Niha bi her bablîsokekê re, destaneke din radibe û di wê destanê de mêrxwazê xwe wenda bibû. Bi bayê Kobanê re, hilma çîrokên di bin kavilan de hîna tê, her bihosteke li ser vê axê, ne tenê destanek, bi hezaran destanên ku hîna jî Kobanê di nava paxila xwe de veşartiye û pêre di bin wan kavilan de maye.
Berxwedaniya Kobanê ya sedsalê, ne tenê li hemberî terora herî mezin bajarekî biçûk di heman demê de Kobanê ji cîhanê re bû dayîk û cîhan bi giştî parast. Kobanê bû dayîka cîhanê û cîhan jî xwedî li Kobanê derneket. Ji her çar aliyên Kurdistanê ciwanên Kurd ref bi ref berê xwe dan bajarê Kobanê û li bajarekî biçûk Kurdistan bû yek parçe û yek dil.
Di nava paxila Kobanê de bi dehan çîrokên fedekariyê ku hin ji wan heta niha li muzexaneya Kobanê veşartî ne. Lê gelek efsaneyên ku li Kobanê pêk hatine jî dinya bi xwe re hejand û dijminê Kurdan hişyar kirin ku çi dibe bila bibe wê Kobanê her ya Kurdan be.
Jina Kurd jî ku di dîroka Kurdayetiyê de barê êş, zilm û barê civaka xwe hildaye ser milê xwe ku di tevahiya dîrokê de gelek jinên Kurd li hemberî desthilatdariyên zordest derketine û parastina civaka xwe kirine. Gelek mînakên wan hene, Zerîfe, Mahşerefxan û gelek jinên din.
Li Kobanê jî jina ku ji DAÎŞ’ê re da diyarkirin ku çi dibe bila bibe, ew dev ji vî bajarê bernadin. Arîn Mîrkan ku di 5’ê Cotmehê de li ser Girê Miştenûrê ji bo parastina Kobanê û sekinandina DAÎŞ’ê bombe li xwe vekir û canê xwe feda kir. Ew bû efsane, ew bû xwedawend û yên din jî bûn hov û hemû mirin.
Arîn Mîrkan li ser Miştenûrê hişt ku bajarek bejna xwe bitewîne, ew bajarê xirabe û gelekî xemgîn, ew bajarê peritî û riziyayî, bi hemû kolanên xwe wêranî û xerab, dîsa jî bejna xwe tewand. Arîn Mîrkan ne tenê jineke li hemberî DAÎŞ’ê bû di heman demê de ew ji dîrokê re ma ku têde diyar bû jina Kurd wê her bimîne ji bo parastina destkeftî û gelê xwe.
ARÎN MÎRKAN KÎ YE ?
Arîn Mîrkan bi navê xwe yê din Dîlara Kînc li gundê Mîrkan ango Hisê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê di sala 1992’yan de ji dayîk bû. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li gundê Mîrkan xwendiye. Ji ber ku di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, di têgihîştina rastiya Kurd û Kurdistanê de tu astengiyan nabîne. Arîn Mîrkan di sala 2007’an de bi biryardariyeke xurt berê xwe dide têkoşîna azadiyê. Bi şoreşa Rojava re di 2012’yan de û avabûna YPJ’ê ya di Nîsana 2013’yan de, Arîn Mîrkan vedigere Rojavayê Kurdistanê û cihê xwe di nava YPJ’ê de digire. Têkoşer Arîn xwedî sekin û kesayeteke bi coş û moral bû. Herwiha di nava YPJ’ê de bi rengekî xwezayî rola fermandariyê dilîst û ji bo hevalên xwe çavkaniya hêvî û coşê bû.
Di 15’ê Îlona 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê ji 3’ê aliyan ve bi êrîşeke dijwar berê xwe dane Kobanê. Ji bo parastina Kobanê şervanên YPJ’ê, YPG’ê û gelê welatparêz li dijî êrîşan li ber xwe dan. Di 5’ê Cotmehê de êrîşên çeteyan gihiştin Girê Miştenûr, ji ber ku Miştenûr cihekî stratejîk bû, çeteyan bi hemû hêza xwe êrîş kirin. Di wê navberê de têkoşer Arîn Mîrkan bi cesaret û vîneke xurt, ji bo parastina hevalên xwe û Kobanê çalakiya fedayî pêk anî. Bi vê çalakiyê re asta berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ’ê digihîje lûtkeyê.
JINA KURD Û ŞOREŞ
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jina Kurd jî êdî rewşa xwe dan guhertin û di hemû warê jiyanê de cihê xwe girt, piştî ragihandina artêşa YPJ’ê jî li kêleka wê hat avakirin û qada bîrdozî jî li ser fikra Jin Jiyan Azadî ji xwe re esas girtin û li gorî wê jinan xwe di nava civakê de birêxistin kirin. Bi hezaran jin rabûn û li ser wî esasî berê xwe dan nava refên YPJ’ê.
5‘ê Cotmeha 2014‘an, li girê Miştenûrê şerekî giran rû da, çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran û tankan êrîş dikir. Di navbera çeteyan û şervanên YPG/YPJ’ê de şer giran bû. Şervanan li hemberî êrîşa giran bi lehengî bi rojan li ber xwe dan. Girê Miştenûr dikeve bin kontrola çeteyan. Arîn, bi biryardariyeke mezin êrîş dike û dikeve nava çeteyan, li wir bombeyê bi xwe ve diteqîne û bi dehan çeteyan dikuje.
Bi rihê berxwedaniya Arîn Mîrkan Kobanê jî bi ser ket û xetertirîn terror li ser rûyê erdê bi dawî bû. Kobanê bû cihê ewil yê têkbirina wan çeteyan. Îroj dema ku her Kobaniyek li vir dijî, ew jî bi saya şehîd Arîn e. Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an rizgar bû, ew dîrok ji bo mirovahiyê rojbûnek e, ew rojbûn jî bi saya giyanê şehîd Arîn e ku heta nihajî li dora Miştenûre û Cebheya xwe bernade. Arîn ne tenê jinek e, ew dengê bi hezaran jinan e.

