Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a li Medya Haber TV bû û bûyerên di rojevê de nirxand. Nirxandinên Mûstafa Karasû bi vî rengî ne:
Em di nava meha Gulanê, meha şehîdan de ne. Ji bo şehîdên meha Gulanê û nêzîkatiya li şehîdan hûn dixwazin çi bibêjin?
Meha Gulanê ji bo me gelekî girîng e. Pêşengên me yên gelekî hêja di nava vê mehê de şehîd bûn. Ji xwe şehîdê me yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer e. Bêguman Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya jî di nava meha Gulanê de şehîd bûn. Ji pêşengên tevgera me Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn jî şehîd bûn. Di vê mehê de li zindana Evîn a Îranê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan hatin darvekirin. Her wiha di vê mehê de Celal Başlangiç, Sirri Sureyya Onder, Kasim Engîn, di dema nêz de li Elmanyayê Bernd Ruprecht, her wiha Şukru Çatalbaş şehîd bûn. Leyla Qasim û çar hevalên wê jî di vê mehê de şehîd bûn. Çaran, wan hevalên me xwe şewitandin. Di meha Gualnê de gelek şehîdên me hene. Azad Sîser di vê mehê de şehîd bû.
Van şehîdan hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînim. Ji bo me şehîd girîng e. Şehîdan ev têkoşîn gihandin vê astê. Têkoşîna Kurd û Kurdistanê têkoşîna azadiyê gelekî zehmet e. Em têkoşîneke gelekî zehmet dimeşînin. Şehîdan timî bi fedakariyê, bi fedaîtiyê pêşî li van pêvajoyan vekirin, pêvajo timî bi pêş ve birin. Li hemberî her cûre xitimandinê gav avêtin, fedaîtî kirin û têkoşîn gihandin vê astê. Lewma em vê têkoşînê bi esasî deyndarê şehîdan û Rêber Apo ye ku ruh da wan û ew di vê astê de da şerkirin. Meha Gulanê ji bo me bi rastî jî gelekî girîng e. Di her Gulanê de em xwe jinûve di ber çavan re derbas dikin. Meheke ku em rexnedayina xwe didin.
Li pêşberî şehîdan em xwe di ber çavan re derbas dikin, rexnedayina xwe didin. Em çawa dikarin hêjayî şehîdan bin? Di vê mijarê de xwe kûr dikin. Ev yek jî meha Gulanê ji bo dike ew meh ku xwe nû bike, biguherîne û hîn bi dilxwazî têkoşînê bimeşîne. Sekna me ya di meha Gulanê de diyar dike ku sal wê çawa derbas bibe. Lewma em ê şehîdên xwe timî bi bîr bînin. Em ê bi bîranîna wan têkoşînê bimeşînin. Her ku wan bi bîr bînin, wê têkoşîna me bi pêş bikeve. Di vê meha Gulanê de wan bi minetdarî bi bîr tînim.
Di 5’ê Gulanê de li gel endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta we civîneke çapemeniyê lidar xist. Girîngiya vê daxuyaniya çapemeniyê çi ye?
Tevgereke ku zêdeyî 50 salan têkoşîn meşand, PKK’ê xwe fesix kir. Û me li hemberî Tirkiyeyê dawî li têkoşîna çekdarî anîn. Ev bûyereke gelekî girîng e. Gelekî girîng e ku bê fêhmkirin, pariyeke ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi roleke mezin rabû çima têkoşîna xwe bi dawî kir, çima dawî li têkoşîna çekdarî anî. Di nava salekê de gelek nîqaş hatin kirin. Her kesî piştî vê fesixkirinê li gorî xwe nirxandin kir. Di rojeke bi vî rengî girîng de ji bo nirxandina biryarên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatin wergirtin, me pêwîstî bi lidarxistina civîneke bi vî rengî dît. Nirxandina partiyekê, tevgerekê ku zêdeyî 50 salan têkoşiya, pêşengî ji têkoşînê re kir, bandor li ruh, kûrahî û jiyana gelê Kurd, gelekî bi wate ye. Her kes meraq dike.
Di salvegera fesixkirina partyeke bi vî rengî û pêvajoya têkoşîna nû de eger me nirxandin nekiribûya nedibû. Diviya bû me teqez nirxandin bikira. Em ê her tim jî binirxînin. Ji ber ku vê têkoşîna zêdeyî 50 salan li gel cihê xwe yê girîng ê li nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gelek gav avêt, gelekî bandor kir. Ji ber vê jî nirxandina sala derbasbûyî ji bo me girîng bû. Bêguman gelekî dihate meraqkirin. Tevgera hate fesixkirin wê ji niha û pê ve rewşa wê çi be? Bêguman ev gelekî dihate nîqaşkirin. Her kesî li gorî xwe dinirxand, spekulasyon dikir. Beriya her tiştî em tevgereke ji 50 salî ne. Tevgereke ji 50 salî tê wateya çandekê. Yanî em ne tevgereke welê ne ku li dora maseyê ava bûne. Tevgereke ku di nava têkoşînê de rengê xwe diyar bûye. Di nava têkoşînê de derkete holê, bi nirx, çand, mejî û pîvanên xwe yên jiyanê derkete holê. Weke ku li dora maseyekê ava bûye; mijara fesixkirina xwe li kongreyê û destpêkirina destpêkeke nû ji aliyê her kesî ve li gorî xwe hate nirxandin. Hinekan jî bi nêta nebaş nirxandin kirin. Yên ku bi rengekî rast fêhm kirin û bi vê fêhmkirinê nirxandin kirin gelekî kêm bû. Lê belê weke ku Rêber Apo got, me jî got destpêkek e.
Di têkoşînê de me rê û rêbaz guhert. Me bidawîkirina têkoşîna çekdarî, meşandina rêbaza siyaseta demokratîk, têkoşîna bi rêya siyaseta demokratîk û eger merc bêne afirandin meşandina têkoşîn hiqûqî bi têkoşîna siyaseta demokratîk avakirina hiqûqê, afirandina hiqûqa wê yanî weke afirandina hiqûqa nirxên têkoşîna nû nirxand, em bi vî rengî nêzîk bûn. Ev sala derbasbûyî ji bo me gelekî girîng bû. Di nava vê salê de ev tevger yanî em, ev fikir lawaz nebû. Paradîgmaya nû ya Rêber Apo Kurdistan li aliyekî li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Paradîgmayeke welê ye ku bandorê li cîhanê dike. Taybetmendiya herî girîng a tevgera me hêza wê ya fikrî ye. Hêza fikrî, îdeolojiya wê hêza wê ya bingehîn e. Ne çek e, ne pere ye, ne nizanim çi ye. Divê her kes bi vê zanibe. Îro ev îdeolojiya me hîn xurtir e. Em xwe hîn xurt hîs dikin. Em difikirin ku ji niha û pê ve hîn bêhtir bandorê li pêşketinên siyasî û civakî bikin. Ji xwe wê bi vî rengî bibe. Ji bo vê jî ev civîn ji bo me girîng bû, me girîng dît. Ji xwe di salvegerê de me biryar da ku civîneke bi vî rengî lidar bixin.
ME BI KONGREYÊ BERSIV DAN BANGA RÊBERTÎ
Li aliyê din pêvajoyek heye ku sal û nîvek di ser re derbas bûye, zêdeyî saleke jî şer naqewime, hevdîtin têne kirin. Lewma di nava civakê de, li cîhanê meraqek heye ku pêvajo di kîjan astê de ye, çi ye, çawa ye. Herî kêm ji bo nîşandana helwesta xwe û nêzîkatiya xwe me ev civîn girîng dît. Ji ber ku muxatab Tirkiye ye. Bêguman berpirsariya wan heye, karê divê bike heye. Lê belê di vir de ya girîng ew e ku em ê çawa nêzîk bibin, em dixwazin çi bikin. Ji ber ku her kes helwesta me meraq dike, girîng dibîne. Em çawa nêzîk dibin, em ê çawa nêzîk bibin. Ji ber ku di wir de li gorî xwe spekulasyonan dikin. Di asteke welê de spekulasyonan dikin ku hewl didin Rêbertî û tevgera me ji hev cuda nîşan bidin. Li hemberî vê yekê di kongreya 12’emîn de biryar hatinw ergirtin, li aliyê din Rêbertî banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, manîfesto pêşkêş kir, ji xwe me jî bi kongreyê bersiv da.
Rojek piştî bangê me bi rengekî yekalî agirbest îlan kir, kir ku şer bisekine. Girîng e rewşa ji wê rojê û vir ve bê fêhmkirin. Bi civînê re me salek heta astekê nirxand, kir ku bê fêhmkirin. Me bersiv da mijarên ku bi esasî dihate meraqkirin. Me bersiv da yên pêwîst. Me hewl da valahiyê nehêlin. Di vê mijarê de me bersiveke yekser dan wan mijaran ku ne tenê li Kurdistanê her wiha li Tirkiye û cîhanê jî raya giştî meraq dike. Bêguman kêmasî hene. Bêguman mijar hene ku dikare hîn baştir bê vegotin. Lê belê me hewl da ku bersivê bidin mijarên ku raya giştî meraq dike.
We bal kişandin ser girîngiya vê qonaxê. Baş e, çi bû sedem ku hûn daxuyaniyeke çapemeniyê lidar bixin?
Bendewariyên me ji vê pêvajoyê hene. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo heye. Em dixwazin ev pêvajo li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bigihêje encamekê. Bangek ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Li ser vê bingehê jî çareseriya pirsgirêka Kurd vedihewand. Ji vî alî ve bendewariyên raya giştî jî hene. Dewleta Tirk wê çi bike, wê çi neke; di vê mijarê de gelek pirs dihatin kirin. Li aliyê din hin berdevkên dewleta Tirk bi daxuyaniyên xwe rêya pêvajoyê xumamî dikirin yan jî berpirsyarî ji ser xwe diavêjin. Li gel ku me ewqas tişt kir, gav avêt jî nêzîkatiyeke welê nîşan didan ku hîn jî li benda me bûn. Diviyabû bersiv ji van re bihata dayin. Nedayina bersivê dibû sedema valahiyê. Li hemberî vê nêzîkatiya dewleta Tirk nêzîkatiya me çi ye? Gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ev meraq dikirin.
Ji bo em nêzîkatiya xwe nîşan bidin, di heman demê de me çi kir, dewleta Tirk çi kir, çi nekir; ji bo nîşandana van hemûyan me pêwîstî pê dît. Divê raya giştî jî zanibe ku em çi dixwazin. Yanî bendewariya raya giştî heye, bendewariya gelê Kurd heye, bendewariya gelên Tirkiyeyê heye. Cîhan pêvajoyê meraq dike. Rêveçûna pêvajoyê çawa ye? Pêşketineke erênî heye? Pêşketin heye? Ji ber ku xitimînek hebû, nîqaş hebûn. Gelo pêvajo diqede? Li ber qedandinê ye? Nîqaşên bi vî rengî hebûn. Ev yek jî ji ber nêzîkatiya dewleta Tirk bû ku gav nediavêt. Bi nîşandana nêzîkatiya dewleta Tirk re eşkerekirina nêzîkatiya me girîng e. Em çawa nêzîk dibin? Em bi rastî jî hewl didinb ersivê bidin Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Em dixwazin ev pêvajo bi pêş ve biçe. Nêzîkatiya me ev e. Lewma me pêwîstî bi tiştekî bi vî rengî dît. Ev nebûya, ewqas nîqaş hene. Têkildarî Rêbertî nîqaş hene.
Di mijara Mafê Hêviyê yê Rêbertî de, di mijara azadiya Rêbertî de gelek nirxandinên me hene. Çima em van dikin? Me pêwîstî bi daxuyaniyekê dît ku vê vebêjin. Dikarim vê jî bibêjim, dibe ku di dayina daxuyaniyeke bi vî rengî de em hinekî dereng jî mabin. Lê belê me nexwest tim û tim daxuyaniyên bi vî rengî bidin, bersivê bidin, bikevin nava polemîkê û nîqaşan bikin. Bêguman dema em pêwîstiyê dibînin em bersivê didin. Lê belê dema dawî hin nêzîkatiyên hin rayedarên AKP’yî çêbûn ku pêvajo xumamî dikirin, rastî dinixumandin û bi vî rengî li pêşiya civakê dibûn asteng ku pêvajoyê rast fêhm bike. Lewma me pêwîstî pê dît ku bersivê bidin van nêzîkatiyan û bikin ku her kes fêhm bike bê pêvajo çi ye.
Piştî daxuyaniya we, dijberên pêvajoyê dest bi nîqaşeke trajîkomîk kirin. Gotin, ‘PKK’ê nav guhert, navê xwe bû Rêveberiya Tevgera Apoyî’. Weke Apoyiyekî 52 salan hûn dixwazin bi kurtasî bersiveke çawa bidin vê rewşê?
Bi rastÎ jî balkêş e. Ji xwe me bi rengê Apoyî destpê kir. Vê tevgerê bi Rêber Apo destpê kir. Rêxistinek hebû, civakek hebû. Rêber Apo weke kesekî piştî gihîşt vî fikrî ev yek ji hevalên xwe re vegot, ew kir komek û koma Apoyî da destpêkirin. Em jî ji wê rojê û vir ve Apoyî ne. Em timî Apoyî bûn. Em timî bi gotina Apoyî serbilind bûn. Ji bo me gelekî girîng bû ku em bi vî rengî bêne pênasekirin. Bêguman me ev nav li xwe nekir. Me ji xwe re negot ‘Apoyî’. Ji ber lîderiya Rêbertî yên li derveyî me em bi vî rengî pênase kirin. Em ji vê yekê aciz nebûn. Timî kêfxweş bûn. Ji ber ku yê em anî wê nuqteyê Rêber Apo bû.
Yê ku ev fikir da me, pêşî vekir, rêbertî kir û her tim pêşî li têkoşînê vekir, gihand vê astê, kir ku Tevger bi pêş bikeve Rêbertî ye. Lewma dema daxuyaniyek bi vî rengî hate dayin got Tevgera Apoyî. Me bi navê rêveberiya tevgerê daxuyanî da. Di bin daxuyaniya me de rêveberiya tevgerê heye. Yanî rêveberiya tevgerê kî ye, kîjan rêveberiya tevgerê; ji bo bê fêhmkirin pênaseke bi vî rengî hate kirin. Em ji vê binavkirinê aciz nînin. Berevajî gotinên hinekan, ev nav nayê wateya avakirina tevgereke nû, me navekî nû li xwe nekiriye. Em beriya 50 salan jî Apoyî bûn, niha jî Apoyî ne. Kî dikare vê bandora Rêber Apo ya li Kurdistanê înkar bike? Li Kurdistanê bi dehan milyon Apoyî hene. Gelê me jî Apoyî ye. Lewma spekulasyonên bi wî rengî, nêzîkatiyên bi nêta nebaş qaşo hewl dan ji bo dijberiya xwe ya li pêvajoyê vê yekê bikin malzeme. Bi dîtina min nirxandinên bi vî rengî pûç in.
Di daxuyaniya çapemeniyê de we destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal bibe. Diyarnebûna rêveberê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelo di nava dewlet û desthilatdariyê de nayê wateya nakokiyekê?
Ev mijar girîng e. Ji ber vê girîng e; dewleta Tirk sed sal in Kurdan înkar dike. Muxatabdîtina Kurdan li aliyekî, nûnerên siyasî yên Kurdan qebûl nake, red dike, darve dike, tine dike. Dixwaze ji holê rake. Pratîka sed salî bi vî rengî ye. Ji ber vê jî eger wê pêvajoyek hebe, eger ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wê gav bê avêtin, divê çi be? Divê ew feraseta sed salî, ew nêzîkatî bê terikandin. Ew çi ye? Tu yê hebûna Kurdan qebûl bike, nûnerên siyasî yên Kurdan qebûl bike û eger wê pirsgirêka Kurd çareser bibe, tu yê nûnerê wê yê siyasî muxatab bibîne. Ji ber vê jî mijara muxatabiyê, mijara statuya Rêber Apo gelekî girîng e. Di vir de eger nêzîkatiyeke rast neyê kirin, ev ê bê wê wateyê; xuya ye feraseta sed salî, înkarkirina Kurdan, nedîtina muxatabiya Kurdan, tinehesibandina Kurdan dewam dike. Nenaskirina îradeya siyasî ya Kurdan dewam dike. Ev wê bê vê wateyê.
Lewma, baş e di destpêkê de hevdîtin hatin kirin, nîqaş hatin kirin, dibin. Piştî ku pêvajo gihîşt nuqteyekê nenaskirina statuya fermî ya Rêber Apo, muxatabnedîtina rêveberê van hevdîtinan wê bê wateya nenaskirina Kurdan. Nenaskirina îradeya siyasî, hebûnê û qebûlnekirina muxatabiyê. Yanî bê vê wateyê; diyar e ku di mijara çareseriya pirsgirêka KUrd û demokratîkbûnê de nêzîkatiyeke rast nîne. Ji ber vê em girîng dibînin. Yanî aliyekî pirsgirêkê ev e. Wê feraseta sed salî bê guhertin û nêzîkatiyeke nû bê nîşandan, yan na?
Pêkhatina vê, şênberbûna vê bi vî rengî dibe. Ji ber vê yekê em muxatabiyê girîng dibînin. Eger di nava dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê de nêzîkatiyek li çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hebe, hingî divê muxatabî û statuya Rêber Apo qebûl bike. Vaye rapor hate amadekirin, Komîsyona Meclîsê li wê derê bi berfirehî qal amijarê dike. Ji bo ev bi wate bibin ev mijara muxatabiyê, mijara statuya Rêber Apo, karkirina bi rengekî azad a Rêber Apo, hevdîtina bi her kesî re divê bibe.
Berevajî vê yekê demeke dirêj e hevdîtin nayê kirin.
Bêguman, ji 27’ê Adarê û vir ve hevdîtin nebûye. Bi filan û bêvan sedemê hevdîtinê nadin kirin. Ma bi vî rengî dibe? Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya ji rêzê ya li pêvajoyê dibe? Nizanim ji ber çi hevdîtin nehate kirin. Bi vî rengî nabe. Nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe. Ma ev lîstikek e? Îro wê hevdîtinê bike, sibe neke. Eger pêvajoyek heye, eger nêzîkatiyeke cidî heye, eger tê xwestin ku ev mijar bê pêşvebirin wê demê astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re, peydakirina hincetan rast nîne. Divê ev yek bê terikandin. Yanî pêwîstî bi nêzîkatiyeke cidî ya li bûyerê heye. Em dibihîzin ku nizanim ji ber çi gotine pêwîstî bi hevdîtinê nîne. Heyet nebirine. Me got, ev çi ye? Ev çi nêzîkatî ye? Herhal, di demeke nêz de dibe ku hevdîtin jinûve destpê bike.
Di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de we bal kişandin ser girîngiya statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Heman piştî daxuyaniya we Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma xwe ya li meclîsê de anî ziman ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bibe. We ev gotin çawa pêşwazî kir?
Ji xwe Devlet Bahçelî di 22’ê Cotmeha 2024’an de bang li Rêber Apo kir. Got, rêxistinê bila fesix bike û bê li meclîsê biaxive. Piştre jî axivî û qala Rêberê damezrîner kir. Herî dawî daxuyaniyek da û got, bila statuya wî diyar bibe. Got, bila koordînatoriyek be. Tiştekî ku dişibe koordînatoriya aştî û çareseriya siyasî got. Ev temam, tiştên rast e. Ev gotin bi rastî jî bi wate ye, rast e. Yanî em ji gotinan re tiştekî nabêjin. Gotinên divê bêne kirin e. Lê belê divê ev bi cih bê anîn. Bi qasî ku em zanin, bi qasî ku raya giştî zane têkiliya Devlet Bahçelî û Erdogan cidî ye, h evkariyek e. Yanî eger nêzîkatiyek hebe, heta niha helwesteke bi heman rengî bû. Helwesteke hevpar nîşan didan. Wê demê divê ev bibe helwesteke hevpar. Divê bibe helwesta desthilatdariyê. Divê bibe helwesta Erdogan. Ji ber ku têkiliya xwe bi vî rengî ye. Têkiliya AKP-MHP’ê bi vî rengî ye, hevkariya xwe bi vî rengî ye, bi salan e bi vî rengî ye.
Lewma me gotinên Devlet Bahçelî bêguman erênî dît û ji bo bi wate bibe divê desthilatdarî bixe pratîkê, xwedî lê derkeve. Naxwe em ê çi jê re bibêjin? Ma em ê bibêjin; Devlet Bahçelî dibêje, Erdogan nake? Tiştekî bi vî rengî nabe. Eger Devlet Bahçelî tiştek gotibe, divê Erdogan bike. Eger nake wê demê em çi jê re bibêjin? Yanî Devlet Bahçelî gelo bi vê gotinê dixwaze nerm bike? Ji ber ku di nava civakê de daxwazek heye, daxwaza me heye. Nêzîkatiyên Devlelt Bahçelî erênî ye, divê ew bibe. Lê belê divê pêk were. Yanî ma divê em vê bibêjin? Bibêjin; gotinên Devlet Bahçelî cidî nayê girtin? Em bi vî rengî binirxînin? Em nikarin bi vî rengî binirxînin. Wê demê divê ya pêwîst bê kirin. Naxwe wê fikrekî welê derkeve holê ku Devlet Bahçelî dibêje lê belê encamek nîne. Em dikarin vê bibêjin.
Dibe ku Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan rojên pêş civîna komê lidar bixe. Bi dîtina we, Tayyîp Erdogan dibe ku peyamên bi vî rengî bide?
Piştî Devlet Bahçelî li cihekî axivî. Xwedî li pêvajoyê derket. Got, ‘Pêvajo wê bi pêş ve biçe’. Got, pêşveçûna pêvajoyê ji bo paşeroja Tirkiyeyê gelekî girîng e. Gotinên bi vî rengî kir. Berê jî gotinên bi heman rengî kiribû. Êdî divê ji gotinên bi heman rengî derbas bibe. Baş e, gotina; em xwedî li pêvajoyê derdikevin, pêvajo wê bi pêş ve biçe baş e. Lê sal û nîvek derbas bû. Divê êdî tiştek bê kirin. Divê hin guhertin bêne kirin. Bi taybetî di mijara muxatabiyê de divê gav bêne avêtin. Eger nêzîkatiya li muxatab nayê destnîşankirin, di wir de guhertineke cidî nabe hingî ev gotin bê wate dibe. Belê wê teqez qalê bike, lê qalkirin têrê nake.
Ev qalkirin divê êdî bi wate bibe, bi şêweyekî welê be ku bi pêş ve bibe. Bi wî rengî bibe wê qîmeteke xwe hebe. Naxwe wê weke her carê di gotinê de bimîne. Em hêvîdar in ku wê pratîk bi pêş bikeve, nêzîkatiyên gavavêtinê bêne nîşandan. HêvÎ û bendewariya me û ya raya giştî ew e ku ji gotinan wêdetir êdî pratîk, gavên pratîkî hebe. Êdî ev qonax hatiye. Eger di vê qonaxê de gavên hêja û pêwîst neyê avêtin bêguman wê nirxandinên cuda jî hebin.
Dewam dike…

