Li gorî daneyên Îlonê yên JINNEWS’ê, herî kêm 27 jin û 6 zarok hatin qetilkirin, 10 jin û 6 zarok jî bi gumanbarî mirin. Hate ragihandin ku 12 jin ji aliyê mêr ên pê re zewicî bûn, 3 jin ji aliyê mêr ên li ber cihêbûnê bûn, 4 jin ji aliyê mêr ên jê cihê bûbûn, jinek ji aliyê mêrekî pê re bû, jinek ji aliyê endamekî malbatê, jinek ji aliyê zavayê xwe, jinek ji aliyê mêr ê bi xwişka wê re zeiwcî bû, jinek ji aliyê yekî bi kirê di xaniyê wan de bû hate kuştin. Kiryarên 3 jinan jî diyar nebû.
Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin bi vî rengî ne:
Li Manîsayê 3, li Amedê 2, li Antalyayê 2, li Sakaryayê 2, li Edeneyê 1, li Enqereyê 1, li Çorumê 1, li Denizliyê 1, li Dîlokê 1, li Êlihê 1, li Hatayê 1, li Ispartayê 1, li Stenbolê 1, li Kocaeliyê 1, li Konyayê 1, li Kutahyayê 1, li Mereşê 1, li Mêrsînê 1, li Muglayê 1, li Osmaniyeyê 1, li Tekîrdagê 1 û li Xarpêtê 1.

