Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Hayrî Çapakçur (Hakan Açan) ku 5’ê Nîsana 2017’an şehîd bû, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Çewlîgê taziye hate danîn.
Gelek kesên serdana taziyeyê kirin, sersaxî ji malbata Açan re xwestin. Serdanên taziyeyê wê tevahiya rojê dewam bike.
Her wiha ji bo gerîlayê HPG’ê Piling Elî Varto (Mustafa Aksoy) ê 1’ê Mijdara 2018’an li Garê şehîd bû, li Kanîreşê taziye hate danîn.
Sibe jî wê li Çêrme ji bo gerîlaya YJA Starê Azîme Delîl (Yasemin Goze) taziye bê danîn.

