Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Jimartina dengan bi dawî bû, li hin bajaran pêşhilbijartin ji tûra duyemîn re ma
Rojane

Jimartina dengan bi dawî bû, li hin bajaran pêşhilbijartin ji tûra duyemîn re ma

DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên bajar û navçeyan û endamên meclîsên 10 bajaran pêşhilbijartinên pêk anîbû, bi dawî bûn. Li gelek bajar û navçeyan ji ber ku 50+1 deng nehat bidestxistin hilbijartin ji tûra duyemîn re ma.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li 10 bajaran ji bo diyarkirina namzedên hevşaredarên bajar û navçeyan û endamên meclîsê bi dawî bû, jimartina dengan destpê kir. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li 90 navendan ji bo diyarkirina namzetên hevşaredaran, namzetên meclîsên bajaran û endamên meclîsa şaredariyan sindoq hatin danîn.

ŞIRNEX

445 delegeyan di 3 sindoqên ku li salona konferansê ya avahiya 
DEM Partî ya Şirnexê hatine danîn de dengê xwe dan.

Pêşhilbijartina ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat, heta saet 16:00’an dewam kir. Beriya jimartina dengan dest pê bike parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu axaftinek kir û got, “Em dizanin ku gelê me bi partiya xwe bawer e. Me bi vê baweriyê ev pêşhilbijartin çêkir. Em hewl didin bi hemû hêza xwe bibin layiqê vê baweriyê.”

Bi destpêkirina hilbijartinê re welatiyan kaxez û pênûs hildan û yek bi yek hejmartin nivîsandin û not girtin. Piştre sindoqên 100 1, 102 û 103 hatin vekirin û deng hatin jimartin. Di hilbijartinê de 3 namzetên mêr ketin ber hev. Di hilbijartina seretayî de Turan Saltan 331, Sabrî Soysal 76 û Osman Çavlak jî 38 deng stendin.

Ji bo Meclîsa Giştî ya Bajêr 6 jin û 10 zilam ketin pêşhilbijartinê. Endamê PM’ê yê DEM Partiyê Ahmet Îstek têkildarî daneyên hilbijartinê daxuyanî da û diyar kir ku wê encamên hilbijartinê ji navenda giştî re bên şandin û piştre jî encamên dawî ji aliyê navendê ve bên eşkerekirin.

MÊRSÎN

DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê li Salona Dawetê ya Şaxê “dengdana gel” li dar xist. Encama dengdana ku gelên Behra Spî bi taybet Meclîsa Dayikên Aştiyê bi awayekî berfireh tevlî bûn, hate eşkerekirin.

Di dengdayîna ku 737 delegeyan deng dan û 16 deng betal bûn de Mehmet Altuntaş 307, Hoşyar Sariyildiz 271, Mehmet Şîrîn Kaya 103 û Mehmet Alîş jî 34 deng standin. Ji namzetên jin Nuriye Arsalan 260, Zerîfe Genç 157, Fatma Demîr 126 û Hulusî Ayhan Keskîn 121 deng girtin. Pêşhilbijartin di tûra duyemîn de di navbera namzetên hevserokatiyê yên mêr Mehmet Altuntaş û Hoşyar Sariyildiz û namzetên jin Nuriye Arslan û Zerîfe Genç de derbas bibe.

Hat diyarkirin ku tûra duyemîn a hilbijartinê wê sibê saet di 10.00 de li Salona Dawetê ya Şah pêk were.

RIHA

DEM Partiyê ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên navçeya Wêranşar pêşhilbijartina pêk anî. Di pêşhilbijartina ku li Salona Konferansê ya Fethî Yildirim a li avahiya partiyê hat lidarxistin de 645 delegeyan di 6 sindoqan de deng dan. Ji ber ku tu berendamek ji sedî 50’ê dengên jin û mêr negirt, ji bo diyarkirina her du namzetan pêşhilbijartin ji tûra duyemîn re ma. Sibê Hidir Oktay û Fadil Mendanlîoglû û Ruken Baran û Dîlan Dogan ji bo namzetiyê wê di duyemîn de têbikoşin.

WAN

Di pêşhilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 3 jê jin 12 namzet ketin ber hev. Li navçeya Qelqelî, Serav, Bêgirî, Ebex û Payîzava pêşhilbijartinên hatin taloq kirin, lê tê payîn ku rêjeya dengên namzetên hevşaredarên Bajarên Mezin, piştî pêşhilbijirtanên van navçeyan zelal bibe.

Rewşa navçeyên ku pêşhilbijartin lê hat kirin wiha ne:

Li navçeya Wan Rêya Armuşê, Tuşba, Elbak, Artemêtê jî hejmartina dengan heta nîvê şevê dewam bike, navçe û bajêr ku zelal bûne wiha ne:

*Westan: Di pêşhilbijartinên ku li navçeya ku tenê namzetek jin hebû de Bedrettîn Dînçer 35 û Ruknettîn Hakan jî 32 deng girtin. Hilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.

*Şax: Di pêşhilbijartinan de Reşat Eraslan 107 deng û Alî Osman Baran jî 47 deng standin. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve were diyarkirin, pêşhilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.

*Erdîş: Li navçeya ku pêşhilbijartin derbasî tûra duyemîn bû Baran Bîlîcî 301 û Şakir Asîl jî 123 deng girtin. Di nava namzetên jin de Guler Temel 191 û Menekşe Kizildere jî 176 deng wergirtin.

ERZIROM

*Xînûs: Di pêşhilbijartinan de Ahmet Tîma 53 û Naîm Demîr jî 47 deng standin. Pêşhilbijartinên li navçeya ku wê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bên diyarkirin, di tûra duyemîn de ye.

*Qereyazî: Di pêşhilbijartinê de Fuat Tutkun 70, Yilmaz Tunç jî 57 deng girtin. Pêşhilbijartin dê derbasî tûra duyemîn bibe, namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve were diyarkirin.

*Qereçoban: Di dengdayîna ku li navçeyê hat kirin de Kazim Erhan 60, Hevşaredarê niha Halît Uvun jî 45 deng standin. Pêşilbijartin derbasî tûra duyemîn bû. Hevşaredariya jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.

*Tatos: Di pêşhilbijartinê de Abdurrahman Sever 89 û Nîhat Tek jî 34 deng girtin. Li navçeya ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin, hilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.

COLEMÊRG

*Navenda Colemêrgê: Ji namzetan Sînem Seven 248 deng, Viyan Tekçe 315, Mehmet Sıddık Nakit 240, Şukru Çallı 272 deng girtin. Ji ber ku ji sedî 50+1 dengên jin û mêr bi dest nexist ji tûra duyemîn re ma.

*Şemzînan:Di pêşhilbijartina ku li Rêxistina Pêsan a Taxa Pêsan a 2 kîlometre dûrî navenda navçeyê pêk hat, ji namzetan Nazdar Opengîn 281, Medîne Tekîn 142 û Naîf Eroguz jî yek ji namzetên mêr ên hevserokatiyê 142 û Şukru Kaya jî 113 deng girtin. Di encama pêşhilbijartinê de yek ji namzetên hevserokatiya jin Nazdar Opengin bi 281 dengan, Şukru Kaya û Naîf Eroğuz derbasî tûra duyemîn bûn. Di tûra duyemîn de Nazar Opengin û Naîf Eroguz wek hevşaredarên şaredariyê hatin hilbijartin.

MÛŞ

*Navenda Mûşê: Di pêşhilbijartinê de Mehmet Suat Ertugrul 122 û Sirri Soylemez 204 deng standin. Pêşhilbijartina li bajarê ku dê namzeda jin ji aliyê komîsyonê ve were diyarkirin, derbasî tûra duyemîn bû.

*Kop: Di pêşhilbijartinê de Arafat Kardagî 89 û Abdullah Tokyay jî 80 deng standin. Namzeta hevserokatiyê ya jin Aryan Dogan di tûra yekemîn de bi 212 dengan hate hilbijartin, namzetên hevserokatiyê yên mêr derbasî tûra duyemîn bûn.

*Milazgir: Di hpêşilbijartinên navçeyê de namzetên hevserokatiya jin Gulîstan Ozel 217 û Sema Tekîn 168 deng, namzetên hevserokatiyê yên mêr Ahmet Kenan Turker 236 û Îlhamî Eren jî 89 deng stendin.

*Gimgim: Di pêşhilbijartinan de Giyasettîn Aydemîr 233 deng stend û Gulbahar Kaya jî bi 118 dengan di tûra yekem de bû namzeta hevserokatiyê.

ÎDIR

*Navenda Îdirê: Di pêşhilbijartinan de Mehmet Nûrî Guneş 177, Mehmet Çirka 70 û Huseyîn Akçin 70 deng girtin. Di nava namzetên hevserokatiya jin de Nejla Kul 200 û Evîn Serhat jî 114 deng girtin. Hilbijartinên li Îdirê derbasî tûra duyemîn bûn.

*Tozan: Di pêşhilbijartinê de Mustafa Maman 45 û Yilmaz Korkusuz jî 43 deng girtin. Pêşhilbijartin derbasî tûra duyemîn bû, wê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve were diyarkirin.

AGIRÎ

*Navenda Agirî: Di pêşhilbijartinan de Maşuk Arpaç 93 û Memet Akkuş jî 89 deng wergirtin. Namzeta hevşaredariya jin Hazal Aras beriya tûra duyemîn bi 283 dengan bû namzeta Hevşaredariya Agiriyê. Ji bo namzetên hevserokatiya mêr sibe tûra duyemîn a pêşhilbijartinê tê kirin.

*Bazîd: Di pêşhilbijartinan de Kenan Alkan 227 deng, Nûrî Çelîk 148 deng, Gonûl Ozturk 140, Aygûl Aşan jî 134 deng standin. Hilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.

*Panos: Di pêşhilbijartinan de namzetên hevserokatiyê yên jin Rojbîn Kartal 176, Solmaz Ozlen 192 deng, namzetên hevserokatiyê yên mêr Mîr Bedirxan Ayaz 113 û Cabîr Tozan jî 119 deng stendin. Hilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.

*Giyadîn: Di pêşhilbijartina ku li navçeyê hat kirin de Adnan Dogan 74 û Evren Demîr jî 49 deng stendin. Pêşhilbijartin derbasî tûra duyemîn bû, dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve were diyarkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Endamên Grup Yorûmê hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re HPG: Meha Çileyê di 79 çalakiyan de 99 dagirker hatin cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MGK’ê rapora binpêkirina mafan a meha Îlonê eşkere kir

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina maf a meha Îlonê eşkere kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tişrînê berxwedana gel a li dijî êrîşan mezin dibe

Li gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

Li eywana Manastira Katharien a li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê lîstika şanoya yekkesî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?