Muzîkjenên Behra Reş Îsmaîl Hakki Demîrcîoglû û Fûat Saka bi rêya ajansa me têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk peyamên xwe ragihandin.
Fûat Saka diyar kir ku daxwazkirin û parastina aştiyê tiştekî xwezayî ye û got: “Navê wê li ser e ‘aştî.’ Heke aştî aramyê bîne ji bo herkesî, divê wiha be. Aştî bi xêr hat; divê em ne jê bitirsin, divê em hemêz bikin.”
Saka da zanîn ku hemû mirovên li ser vê axê dijîn xwişk-bira ne û divê êşên berê bi dawî bibin. Saka, got ku ji bo avakirina civakeke demokratîk divê gavên bihêztir bên avêtin û bi vî rengî bang li siyasetmedaran kir: “Ez bawer dikim ku divê rêveberên vê welatî di vê mijarê de hê bêhtir hesas bin. Hêvî dikim ku ew rojên dostanî û xwişk-biratî ne dûr in. Li vir peywira mezin dikeve ser milê siyasetmedaran.”
Saka diyar kir ku huner pêşdaraziyan dişikîne û mirovan tîne cem hev û got ku ji ber vê yekê divê hunermend hê bêtir piştgirî bidin pêvajoya aştiyê. Saka wiha domand: “Têkiliya hunermendan bi vê pêvajoyê re pir girîng e. Divê fîlm û muzîkên li ser xwişk-biratî, dostanî û aştiyê bên çêkirin. Tên çêkirin jî, lê gelo bes in? Bi dîtina min ne bes in, divê em hê bêtir kedê bidin.”
‘DIVÊ MIROV BIKARIBIN BI ZMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ BIAXIVIN’
Fûat Saka bal kişand ser azadiya muzîkjenên Kurd û zimanê Kurdî jî û got: “Bêguman divê mirov di her qadê de bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Tiştekî ji vê xwezayîtir nîne. Dema em dibêjin ‘azadî’, pirsa: azadiyek çawa? dikeve bîra me. Divê em bersiva vê di sîstemê de bibînin û kêmasiyan rast bikin. Bêguman ji dil bûn li vir pir girîng e.”
‘EM BI BERHEMÊN XWE AŞTÎ Û XWIŞK-BIRATIYÊ BIPARÊZIN’
Muzîkjen Îsmaîl Hakki Demîrcîoglû got ku divê hunermend bi gotin û berhemên xwe berjewendiya aştî û xwişk-biratiyê biparêzin. Demîrcîoglû, diyar kir ku şer zirarê dide hemû gelan û got: “Ji ber ku muzîk ji gotinê hêsantir tê fêmkirin, têkiliya wê bi gel re jî hêsan e. Li vir bawerî pir girîng e. Divê mirov ji hev fêm bikin û ji hev hez bikin. Mixabin rêveberên cîhanê bi dijminatiyê zirarê didin me hemûyan.”
Demîrcîoglû da xuyakirin ku ji ber qeyrana aborî mirov ji çalakiyên hunerî dûr ketine û wiha axivî: “Mirov bêhêvî û bêkelecan bûne. Ji ber şert û mercên giran ên aboriyê, gel nikare bên çalakiyan. Gel ji hunerê qut kirin. Heke em vê rewşê neguherînin, karê me dê pir zehmet be.”
Demîrcîoglû anî ziman ku muzîk di navbera gelan de pira navxweyî ava dike û got ku di navbera gelan de ti pirsgirêk nîne, ew dikarin bixwe li rêyên çareseriyê bigerin. Demîrcîoglû, bi vî rengî behsa konsereke xwe ya li Amedê kir: “Di destpêka salên 2000’î de li Amedê di konserekê de, polîsan xwest ku em bi rêyeke din biçin ser dikê. Lê gel bi hezkirin rê ji me re vekir û em wiha çûn ser dikê. Di nav gelan de pirsgirêk nîne, heke gel azad bê hiştin dê rêyekê bibîne.”
‘HEM KURDÎ HEM JÎ HUNER DÊ HÊ AZAD BIBIN’
Demîrcîoglû anî ziman ku awaz û lawje êş û tecrûbeyên civakê vedibêjin û behsa rola muzîkê di bîra civakî de kir û wiha got: “Stran mîna derman in. Hem nexweşiyê dibînin hem jî derman dikin. Ji bo kesên ku fêm dikin stargeh e. Gotinek heye dibêje ‘Hêza stranan ji ya çekan mezintir e.’ Ji ber vê yekê desthilatdarî ji stranan ditirsin.”
Demîrcîoglû diyar kir ku eger pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve, Kurdî û huner dê hê azad bibin û got: “Muzîkjen dê bikaribin hêsantir konseran bidin. Kurdî jî wiha. Mînak, diya min laz e, bavê min hemşînî ye, lê lazî fêrî min nekirin. Heke min lazî bizanibûya, min dê bi lazî jî stran bigotana. Min dixwest ku mîna Aşik Veysel û Muharrem Ertaş, hozanên ku bi Kurdî derdên civakê dibêjin hebûna.”
‘DEMOKRATÎKBÛN PIR GIRÎNG E’
Demîrcîoglû bal kişand ser girîngiya demokratîkbûnê û li dijî binpêkirina mafan derket. Demîrcîoglû, got ku ji siyasetmedaran bêtir, fêmkirina gel girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Demokratîkbûn pir girîng e. Hiqûq naxebe, pirsgirêkên din hene ku divê bên çareserkirin. Gelek destkeftiyên me winda bûn. Mirovên bêguneh hene ku bedelên giran dan. Ji siyasetmedaran bêtir, fêmkirina gel girîng e. Wateya gotina min ji siyasetmedaran re nîne. Rehm û wijdan divê hebe.”

