Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê siyasetmedarên desthilatldariyê bi berpirsyarî tevbigerin û tevkariyê li aştiyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin
Kurdistan

Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

Kampanya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na‘ ragihand ku di mehekê de 72 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Her wiha diyarkir ku bi sedan kes jî bi metirsiya darvekirinê re rûbirû ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Îranê, greva birçîbûnê ya heftane ya ku ji aliyê girtiyan ve di çarçoveya kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na” de hatiye destpêkirin, di 20’ê Cotmehê de li 66 girtîgehan berdewam kir. Endamên kampanyayê li dijî dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinê nerazîbûn nîşan dan û daxwaza rakirina yekcarî ya cezayê darvekirinê kirin.

Di daxuyaniya ku bi boneya hefteya 143’emîn a kampanyayê de hat dayîn, hate destnîşankirin ku ji 23’ê Îlona 2026’an vir ve herî kêm 72 kes li Îranê hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de tekez hate kirin ku bi taybetî kesên ku di serhildana di navbera Kanûna 2025’an û Çileya 2026’an de hatine girtin, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Her wiha bal hat kişandin ser rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ku diyar dike 20 xwepêşanderên ku beşdarî serhildanê bûne di bin xetereya darvekirinê de ne û herî kêm 34 ji wan berê hatine darvekirin.

CEZAYÊ DARVEKİRİNÊ YÊ NÛ Jİ BO WERÎŞE MURADÎ

Di daxuyaniyê de rexne li cezayê darvekirinê yê nûkirî yê ku li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî hatiye birîn jî hat kirin. Li gorî parêzerên wê, Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 14’ê Cotmeha 2026’an de cara duyemîn cezayê darvekirinê da Muradî. Cezayê darvekirinê yê berê ji ber kêmasiyên di lêpirsînê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû betalkirin.

PİŞTGİRİYA NAVNETEWEYÎ Û NAVXWEYÎ ZÊDE DİBE

Di daxuyaniya kampanyayê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de, bi zêdebûna dijberiya li dijî cezayê darvekirinê re ku bi “Roja Cîhanî ya Li Dijî Cezayê Darvekirinê” (10’ê Cotmehê) re hevdem e, xwepêşandan û piştgirî xurt bûne. Ev yek wekî nîşaneya hevgirtina bi girtiyên xwedî cezayê darvekirinê re hat nirxandin.

Hat ragihandin ku Leopoldo Maldonado, Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li ser azadiya ramanê, û “Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê” jî tevlî kampanyaya protestokirina darvekirinên li Îranê bûne û piştgiriya xwe ragihandine.

‘GREVA BİRÇÎBÛNÊ SEMBOLA BERXWEDANÊ YE’

Endamên kampanyayê diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li 66 girtîgehan tê lidarxistin sembola berxwedana li dijî cezayê darvekirinê û têkoşîna parastina mafê jiyanê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li parêzvanên mafên mirovan, rêxistin û komên peywendîdar ên li welatên cuda yên cîhanê hat kirin ku tevlî kampanyayê bibin, piştgiriyê bidin girtiyan û bi hev re bixebitin da ku cezayê darvekirinê bi temamî ji holê bê rakirin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin
Nûçeya Pişt re Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Jin xwedî wê zanistê ne ku xwe ji her cûre xeteriyan biparêzin’

Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku jin êdî xwedî wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Ewropayê amadekariya avakirina yekîneyeke nû ya îstîxbaratê dike

Yekîtiya Ewropayê ji bo agahiyên serwîsên ewlehiyê yên welatên endam bi bandor bi kar bînin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên bi zorê koçber bûne bû 122 milyon kesî

Li gorî rapora salane ya UNHCR’ê, hejmara kesên ku bi zorê ji cih û warên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îsraîl bû şirîkê sektorî yê Forûma Giravên Pasîfîkê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê wê ji bo 68 şehîdan merasîma bîranînê bê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê dikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?