Pirtûka “Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk” a Mahîr Herdem bi hinceta ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo a 27ê Sibatê têde cih digire, li Girtîgeha Jimara 2yan a Girtîgeha Sêwregê ya Rihayê hate qedexekirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, derbarê qedexekirina pirtûkê de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan (ÎHÎK) a Meclisê da û xwest ev mijar were lêkolînkirin.
Newroz Uysal Aslan di metna serlêdanê de xwest astengkirina pirtûkê û weşanan ji aliyê hiqûqî ve bê lêkolînkirin. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku pirtûka Mahîr Herdem a bi navê “Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk” ji girtî Tacettîn Kalgi re hatiye şandin lê desteya perwerdehiyê ya girtîgehê pirtûk “bi fikar” dîtiyê û asteng kiriye. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku dema ew pirtûkê lêkolîn dikin diyar dibe ku ji ber di pirtûkê de fikir û ramanên Abdullah Ocalan cih digire û qala civaka Kurd dike hatiyê astengkirin.
Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku di pirtûkê de qala banga 27ê Sibatê ya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk jî tê kirin û wiha got: “Ew cihên ku cih daye bangê wekî cihên ‘bifikar’ hatiye diyarkirin. Her wiha Modernîteya Demokratîk û veguherîna dîrokî ya Tevgera Kurd jî bûye hinceta qedexekirinê. Ev biryar ne tenê biryara qedexekirina li girtîgehan e. Di heman demê de eşkere ye ku fikir û ramanên çareserkirina pirsgirêka Kurd bi aştiyane li girtîgehan çawa tê qedexekirin. Di wê pirtûke de qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku niha bi rê ve diçe tê kirin. Diyare ku hê jî bi perspektîfa ‘ewlehiyê’ li pirsgirêka Kurd tê nihêrtin.”
Newroz Uysal Aslan anî ziman ku pêkanîna qedexekirina pirtûkan li gelek girtîgehan tê dîtin û cih da mînakên ji girtîgehan. Newroz Uysal Aslan ji Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê xwest nakokiyên qedexeyên li girtîgehan û pêvajoya demokratîk were lêkolînkirin.
Newroz Uysal Aslan xwest di van xalan de lêkolîn bê kirin:
* Divê biryara Desteya Perwerdeyê ya Girtîgeha Tîpa Tyê ya Jimara 2’yan a Sêwregê ji aliyê azadiya raman û derbirînê û mafê girtî yê xwegihandina weşanan ve were lêkolînkirin.
* Divê ji Wezareta Dadê agahî were xwestin ka li girtîgehan weşanên li ser pirsgirêka Kurd, daxwazên dîrokî û siyasî yên Kurdan, ramanên birêz Abdullah Ocalan û paradîgmaya civaka demokratîk bi kîjan hincetan tên astengkirin. Di vê daxwazê de berpirsiyariya Wezîrê Dadê û girîngiya pêvajoya ku tê birêvebirin li ber çavan were girtin, ji ber ku Wezîrê Dadê bi xwe di Desteya Şopandin û Nirxandinê de peywirdar e.
* Divê tedbîrên ku ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Destûrî yên li ser mafê girtiyan ê xwegihandina weşanan li girtîgehan tên girtin û pirsgirêkên di vî warî de werin lêkolînkirin.
* Pêwîst e ji bo ku biryara mijara serlêdanê ji nû ve were nirxandin û mafê girtî yê xwegihandina weşanan were parastin, li cem îdareya têkildar hewldanên pêwîst werin kirin. Her wiha divê ev pêkanîn jî werin lêkolînkirin.

