În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎSÎG: Di nava 13 salan de 862 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 32 salan hatin berdan: Em bi ciwantî hatin girtin, bi ciwantî jî derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP û SGDF’î hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE wê piştgiriya xwe ya leşkerî ya li Ewropayê kêm bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Em ji bo neteweya Kurd li Neteweyên Yekbûyî statuyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remzî Kartal: Daxwaza yekîtiyê ya gel di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e
Kurdistan

Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

Jinên bajarê Kobanê anîn ziman ku çi dibe bila bibe, ew ê heta dawiyê bi rihê jinê li ber xwe bidin û ji bo avakirina Sûriyeyeke azad ku tenê bi vîna jinê pêkan e, têbikoşin

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi sedan jinên bajarê Kobanê, gundewarên wê û herêmên din ên Firatê, îro li parlemena Jinan a li Bajarokê Şêranê li hev civiyan. Di civînê de li ser rola jinê ya di Sûriyeya pêşerojê de, cihê wê yê di nava civakê de û parastina destkeftiyên artêşa jinê (YPJ) nîqaş hatin kirin.

Jinên ku beşdarî civînê bûn ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku ger jin di nava Sûriyeyê de cihê xwe negire, Sûriye nikare gavên mezin biavêje û dê hilweşe; lê belê ger jin bibe xwedî rol, dê welat bigihîje destkeftiyên pir mezin.

ŞOREŞA KU DEST PÊ KIRIYE, BI DESTÊ JINÊ YE

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî, bal kişand ser projeya azadiya jinê ya ku çavkaniya xwe ji ramanên Rêber Apo digire û got: Di berxwedana bajarê Kobanê de û heta roja me ya îro, şoreşa ku dest pê kiriye bi destê jinê ye. Jina Kurd di her warê civakê de cihê xwe girt. YPJ’ê ji bo tevahiya jinên cîhanê li ber xwe da, terora DAÎŞ’ê têk bir û di heman demê de ew feraseta ku jinê piçûk dibîne jî herifand.

DIVÊ EM LI DORA HÊZA JINÊ BIBIN YEK

Eyşe Efendî bang li tevahiya jinan kir ku li dora hêza jinê kom bibin û wiha dewam kir: Li her derê jina Kurd bûye pêşeng û divê em jî wek jin li her derê rabin ser piyan. Dayika Rojava got, ‘Ez bêyî zarokên xwe dikarim bijîm, lê bêyî welat nikarim bijîm.’ Li Bakur li dijî polîtîkayên çewt berxwedaneke mezin hat kirin û li Rojhilat jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat bilindkirin. Çendî êrîşî vê projeya jinê bikin jî, berevajî wê, bi sed hezaran jin dê tevlî bibin û xeleka azadiyê mezin bikin. Ger jin di nava civakê de tune be, ew civak hilweşiyayî ye û mîna kesekî ku nikaribe li ser piyan bisekine ye.

Ji pêkhateya Ereb û Kordînasyona Kongra Star a Firatê Loceyîn El Selîm jî anî ziman ku jinên Kurd û Ereb xwedî yek rihî ne û divê bi hev re di nava Sûriyeyeke demokratîk de bijîn. Loceyîn wiha got: “Civîna ku me li dar xist, vê peyamê dide ku em jin ji bo azadiyê li vir in. Ez wek jineke Ereb, bi rih û can li kêleka jina Kurd im. Em ê nîşan bidin ku jina Sûrî jineke azad û bi hêz e. Sûriye di nav salên dirêj de rastî gelek ziyan û êşan hat, jinan jî ev êş kişandin. Ji ber vê yekê em di heman armancê de yek in.

SÛRIYEYA AZAD BI JINA AZAD PÊKAN E

Loceyîn destnîşan kir ku Sûriyeyeke azad tenê bi azadiya jinê pêkan e û got: Jin di nava civakê de stûna esasî ye û em ê bi vê yekê bi ser bikevin. Armanca me ew e ku tevahiya jinên Sûriyeyê rabin ser piyan û ji bo parastina maf û nasnameya xwe li ber xwe bidin. Em ê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin heta ku Sûriyeyeke azad a ku jin tê de azad e ava dikin.

BI DESTÊ JINÊ DAÎŞ TÊK ÇÛ

Dayika bi navê Nehîda Xelîl ku ev 7 sal in ji Serê Kaniyê koçberî Kobanê bûye, diyar kir ku avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e û got: Jin, Jiyan, Azadî ye. Sûriye bêyî jinê nabe, ger bibe jî dê hilweşe. Em wekhevî û mafên xwe dixwazin. Em ji her kesî re dibêjin ku hêza me heye û hêza me jî YPJ ye. Me bi hezaran zarokên xwe di vê oxirê de feda kirin. Em bang li tevahiya Kurdan dikin ku rabin ser piyan, yekîtiya xwe ragihînin û em bi hev re di nava Kurdistaneke azad de bijîn. Wek dayikekê, ger jin di nava Sûriyeyê de neyê qebûlkirin, em tu carî sîstemeke wiha qebûl nakin. Bila her kes bibe xwedî zanîn ku DAÎŞ bi destê jinê têk çû.

Dayika bi navê Emîne Fetah Aqîl jî anî ziman ku ew bi saya felsefeya Rêber Apo gihîştine van rojan û wiha axivî: Berê, wek jin tişta ku me tenê dizanibû ew bû ku em misilman in û zimanê me Kurdî ye. Lê bi derketina Rêber Apo re çavên me vebûn; ew bû palpiştekî mezin ji bo jinê. Bi sedan heval li gel me bûn û em bi hev re têdikoşiyan. Em ê bi vê hêzê di nava Sûriyeyê de cihê xwe bigirin. Êdî vîna me heye ku em di her qadê de amade bin û paşvegavavêtin êdî nabe. Ger di destûra bingehîn a Sûriyeyê de jin tune be, an jî sîstem jinê qebûl neke, ne gengaz e ku ew sîstem bê pejirandin û bi ser bikeve.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeyekî ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê serdana Kobanê kir
Nûçeya Pişt re Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Şaredarî talan kirine

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan piştî Amedê çûn serdana hevserokên…

Ji aliyê Stêrk TV

Swîsre ji bo teserûfê wê penaberên Ukraynayî tevlî hêza kar bike

Konseya Federal a Swîsreyê ji bo ji alîkariya ku dide penaberan teserûfê bike plan dike…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika du Şehîdan Nazîme Morsumbul koça dawî kir

Nazîme Morsumbul ku du kurên wê di nava têkoşîna azadiyê de şehîd ketibûn, jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?