Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê, ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê taziye hat danîn. Taziye di roja xwe ya duyem de didome.
Li qada taziyeyê pankartên bi nivîsa “Şehîd namirin” û “Şehîdên me rûmeta me ne” û posterê mezin ê Rêber Apo hatin daliqandin.
MALBAT WÊNEYÊN ŞEHÎDAN ANÎN QADÊ
Danê sibê polîsan nehişt ku malbatên tên qada taziyeyê wêneyên zarokên xwe yên şehîd bibin hundir. Li ser berxwedana malbatan, wêne li ser maseyan hatin danîn. Wêneyên şehîdan bi rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin.
Dayika Zekî Ulker (Armanç Tolhildan) Mûşeher Ulker bi gotina “Daweta me ye” dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Kesên li qadê jî bi dirûşmên “Şehîd namirin” piştgirî dan Mûşeher Ulker.
Paşê serdanên taziyeyê dest pê kirin. Ji bilî navçeyên Amedê, ji bajarên wekî Wan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Çewlîgê jî malbatan serdana taziyeyê kirin.
Di taziyeya ku dua hatin xwendin de, nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk ên bajêr, siyasetmedar û gelek kes beşdar bûn. Di taziyeya ku piştevaniya di navbera malbatan de bala mirovan kişand de, soza dilsoziya bi têkoşîna şehîdan re hate dayîn.
Taziye di roja xwe ya duyemîn de dê heta saet 17.00’an berdewam bike.

