Bêrîvan Meryem Uzkaş (Jînda Şerker) 3’yê Tîrmeha 2018’an li Qada Aris Faris a Avaşînê di şer de şehîd bû. Ji bo şehîd li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê taziye hate danîn. Gelek kes tevlî taziyeyê bûn. Taziye bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di dema temaşekirina sînevîzyonê de jî, bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Sardana taziyeyê piştî xwendina mewlîdê, dua û sersaxiyê bi dawî bû.

