Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî
Rojava

Ji Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî

Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî da destpêkirin ku hemle têkildarî zagonên di nava malbatê û sûcên li dijî jinan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endama Rêveberiya Rêxistina Sara, Arzû Temo li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Arzû Temo di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir hemle li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye û dirûşmeya hemleya wan; ‘Em hevî ne, Em aşîtî ne’ ye  got: ‘’Bi dirûşmeya; ‘Em hevî ne, Em aşîtî ne’’ hemleya me a li dijî tundî û qetilkirina jinan hate destpêkirin. Hemleya me li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di vê hemleyê de wê herî zêde gund û bajarok werin dest girtin û du mehan berdewam bike. Armanca me ji vê hemleyê danasîna zagonên malbatî û tundiyê ye. Heta niha li hemû herêmên me zagonên malbatî nehatine danasîn û girêdayî vê yekê me hemleyeke bi vî rengî da destpêkirin. Her wiha li hemberî qetilkirina jinan weke ev zagon weke mertalekê ne.

 

Arzû Temo di dewama axaftina xwe de anî ziman ku wê di demên pêş de sê ofîsên Rêxistina Sara li sê herêmên cuda werin vekirin û axaftina xwe wiha domand: ‘’Divê sûcên ku li dijî jinan tên kirin, weke hemû sûçên din bê ceza nemînin. Li gelek herêman jin tên qetilkirin ku ew herêm zêdetirî ew herêmên ku Ereb lê dimînin. Ji bo sala 2024’an plana me ew e ku em li Reqa, Minbîc û Tebqayê sê ofîsan vekin. Her wiha li wan herêman  heta niha jî zîhiyeta baviksalarî serdest e.’’

Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Arzû Temo eşkere kir ku wê hemleya hişyariya ji bo di navbera her du zayendan de bi dawî nebe û wiha got ‘’Weke Rêxistina Sara ev hemleya me ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye. Her wiha hemleya me ji bo hişyarîdayîna civakê ye û rûniştandina zagonan e. Bi van zagonan em hewl didin ku pêşiya tundiya li ser jinan bigirin û civakeke ku tundî lê nayê jiyîn ava bikin. Ji ber wê jî hemleya me wê bi dawî nabe û her wiha wê hemleyên din ên nû jî pêk werin.’’

Temo di dewama axaftina xwe de diyar kir hemle li ser daxwaza civakê hatiye destpêkirin û wiha pêde çû: ‘’Hemle girêdayî daxwaza civakê hate destpêkirin ku welatî bi xwe jî dibêjin ku pêdiviya wan bi hişyariyên bi vî awayî û danasîna zagonên malbatî heye. Weke Rêxistina Sara em dozên girêdayî jinan dişopînin û li ser kar dikin. Kevneşopiyên eşîrtiyê heya niha bandoreke mezin li ser civakê ava kiriye. Her wiha kevneşopiyên baş jî di nava civakê de hene ku em ê parastina wan jî bikin. Lê belê ev kevneşopî di hin aliyan de şaş hatine femkirin û ji ber wê jî em dixwazin ku wan şaşfêmkirinên têkildarî kevneşopiyan li holê rakin û bi awayekî rast wan di nava civakê de belav bikin.’’

Arzû Temo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li  herêmên dagirkirî li dijî jinan gelekî sûc tên kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Dewleta Tirk a dagirker herêmên me yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kiriye û li wan herêman rojane destdirêjî li ser jinan tê kirin, jin tên revandin û tên kuştin. Her wiha li wan herêman kesên ku van sûcan dikin jî nayên cezakirin û hemû dozên ku vedibin jî bi awayekî nediyar tên girtin. Em weke Rêxistina Sara nikarin derbasî li wan herêman bibin lê belê em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila  derbasî li wan herêman bibin û sûcên ku li dijî jinan tên kirin,  werin belgekirin û ji dadgehên navneteweyî re werin pêşkêşkirin û sûcdar werin cezakirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê têkildarî DAÎŞ’ê hişyarî da: Divê teqez helwest bê nîşandan
Nûçeya Pişt re MXDŞ’ê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Nepalê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 903’an

Li herêma Rasuwa ya Nepalê ku li ser sînorê Çînê ye, hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt…

Ji aliyê Stêrk TV

Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

Girseya gel bi dirûşma "Şehîd namirin" serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê Hasîbe Karataş…

Ji aliyê Stêrk TV

Li başûrrojhilatê Taywanê erdheja bi 6,1 pileyî

Li herêma Taitungê ya li başûrrojhilatê Taywanê bi 6,1 pileyî erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?