Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji bo bîranîna Nagihan Akarsel li Parîsê komxebata jinan hate lidarxistin
Jin

Ji bo bîranîna Nagihan Akarsel li Parîsê komxebata jinan hate lidarxistin

Li Parîsê ji aliyê Akademiya Jineolojî û TJK-F’ê ve ji bo bîranîna hemû jinên têkoşer ên hatine qetilkirin, komxebatek hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Akademiya Jineolojî û TJK-F’ê ve komxebatek berfireh hate lidarxistin. Ji gelek deverên cîhanê nûnerên rêxistinên jinan tevlî komxebatê bûn. Jinan di komxebatê de li ser femînîzm, bîranîn, fêmkirina jiyana jinên têkoşêr û bûyîna bersiva pirsgirêkên jinan nîqaş kirin.

Komxebat ji aliyê Lison Noël û Marlen Schafers ve hate birêvebirin. Di komxebatê de ev bangawazî hate kirin, “Li çar aliyên cîhanê ji ber ku jin di lêgerîna xwe ya jiyana azad, bi rûmet û edaleta civakî de israr dikin, tên armanc girtin, tên wendakirin û tên kuştin.”

Her wiha mebeste komxebatê wiha hate vegotin, “Ji bo bîranîna salvegera sêyemîn a kuştina hevala me Nagihan Akarsel, em bi germî we vedixwînin panel, nîqaş û çalakiyên hûnerî yên li dijî qetilkirina jinan. Qetilkirina jinan mijarek civakî û siyasî ye. Armanca me ew e, em analîzên kûr li ser sedemên bingehîn, armanc û bandora feminisîd goftûgo bikin.”

Axaftina komxebatê ya vekirinê ji aliyê endama TJK-E’yê Meral Çîçek ve hate kirin. Meral Çîçek di axaftina xwe de got, “Di serî de dixwazim ji bo lidar xistina vê komxebata giranbuha spasiya Akademiya Jineolojî bikim. Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hemû axaftvan û beşdaran bi rêzdarî silav dikim.”

Meral Çîçek di axaftina xwe de Nagihan Akarsel bibîr anî û got, “Di şexsê hevrêya me Nagihan Akarsel de hemû jinên azadîxwaz ku di oxira avakirina jiyaneke birûmet, wekhev û azad de canê xwe dane, bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînim.”

Meral Çîçek mebesta komxebatê bi van gotinan anî ziman, “Qirkirina jinê – feminicide – dikare weke şerê herî dirêj di dîroka mirovatiyê de bê penasekirin. Destpêka vî şerê di heman demê de qelişîna herî mezin di nav dîroka civakbûyînê de temsîl dike. Ji vê demê ve heya roja me ya îro, yanî di nava bi hezaran salan de, bêhesab û bêhejmar jin ji ber ku jin in ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û piranî kujer an jî berpirsiyarên li pişt bûyerê nehatin darizandin û cezakirin. Ji bo vê dema em behsa qirkirina jinê dikin divê em di heman demê de li ser pirsgirêka edaletê jî bisekinin. Edalet jî xwe dispêre heqîqetê. Heqîqet ji tarîtiyê neyê derxistin edalet pêkan nabe. Ji ber vê têkoşîna me li hemberî qirkirina jinê di heman demê de têkoşîna edalet û heqîqetê ye. Ji bo edaletê em heqîqetê dixwazin: Ji bo Sakîneyan, ji bo Nagîhanan, ji bo Evînan. Li Parîsê û li her derê.
Ji bo Berta Caceres, Leonela Tapdasan Pesadilla, Mariella Franco, Noxolo Nogwaza, Dulcie September û hemû jinên têkoşer ku bûn qurbanê kuştinên siyasî.

Ji bo xwişkên me yên li Efganistanê, li Sûriyeyê, li zindanên Îranê, Efrîqa, li Abya Yala, li Ûkrayna û Filistînê. Li seranserê cîhanê.

Kampanyayên bi navê ‘Jin Jiyan e, Jiyanê Nekuje’, ‘Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye’, ‘Na ji çanda tecawuzê re’ û ‘Na ji qirkirina jinê re’ çend mînak in. Bi riya wan kampanyayan hem di nava civaka Kurd de ferasetên şaş ên namûsê û aqlê zayendperest hatin lêpirsînkirin hem jî bi rêxistinên jin ên navnetewî têkoşîna hevpar hate meşandin. Divê em kar û xebatên wiha bi domdarî û bi perspektîfeke jineolojîk hîn xurttir pêş bixînin.”

Meral Çîçek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî, “Qirkirina jinê fenomeneke bêwext û bêmekan e. Bi cihekê yan bi qonaxekê re sînordar nîne. Di vê wateyê de li kêleka heqîqet û edaletê, armanca têkoşîna me, pêşî girtina kuştina jinan e. Em dixwazin pêşiya qirkirina jin bigrin. Ji bo vê em jî dibêjin ‘Ni Una Menos!’ Divê em hevdû biparêzin, tenê nehêlin, xwedî li hevdû derbikevin, formên şênber ên piştgirî û têkoşînek hevpar a bibandor pêş bixînin. Hêsan nîne. Lê divê em riyek bibînin an jî riyek nû vekin. Bi afinêrî û hêza aqlê jin. Ez bawer dikim ku kombûna me ya îro bi pêşengtiya Akademiya Jineolojî, bi nêrîn û ezmûnên jinên aqilmend, bi performansên afrîner ên jinên hunermend û bi beşdarbûyîna we hemûyan, xizmeta vê armanca mezin bike.”

Piştî axaftina Meral Çîçek li ser navê endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya axivî û ji bo pêşî girtina kuştina jinan çi dikare bê kirin, perspektîfek berfireh anî ziman. Elîf Kaya wiha axivî, “Qirkirina jinê qirkirina herî kevne û bi gelek pêkhateyan û qatmanan pêk tê. Li ser ruyê cîhanê her roj hejmara qirkirina jinê di asta şereke cîhanê de pêk tê. Li gorî Rapora Yekîneya Jin a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2023’yan hat weşandin, di nav salekê de li ser rûyê cîhanê zêdeyî 51.000 jin hatine kuştin. Ji aliyê hevjîn, hezkirî, partner anjî endameke malbetê ve hatine kuştin. Li gorî vê her 10 deqe yek jin tê kuştin. Li hemberî qirkirina jinê tevgerên jinan her çiqes tekoşîn bilind kiribe jî di aliyê qada akademik de ji bo vê mijarê em nikarin bêjin eleqeyeke mezin hatiye nîşandan. Ev jî yek ji wan sedemane ku daneyên jinên politik baş nayên zanîn. Ji bo vê yekê bi aliyên saziyên navnetewî re eleqeyeke mezin bi qirkirina jinên politik re nayê nişandan. Tê paşguhkirin.”

Elîf Kaya ji bo çareseriya pirsgirêka jinan got, “Ji bo vê yekê pêşî girtina qirkirina jinê him zor û zehmet e him jî tekoşîneke piralî dixwaze. Encex bi rêxistinên girseyî, bi pêşxistina xebatên îdeolojîk û sazî, di derdora xalên hevpar de kombûn, di nava tecrûbeyên cuda de tor avakirin, bi avakirina platformên hevpar em dikarin pêşî li qirkirina jinê bigirin.”

Li ser navê Jinên ku Pêşêrojê Ava Dikin (Network Women Weaving the Future) Dilar Dîrîk mafê axaftinê girt û got, “Ji bo bidawîkirina kuştinên jinan, tenê daxwazên parastinê yên sînordar an jî sozên wisa çareserî nayînin. Pêwîstî bi xweparastina xweser heye. Bi taybet di çarçoveya ku em wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin de, ji bo eşkerekirin û rû bi rû mayîna jinan a bi rejîmên şerker re em hewceyî hevgirtinên siyasî û civakî yên antî-emperyalîst û antî-mîlîtarîst dibînin. Ev ne tenê dikare helwesteke ‘dijber’ a neyînî be – herwiha divê perspektîf û vîzyoneke bihêz ji bo jiyaneke azad, ji bo cîhaneke azad, ji bo aştiyê hebe. Ev tê wateya rizgarkirina ked û nêrînê ji mêtîngeriyê. Ya herî girîng, ji ber ku em li hemberî pergaleke ku ji bo pere û desthilatê bê dudilî mirovên herî bedew ên jiyana me bi xwînsarî dikuje re rû bi rû ne.”

Ji ber ku endama Akademiya Jineolojiyê Nesrîn Akgul nikaribû tevlî komxebatê bibe, li ser navê wê 
Ezgî Çelîk peyama wê xwend. Di peyamê de bi kurtî wiha hate gotin, “Em hemû hîn jî di şokê de ne ku çawa rejîma serdestiya mêran bi navê ‘evîn’ û ‘namûsê’ kuştinên jinan bi awayekî sîstematîk û bi xerabiyeke asayî pêk tîne. Gava em bi kujerê kastîk re rû bi rû dimînin, em fêr dibin ku ev şok bi rastî rewşeke bêdawî ya rû bi rû bûna sîstemeke hovane ya tundiyê ye ku ji dîrokê heta roja me ya îro hatiye. Em ji bîr nekin ku nêzîkbûna li heqîqetê hêza herî mezin e û tu hêz nikare mirov wek ketina rêya heqîqetê bi hêz bike!”

Di komxebatê de ji aliyê Koma Lêkolînên Hûnerî ya Jineoloji, Projeya Neqiş a Jineolojî Provence Asli Fîlîz ve bernameyên çandî hatin pêşkêşkirin.

Komxebat bi nîqaş, panel, bernameyên çandî û parvekirina danahevan dewam kir. Herî dawî jinan bi dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” komxebat bidawî kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amedê jiyana civakî li qada xwecihî jinûve tê avakirin
Nûçeya Pişt re Civîna NY’ê: Li Iraqê di mijara windayan de ti pêşketin nîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredarê AKP’yî û midûrê emniyetê jî hilbijêrê xeyalet in!

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ragihand ku Şaredarê Akdenîzê yê AKP'yî û Midûrê Emniyetê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nazim û Cîhan

Li Bakurê Kurdistanê tevî zextên dewleta Tirk a faşîst, Nazim û Cîhan li gelek qadên…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Mûglayê febrîqeyeke veguherandinê dan ber agir

Milîsên Benda Amed ên HBDH’ê ragihand ku wan li navçeya Koycegîz a Mûglayê, bi teknîka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Şêranê meşa ‘Dema azadiya jinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Mirina li ser rêya koçberiyê dewam dike: Sala 2025’an nêzî 8 hezar kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?