Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > ‘Ji ber hevsengiyên hêzê yên herêmî fikarên ewlehiyê yên Ermenistanê dewam dikin’
Cîhan

‘Ji ber hevsengiyên hêzê yên herêmî fikarên ewlehiyê yên Ermenistanê dewam dikin’

Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku şerê Rûsya-Ûkraynayê hevsengiyên li Qefqasyayê guhertine û da zanîn ku Êrîwan hewl dide rîska şerekî nû kêm bike lê belê fikarên têkildarî ewlehiyê berdewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevsengiyên li Qefqasyayê yên bi salên dirêj in berdewam dikin, diguherin. Ermenistan, polîtîkaya xwe ya ewlehiyê ya xwe dispêre Rûsyayê dipirse û berê xwe dide xurtkirina têkiliyên xwe yên li gel Ewropa û DYE’yê. Siyasetzan Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku di bingeha vê meylê de helwesta Rûsyayê ya di pêvajoya Qerebaxê de û şert û mercên jeopolîtîk yên li gel şerê Ûkraynayê derketine holê, hene û encamên veguherîna li herêmê ji aliyê Tirkiye, Azerbeycan û pirsgirêka Kurd ve ji ANF’ê re nirxandin.

Dr. Toros Korkmaz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di bingeha veguherîna ku salên dawîn li Qefqasyayê pêk hatiye de lawazbûna bandora Rûsyayê ya li herêmê  heye û got ku şerê Qerebaxê yê di sala 2020’an de bûye xala şikestinê ya vê pêvajoyê. Toros Korkmaz da zanîn ku Rûsyayê di dema şerî de nekariye bersivê bide bendewariyên Ermenistanê û roleke navbeynkariyê ya bibandor negirtiye ser milên xwe. Toros Kormaz îfade kir ku vê yekê rê li ber bidestxistina kontrola Qerebaxê ya ji aliyê Azerbeycanê ve vekiriye.

Dr. Toros Korkmaz got ku hikûmeta Paşinyan jî ji ber vê yekê di polîtîkaya derve de ji xeta Rûsyayê dûr ketiye û berê xwe daye xurtkirina têkiliyên li gel Yekîtiya Ewropayê, DYE û aktorên Rojavayî.

Dr. Toros Korkmaz piştre anî ziman ku bidestxistina encameke baş a Paşinyan ya di hilbijartinên dawîn de nîşan dide ku vê polîtîkayê di di nava civakê de bersivek standiye, diyar kir ku dirêjbûna şerê Rûsya-Ûkraynayê  bandora Moskovayê ya li Qefqasyayê lawaz kiriye û got: ‘’Rûsya neçar ma ku beşeke mezin a enerjî û bala xwe bide eniya li Ûkraynayê. Ev yek bû sedem ku bandora wê ya li Qefqasyayê lawaz bibe.’’

‘RÛSYAYÊ ÇAVÊN XWE LI POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ GIRTIN’

Dr. Toros Korkmaz bal kişand ser têkiliyên hevsengiyê yên di vê pêvajoyê de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hatine û ev yek anîn ziman: ‘’Moskovayê di dema şerê Rûsya-Ûkraynayê de xwest ku Tirkiyeye li hemberî wan helwesteke pasîftir nîşan bide. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û perçeyekî Bloka Rojava ye. Rûsyayê girîngî dida vê yekê ku Tirkiye piştgireyeke tam nede Ûkraynayê û ji bo wê nebe gefeke ewlehiyê.

Ji ber vê yekê di şerê Azerbeycan-Ermenistanê de li hemberî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji Azerbeycanê re çavên xwe niqandin. Efserên artêşa Tirkiyeyê di warê teknîkî û leşkerî de piştgiriyeke mezin dan Azerbeycanê û vê yekê bandoreke mezin li encama şerî kir. Helwesta Rûsyayê weke ‘Tu di mijara Ûkraynayê de helwesteke sînordar nîşan bide, ez ê jî çavên xwe li polîtîkayên te yên li ser Qefqasyayê bigirim’ bû.

Ermenistanê li gel hilbijartina Paşinyan ya ji nû ve jî  peyameke têkildarî xurttirkirina têkiliyên li gel Yekîtiya Ewropayê û DYE’yê da. Bi vî rengî deriyên serdemeke ku bandora aktorên Rojavayî li Qefqasyayê zêde bibe vebûn.’’

Korkmaz piştre bal kişand ser meylên Ermenistanê yên di demên dawîn de û got: ‘’Ermenistan ji ber şeran gelekî westiya û daxwaza aşitiyê dike. Di heman demê de dibîne ku Azerbeycana ku Tirkiye û Îsraîl piştgiriyê didiyê, gelekî xurt bûye. Li rex vê yekê Ermenistanê di salên 2020 û 2023’yan de piştgiriya ji Rûsyayê hêvî dikir, nestand. Bi salên dirêj di warên polîtîkaya derve stratejiya ewlehiyê de pişta xwe dabû Rûsyayê. Lê belê ji ber ku ev bendewarî nehatin bicihanîn di polîtîkaya derve de berê xwe da curetiyê.’’

‘BANDORA RÛSYAYÊ YA LI ERMENISTANÊ BI TEMAMÎ JI HOLÊ RANEBÛ’

Toros Korkmaz di dewama axaftina xwe de got ku ew tevlî nêrîna ku bandora Rûsyayê ya li herêmê bi dawî bûye, nabe û ev yek anîn ziman: ‘’ Ne rast e ku mirov bibêje bandora Rûsyayê ya li herêmê bi temamî ji holê rabûye. Beriya her tiştî Ermenistan di warê aboriyê de girêdayî Rûsyayê ye. Li rex vê yekê li Rûsyayê gelek Ermeniyên ku dijîn û dixebitin hene. Her wiha li Ermenistanê leşkerên Rûsyayê hene û Rûsyayê hê jî li Ermenistanê baregeheke leşkerî heye. Rêveberiya Ermenistanê jî ji ber tecrûbeyên dîrokî naxwaze ewlehiya xwe bes bispêre Rojava. Paşinyan di polîtîkaya derve de li şûna ku têkiliya xwe ya li gel Rûsyayê bi temamî qut bike, berê xwe daye zêdekirina wan.’’

‘DI NAVA ERMENISTANÊ DE MUXALEFETEKE XURT A ALIGIRIYA RÛSYAYÊ DIKE, HEYE’

Dr. Toros Korkmaz piştre bal kişand sert hevsengiyên siyaseta navxweyî yên Ermenistanê û diyar kir ku nirxandinên têkildarî ku bandora Rûsyayê bi temamî ji holê rabûye, ne rast in û ev yek anîn ziman: ‘’Di nava Ermenistanê de hê jî muxalefeteke ku cidî ya aligiriya Rûsyayê dike, heye. Dêra Ermenî, derdorên karî yên li gel Rûsyayê dixebitin û hin derdorên aboriyê hê jî li nêzî xeta Rûsyayê ne. Her wiha beşeke mezin a dîasporaya Ermeniyan a li Ewropa û Emerîkayê piştgiriyê nade Paşinyan.  Ji ber vê yekê ez ne li bendê me ku di navbera Ermenistan û Rûsyayê de qutbûneke mezin çêbibe.’’

Korkmaz di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandorên normalbûna Tirkiye-Ermenistanê yên li ser herêmê û got ku li gel pêşketina têkiliyên dîplomatîk tê payîn ku deriyên sînor vebin û xetên rêhesinî ji nû ve vebin. Dr. Toros Korkmaz da zanîn ku normalbûna têkilyên di navbera her du welatan de wê ji aliyê aborî ve derfetên mezin pêşkêş bike her du aliyan û got: ‘’Wê têkiliyên bazirganî pêş bikevin. Tirkiye ji bo Ermenistanê bazareke girîng e. Her wiha Tirkiye jî dikare li ser Ermenistanê derfeta ku ku bi rehetî xwe bigihîne Asyaya Navîn bi dest bixe. Bi taybetî dibe ku bajarên ser xeta sînor ên weke Qers, Îdir, Agirî û Bazîdê zindîbûneke aborî û tûrîstîk pêk were.’’

‘TEVGERA KURD A DEMOKRATÎK DI 15 SALÊN DAWÎN DE PÊVAJOYEK DABÎN KIR’

Dr. Toros Korkmaz destnîşan kir ku asayîbûn bes ne di warê aborî de di heman demê de wê di warê civakî de jî encamên wê çêbibin, bal kişand ser girîngiya pêşketina têkiliyên di navbera gelan de û ev yek anîn ziman: ‘’Vekirina sînoran wê bibe sedem ku gel hevûdu baştir û ji nêz ve as bikin. Bi taybetî em dibînin ku tevgera Kurd a demokratîk di 15 salên dawîn de di mijara meseleya Ermeniyan de pêvajoyên girîng pêş xistiye. Pêşniyara ku di sala 2013’yan de li Meclîsê ji aliyê Sebahat Tûncelê ve hate dayîn û daxuyaniyên ji aliyê derdora HDP’ê ve hatine dayîn mînakên vê yekê ne. Piraniya Kurdên li herêmê bi sempatiyekê li Ermeniyan dinêrin.’’

‘PAŞINYAN DI MIJARA MAFÊN ÇANDÎ YÊN PÊKHATEYAN DE LI SER XETEKE EŞKERETIR E’

Dr. Toros Korkmaz piştre bal kişand ser veguherîna navxweyî ya li Ermenistanê jî û got: ‘’Rêveberiya Paşinyan,  her çend hejmara wan kêm jî be di warê parastina nasnameya kêmaniyan û pêşxistina mafên çandî de zêdetir qadên azadiyê vekirin. Ji ber ku Paşinyan nûnertiya xeteke siyasî ya lîberaltir û demokrattir dike. Ji bilî aboriyê wê encamên asayîbûna li gel Tirkiyeyê yên çandî û civakî jî çêbibin.  Zêdebûna têkiliyên di navbera gelan de, pêşketina têkiliyên çandî û xurtbûna piranîparêziyê wê nebaweriya di navbera aliyan de kêm bikin.’’

‘WÊ FIKARÊN ERMENISTANÊ YÊN TÊKILDARÎ EWLEHIYÊ BERDEWAM BIKIN’

Dr. Toros Korkmaz anî ziman ku lê belê tevî pêvajoya asayîbûnê jî wê fikarên Ermenistanê yên têkildarî ewlehiyê bi temamî ji holê ranebin, diyarkir ku Azerbeycan û Tirkiye pragmatîktir li nêzî pêvajoyê dibin û got: ‘’Ermenistan li gel lêgerîna aşitiyeke mayîn de ewlehiyê li nêzî vê pêvajoyê dibe. Ji ber ku haya wê ji encamên şerekî nû heye. Li hemberî vê yekê em dibînin ku Tirkiye û Azerbeycan di çarçoveyeke berjewendiyên pragmatîk û jeopolîtîktir de li meseleyê dinêrin. Ji ber vê yekê her çend pêngavên asayîbûnê werin avêtin jî em nikarin bibêjin ku wê fikarên Ermenistanê yên têkildarî ewlehiyê bi temamî ji holê rabin.’’

‘BLOKÊN DESTHILATDARIYÊ AŞITIYÊ LI GEL ÎDEOLOJIYA TÛRANIYÊ DINIRXÎNIN’

Dr. Toros Korkmaz di dawiya axaftina xwe de nêzîkatiya derdorên desthilatdariyê yên li Tirkiyeyê ya li ser mijara berbehs rexne kir û got: ‘’Nêzîkatiya îdeolojiya dewletê ya fermî û blokên desthilatdariyê ya têkildarî mijarê cuda ye. Tûranîtî di kevneşopiya dewletên Tirk de yek ji ekolên îdeolojîk e ku bandora xwe didomîne. Di nava bloka desthilatdariya roja îroyîn jî rêçên wê nêzîkatiyê hê jî hene.

Ji ber vê yekê  ez di wê baweriyê de me ku asayîbûna Tirkiye-Ermenistanê ji aliyê hin derdoran ve bes ne li gel perspektîfa aşitî û hevkariyê di heman demê de di çarçoveya armancên jeopolîtîk yên berfirehtir û îdealên Tûranîtiyê de tê nirxandin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’
Nûçeya Pişt re Yuksel Mûtlû: Madimak hîn jî ne ‘Muzeya Şermê’ ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyva Sor a Kurd bang li WHO’yê kir

Heyva Sor a Kurd êrîşên li ser taxên Helebê şermezar kir û di serî WHO…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê û Şaxa Rihayê ya ÎHD’ê bal kişandin ser çavkaniyên avê û…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (264)

Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da'eş le 'Amûdê (1)Hevpeyvîn legel Dr. Sîvan Se'îd profêsorî hawkar le…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?