Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Jinên ber bi azadiyê ve dimeşin: ‘Azadiya Rêberê me xeta me ya sor e’
Rojane

Jinên ber bi azadiyê ve dimeşin: ‘Azadiya Rêberê me xeta me ya sor e’

Meşa bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir, di roja duyemîn de li navçeya Xelfetî ya Rihayê dewam kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin û meş gihişt navçeya Xelfetî ya Rihayê. Meşvanên ku di saetên serê sibehê de bernameya xwe ya li Curnê Reş emam kirin û dest bi meşê kirin, li Parka 4’ê Nîsanê ya li navenda Xelfetiyê ji hêla bi sedan jinan ve hatin pêşwazîkirin. Meşvan, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Mafê heviyê mafê gelan e” hatin pêşwazîkirin. 

PEYAMA LEYLA GUVEN

Piştre jî girseyê tevî meşvanan govend gerand. Di daxuyaniya li vir de ji ewil peyama siyasetmedara Kurd Leyla Guven şandî hate xwendin. 

Peyama Leyla Guvenê wiha ye: 

“Jinên delal…  Têkoşîna me li dijî zîhniyeta serdest ku hewl dide pêşeroj û hêviyên gelê me bidize, bi hebûna me dest pê kir. Jin dizanin ku zîhniyeta serdest ne çarenûsa tu civakê ye. Ji ber vê yekê ew hewl didin ku jinan tecrîd bikin û di her fersendê de ji jiyanê qut bikin da ku ev rastî neyê naskirin. Tevî hemî polîtîkayên zordar ên pergala serdest, em di girtîgehan û di her aliyê jiyanê de difikirin, hildiberînin, dinivîsin û xêz dikin. Qîrîna ‘Jin jiyan azadî’ ku dev bi dev, welat bi welat û li her meydanek giştî tê bihîstin mînaka herî berbiçav e. Divê ew bizanin ku jin mîna kevirên di çem de ne. Ew bi hêsanî nayên tunekirin.

Her çend laşên me dîlgirtî bin jî, dilên me dê bi we re bin. Hûn li ser wan rêyan in wekî neviyên hemî jinên ku li wan axan dijîn, Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen. Em meşa we bi giyanek hevaltiya komunal a li ser bingeha hesasiyeta jinan a ji bo ‘Banga ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a fîlozofê serdema me, rêberê gelan, Birêz Abdullah Ocalan, silav dikin. Azadiya rêbertiya me, ya ku got ‘civak bêyî azadiya jinan, azad nabe’ û şoreşa jinan a yekem a cîhanê pêk anî, xeta me ya sor e. Rewşa wî wekî danûstandinkarê sereke jî azadiya wî hewce dike. Di ronahiya azadiya rêbertiya me de, em jin niha rê û çarenûsa xwe diyar dikin. Hezar silav ji hevalên ku di vê rêyê de bûne stêrk.”

‘DIVÊ KOMÎSYON TEQEZ GUHDARÎ BIRÊZ OCALAN BIKE’

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçarê got ku meşa jinên Kurd tu caran xelas nebûye û got: “Mînaka herî mezin a neçareserkirina pirsgirêka Kurd û bêtehemûliya li dijî Kurdan Îmrali ye. Li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî fîzîkî dîwar hene lê ev dîwar bi berxwedana birêz Ocalan hatine tunekirin.”

Çîgdem Kiliçgun Uçarê bal kişand ser “Mafê hêviyê” û biryarên DMME’yê û got: “Nêzî saleke pêvajoyek heye. Di vê pêvajoyê de birêz Ocalan tişta pêwîst kir. Ji bo aştiyê tişta ji dest kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd çekên xwe şewitand. Lê dewletê heta niha tiştek nekiriye. Komîsyona li Meclisê hema hema li her kesî guhdarî kir lê li aktorê sereke yê pêvajoyê, li birêz Ocalan guhdarî nekir. Divê komîsyon teqez li birêz Ocalan guhdarî bike.”

‘HETA KU AZAD DIBE EM Ê BIMEŞIN’ 

Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku divê Meclis gavên bi wêrek biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Kurd dixwazin bi Rêbertiya xwe bimeşin. Heta ku birêz Ocalan azad dibe dê meşa me jî bidome.” 

Piştre jî jin ber bi avahiya DEM Partiyê ya navçeyê ve meşiyan. 

 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Civîna komîsyonê: Mafê hêviyê kilîda demokratîkbûnê ye
Nûçeya Pişt re Di doza Narîn Guran de tu bersûcên girtî neman
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Elmanya bi ‘hêsankirina qirkirinê’ ya li dijî Filistîniyan tê sûcdarkirin

Dewleta Nîkaragûayê Elmanyayê bi piştevaniya leşkerî û siyasî ya ji Îsraîlê re bi sûcdarkirina "hêsankirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Bêyî budçeya aştî û nan ne edalet pêk tê, ne jî xizanî diqede

Sezaî Temellî anî ziman ku dayina faîzan, bêedaletiya bacê, lêçûnên mîlîtarîst û xizaniya zêde budçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Salgin piştî 30 salan tehliye bû: Em bi saya berdêlan li ser piyan e

Bahrî Salgin ê ku piştî 30 salan tehliye bû û wiha got: "Em bi saya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?