Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) bi boneya salvegera şehadeta rojnamevan Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Bi navê Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) em bi serbilindî û êş herdu pêşengên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi bîr tînin. Hevrê Gulîstan û Hêro di 23‘ê Tebaxa 2024‘an de di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wan de li navçeya Seydsadiq a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn.
Pêşengên Çapemeniya Azad Gulistan û Hêro xwedî doz bûn, xwestin ku di nava bûyeran de bin û bûyeran ji cîhanê re ragihînin, xwestin bibin dengên wan kesên ku bi salan nikarîn dengê xwe bighînin yan doza xwe vebêjin û siberoja xwe gotûbêj bikin.
Gulistan Tara û Hêro Behadîn têgihîştibûn ku pirsgirêka jinan ne tenê mijareke ragihandinê ye, lê mijareke girêdayî veguhertina civakî û siyasî ye û mafê jinan e ku bibe xwedî biryar û karibin bi biryardarî çîrokê xwe binivîsîne. Li ser vê baweriyê, kamera û pênûs hilgirtin, rastiya jinan û têkoşîna wan ragihandin. Di wê baweriyê de bûn ku afrînerî û keda jinan hêjayî werin dîtin, bihîstin û belgekirinê.
Di heman demê de em heval Necmedîn Sînan jî bi bîr tînin ku di 23‘yê Tebaxa 2023‘an de dema erka xwe di Jin Tv de bi cih dianîn di êrişa li dijî erebeya ekîbê de li ser rêya Qamişlo-Amûdê şehîd bû û di heman êrişê de hevrê Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.
Êrişa li ser ekîba JIN TV û êrişa li dijî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku di dîrokekê de hatin kirin, tesaduf nîn e. Lê asta hedefkirina sîstematîk a rojnamevanên ku erka xwe ya ragihandina heqîqetê pêk tînin, radixe ber çavan. Her wiha ev êriş piştrast dike ku çapemeniya azad hîna jî armanca hêzên ku dixwazin dengê azad bêdeng bikin û heqîqetê veşêrîne.”

