî biavêje.

