Meseleya Kurd di nava dîroka ji sed salî de ne tenê weke pirsgirêke herêmî yan jî neteweyî ma. Di her şikestineke mezin a herêmî de jinûve hate pênasekirin. Carna weke gefa ewlekariyê, carna weke hêmana hin tifaqan, carna hin mijara hin bazaran carna jî weke navenda nedîtî ya pergala herêmî hate destnîşankirin.
Peymana Cezayîrê ya 1975’an yek ji mînakên herî balkêş ên vê herikînê ye. Di bingeha vê peymana navbera Îran û Iraq3e de Kurd tine bû. Li dora maseyê Şah hebû, Saddam hebû, li piştperdeyê jî Washington û aqlê reel polîtîk ê Henry Kissinger hebû. Lê belê encama herî giran a peymanê li Başûrê Kurdistanê derket holê. Hikumên ku destnîşan dikirin ku aliyên peymanê wê dest li karên navxweyî wernedin, kir ku Îran piştgiriyê nede tevgera bi pêşengiya Melle Mistefa Barzanî. Di metnê de qala Kurdan nedihat kirin, lê belê Kurdan berdêla herî giran a peymanê dan.
Ji ber vê yekê têrê nake ku peymana 1975’an tenê bi gotina ‘Kurd hate firotin’ bê vegotin. Xiyanet aliyê wê yê exlaqî vedibêje, lê belê aliyê xwe yê dîrokî kûrtir e. Ya ku di sala 1975’an de ket îradeya têkoşînê ya Kurdan nebû. Ya ku têkçûneke mezin bi serî ve hat, tevgera bi pêşengiya Melle Mistefa Barzanî bû. Lewma sînorên dîrokî yên têkoşîna bi piştgiriya hêzên herêmî jî raxist pêş çavan.
Rapora Komîsyona Pike jî piştperdeya vê rastiyê nîşan dida ku ev komîsyon di sala 1976’an de di bin sîwana Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ji bo lêkolînkirina operasyonên veşartî yên CIA yên li derveyî welat hate avakirin. Belgeyên ku komîsyonê bi dest xist, nîşan dida ku Kurd ji aliyê DYE’yê ve ne weke gelekî divê azad bibe, lê belê weke amûreke jeopolîtîk a ji bo zexta li ser Iraqê bê bikaranîn dihate dîtin. Li gel ku ji aliyê Washingtonê ve dihate zanîn ku dema Îranê piştgiriya xwe vekişand wê tevgera Kurd têk biçe, ev guherîna polîtîkayê berê ji lîderiya Kurd re ranegihandibû. Gotina “Covert action should not be confused with missionary work” (“Operasyonên veşartî bi karên mîsyoneriyê re neyê tevlîhevkirin”) ku piştre ji aliyê Kissinger ve hatibû gotin, weke vegotina herî eşkere ya vê nêzîkatiyê li hişê mirovan bi cih bû. Ji xwe di heman demê de di navedan stratejiya Kissinger a Rojhilata Navîn de ewlekariya Îsraîlê, bisînorkirina bandora Sowyetê û xuurtkirina rola herêmî ya Îranê hebû. Tevgera Kurd jî di nava vê hevsengiya jeostratejîk a mezin de ne weke hêzeke serbixwe, lê weke yek ji hêmanên vê hevsengiyê dihate nirxandin.
Lê belê dîrok li vê derê neqediya.
Dibe ku taybetmendiya herî balkêş a dîroka Kurd jî ev e. Ti ji têkçûna mezin nekarî Kurdan bi temamî ji têkoşînê dûr bixîne. Sala 1975’an ne tenê şikekstineke mezin bû, her wiha destpêkek ji bo lêgerînên siyasî yên nû bû. Piştî vê têkçûnê Celal Talabanî YNK ava kir; piştî sê rojan jî PKK’ê kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî û derî li serdemeke nû vekir. Xwedî xetên cuda yên siyasî jî bin her du tevger jî weke encamên lêgerînên nû û lêpirsînên dîrokî yên 1975’an destpê kir. Yek ji metaforên ku bi xurtî qala dîroka Kurdan dike Teyrê Sîmir e. Ji ber ku ev dîrok ew dîrok e ku piştî her hilweşîna mezin jinûve avabûna ji nava xweliyên xwe ye. Lewma 1975’an divê ne tenê weke dawiyekê her wiha weke destpêka serdemeke nû bê xwendin.
Em îro ji momenteke dîrokî derbas dibin. Lê belê hin pirs careke din derdikevin pêşiya me.
Dema ku pêngavên Tirkiyeyê yên dema dawiyê têkildarî Iraq, Sûriye, Yekîtiya Ewropa û NATO’yê bi baldarî bê nirxandin, tê dîtin ku meseleya Kurd êdî ne tenê di bin sernavê ewlekariya hundirîn de tê dîtin. Bexda, Hewlêr, Silêmaniye û Kerkûk weke parçeyên heman nexşeya stratejîk tê xwendin. Ewlekarî, enerjî, bazirganî, ragihandin, pîşesaziya parastinê, koç û dîplomasî ji hev qut nîne, weke hêmanên mîmariyeke herêmî tê nirxandin.
Ev tablo nîşan dide ku Tirkiye hewl dide li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd mîmariyeke dorpêçkirinê ya stratejîk a pirrengî ya ji mekanîzmayên leşkerî, dîplomatîk, aborî, hiqûqî, îstîbarî û herêmî ava bike. Yek bi yek nebe jî tabloya heyî xwedî hin taybetmendiyan e ku jinûve avabûna jeopolîtîk a herêmî ya piştî 1975’an tîne bîra mirovan.
Civîna bilind a NATO’yê ya di 7-8’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê bê lidarxistin ji vî alî ve girîng e. Tirkiye xwe ne tenê weke hevalbendê li baskê başûr ê NATO’yê dibîne, di heman demê de xwe weke aktorê dest jê nayê berdan ê mîmariya ewlekariyê ya Ewropa-Atlantîkê ya li ser pîşesaziya parastin, ewlekariya enerjiyê, koç û xeta Iraq-Sûriyeyê, Rojhialta Navîn û Derya Reş ava dibe. Di têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re heman zimanê neçariya jeopolîtîk derdikeve pêş.
Di vê hevsengiya nû de ya balkêş ev e: Meseleya Kurd gelek caran yekser nayê binavkirin, lê belê di hemû sernavên stratejîk de li cihekî navendî ye ku nayê dîtin.
Di 1975’an de meseleya Kurd encama nedîtî ya lihevkirina Îran-Iraqê bû. Îro meseleya Kurd yek ji navendên nayê dîtin ê mîmariya jeopolîtîk a nû ye ku hewl tê dayin ku Tirkiye hewl dide li ser xeta Iraq-Sûriye-Yekîtiya Ewropa-NATO’yê ava bike.
Bêguman herdu serdem yek bi yek weke hev nîne. Dîrok xwe dubare nake. Lê belê serdemên jinûve avabûnê yên jeopolîtîk ên nû dikare bi heman mantiqên stratejîk tevbigerin. Aliyên ku dişibin hev di encamê de nîne, lê belê di hewldana jinûve pênasekirina meseleya Kurd a ji aliyê hinekan de ye.
Dibe ku şaşitiya herî mezin a niha ew e ku bûyerên siyasî tenê li ser beyanên aktoran bê xwendin. Dewlet gelek caran nêta xwe bi eşkere ranagihînin; gavên biçûk ên ku diavêjin, têkiliyên nû yên ku datînin, danûstandinên dîplomatîk ên ku didin pêş, belgeyên ewlekariyê û zemînên saziyî rastiya wan radixe pêş çavan. Ji ber vê jî analîzeke siyasî ya rast ne bi xwendina nêtê ye, lê belê bi xwendina sinyalên stratejîk ên di nava demê de ye.
Bûyerên ku dema dawî ji Iraqê heta bi Sûriyeyê, ji NATO’yê heta bi Yekîtiya Ewropayê li gel trafîka ewlekarî û dîplomatîk bê nirxandin, her bûyerek dibe ku bi tena serê xwe işaretê bi encamekê neke. Lê belê dema ku ev sinyalên biçûk li gel hev tê nirxandin, tê dîtin ku hewl tê dayin meseleya Kurd di nava mîmariya ewlekariya herêmî ya nû de jinûve bê pênasekirin. Ji ber vê yekê ya ku divê îro bê kirin ew e; li şûna ku hikumên teqez bêne dayin an jî li gorî beyanên aktoran encamek bê destnîşankirin, girîng e işaretên stratejîk bi baldarî bêne şopandin, ew di hişê dîrokî re bê derbaskirin û meylên gengaz bi xwînxwarî bê nirxandin. Ji ber ku dîrok vê yekê nîşanî me dide: Şikestinên mezin gelek caran ne bi bûyereke mezin, lê belê bi daneheviya sinyalên stratejîk ên biçûk dibe ku di dema xwe de bi têrkerî li ber çavan nayên girtin.
Ji ber vê jî pirsa esasî ev e:
Gelo Kurd wê vê carê jî di nava mîmariya ewlekariya hinekan de weke ‘hevkarê kêrhatî’, ‘hêmana aramiyê’ yan jî ‘aktorê divê bê kontrolkirin’ bi cih bibin? Yan jî wê paşeroja xwe ya siyasî li gorî tecrûbeya xwe ya dîrokî ava bikin?
Piştî vê têkoşîna sed salî divê Kurd xwe ji nava rewşa ispatkirina ji dewlet, tifaq û hêzên navneteweyî derkevin. Ji ber ku têkoşîna sed salî hebûna Kurdan bi rengekî ku cih ji nîqaşê re nehêle veguherand rastiyeke dîrokî. Ji niha û pê ve meseleya esasî ew e ku bi îradeya xwe ya dîrokî, bi hêza xwe ya civakî rêya xwe bi xwe diyar bikin, ne ku di nava hesabên jeopolîtîk ên hinekan de ji xwe re li cihekî bigerin.

