Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Yuksel Mûtlû: Madimak hîn jî ne ‘Muzeya Şermê’ ye
Rojane

Yuksel Mûtlû: Madimak hîn jî ne ‘Muzeya Şermê’ ye

Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû diyar kir ku li gel têkoşînan civaka Elewî û rêxistinên civakî yên sivîl jî Otela Madimakê hîn nebûye 'Muzeya Şermê'.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komkujiya Madimakê ya Sêwasê ku 2’ê Tîrmeha 1993’an qewimî, ne tenê li nava civaka Elewî li hişê hemû derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê şopeke kûr hişt. Ji şahidên wê demê Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû li ser mijarê axivî.

Yuksel Mûtlû destpêkê qala wê demê kir û got, “Baş tê bîra min. Wê demê li Enqereyê bûm. Dema ku agahiya li ser Komkujiya Madimakê hat, bajar weke ku sekinî. Rêxistinên civakî yên sivîl, demokrat, derdorên çep-sosyalîst, Kurd… Her kes ji bo şermezarkirinê li hev kom bûn. Hejandineke civakî rû da.”

Yuksel Mûtlû anî ziman ku beriya komkujiyê atmosfereke tengezar hebû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Du hefte beriya 2’ê Tîrmehê di çapemeniyê de kampanyayek dihate meşandin ku Azîz Nesîn timî dikir hedef. Bi hinceta ku pirtûka ‘Ayetên Şeytan’ a Salman Ruşdî weşand, li hemberî Azîz Nesîn antî propagandayeke mezin hatibû destpêkirin. Dema ku mirov îro li wê demê vedigere û lê dinere, dibîne ku ev yek işareteke eşkere ya ji bo êrişê bû.”

Di dewama axaftina xwe de Yuksel Mûtlû ragihand ku Madimak di dîroka komarê de ne komkujiya destpêkê bû ku li hemberî Elewiyan hate kirin û got, “Nebû ya dawî jî. Piştî sala 1923’an Dersim, Zîlan û Koçgirî; piştre Çorûm, Mereş, Gazî, Meletî… Gelek komkujî hene ku di hişê civaka Elewî de bûn sedema birîneke mezin. Sala 1993’an dewletê rojekê tenê li bûyeran temaşe kir. Ne jenderme, ne polîs, ne midûrê emniyetê. Ti ji wan dest lê wernedan.”

Têkildarî pêvajoya darizandinê Yuksel Mûtlû got, “Li hemberî 124 kesan doz hate vekirin. Beşek ji wan demekê girtî man û hatin berdan. Beşek jî reviyan derveyî welat. Beşek jî li Sêwasê man. Herî dawî bi efûya Serokkomar du kes bi hinceta temen hatin berdan. Di sala 2012’an de dem di ser dozê re bihurî. Halbûkî sûcekî rêxistinkirî bû. Dadgehê ev yek li gorî sûcê rêxistinî nekirxand û polîtîkaya necezakirinê careke din hate meşandin.”

Yuksel Mûtlû bi bîr xist ku li welatên demokrasî lê nîne necezakirin lê heye û got, “Wê demê Serokwezîr Tansû Çîller got, ‘Şukir ji Xwedê re tiştek bi gelê me yê çalakger nehat’. Vê gotinê nêzîkatiya dewletê bi şênberî raxist pêş çavan. Weke ku bixwaze bibêje, yên ku mirin ‘dikarin bimirin’.”

Yuksel Mûtlû ragihand ku ji bo Otela Madimakê bibe muze civaka Elewî û rêxistinên civaka sivîl gelekî têkoşiyan û got, “Lê belê Madimak hîn jî ne muzeya şermê ye. Demekê hewl dan otelê bikin cihê kebabê; li ser nerazîbûna civakê dest jê berdan. Ji Dersimê heta bi Roboskî hesabê komkujiyan nehate pirsîn. Her ku kiryar bêceza bêne hiştin dibe ku bûyerên bi heman rengî li cihekî din dubare bibin. Heta ku demokrasî û aştiya rasteqîn li Tirkiyeyê pêk neyê ev rîsk ji holê ranabe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji ber hevsengiyên hêzê yên herêmî fikarên ewlehiyê yên Ermenistanê dewam dikin’
Nûçeya Pişt re Rêber Apo peyamek ji rojnameya Komînal re şand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kobanê 22 roj in dorpêçkirî ye

Dorpêça komên ser bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser Kobanê di roja 22'an…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakvanên Nobeta Edaletê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê de ku li gelek bajaran didomin, hate xwestin ku pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê çareseriyên rastîn girîng in

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezai Temellî, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclîsê li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?