Cîhan ji armanca xwe ya bidawîkirina birçîbûnê ya heta sala 2030’î dûr dikeve. Pispor ji bo pêşîgirtina li krîza xurekê ji bo razemeniyeke zêdetir a li ser sîstemên çandinî-xurekê bang dikin. Dîrektorê Navenda Razemeniyê ya Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Mohamed Manssouri anî ziman ku razemeniya li ser sîstemên çandinî-xurekê ku ji pêvajoyên hilberîn, bikaranîn û belavkirinê pêk tê, ji bo parastina xurekê ya glogal krîtîk e.
Manssouri hevpeyvîneke taybet da IPS’ê û diyar kir ku sîstemên çandinî-xurekê ji krîza avhewayê heta bi şok a aboriyê, ji kêmbûna çavkaniyên xwezayî heta bi krîzên siyasî û astengiya li pêşiya xeleka tedarikê bi gelek zext û astengiyan re rû bi rû ne. Manssouri anî ziman ku şewba COVID-19, şerê Ûkraynayê û şerê li Rojhilata Navîn raxist pêş çavan ku welatên cîhanê bi zincîra tedarikê ya global re çiqasî di nav hev de ne.
Li gorî Manssouri şerê li Rojhialta Navîn zexta li ser xeleka tedarikê zêde kir, ev yek bandoreke yekser li peydabûna xurekê û bihayê wê dike.
Li gorî analîzên FAO’yê astengiyên heyî yên li Tengava Hurmuzê ji sedî 30 heta 35’an a bazirganiya global asteng bû. Her wiha buhayê gaza xwezayî ya ji bo hilberîna zibil ê bi azot jî ji sedî 90 zêde bû.
Manssouri destnîşan kir ku vê yekê lêçûnên hilberînê zêde kiriye, bandor li berhemdariyê kiriye û li ser ewlehiya xurekê û hatineya cotkaran bûye gefek.
Manssouri destnîşan kir ku razemeniya li ser sîstemên çandinî-xurekê yek ji amûrên bingehên ên têkoşîna li dijî xizmanî û birçîbûnê ye û got, “Razemenî ew e ku ji bo sibe bibe xwedî tiştekî hîn baştir îro dest ji hin tiştan berde. Heta ku em razemeniyê nekin nikarin li benda bandorê bimîne.””
Li gorî rapora Rewşa Xwendîkirinê û Ewlehiya Xurekê ya Cîhanê ya 2025’an a FAO’yê, rêjeya birçîbûnê ya global di sala 2024’an de ji sedî 8,5 daket ji sedî 8,2. Manssouri anî ziman ku ev kêmbûn biçûk jî be erênî ye, lê belê pêşketin bi rengekî wekhev nîne. Li Efrîka û Asya Rojava ewlehiya xurekê kêm bû, di sala 2024’an de nêzî 673 milyon mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ma.
Li gorî raporên FAO’yê di sala 2023’an de jî zêdeyî ji sedî 20 ê ciwanên cîhanê ne tevlî perwerdeyê bûn, ne tevlî kar bûn ne jî perwerdeya pîşeyî bûn.
Manssouri destnîşan kir ku yek ji karên stratejîk ên îsal ên Navenda Razemeniyê ya FAO’yê ew e ku li Efrîkayê derfetên kar ên çandinî-xurekê zêde bike.
Manossouri ragihand ku gelek welat bi taybetî jî li Efrîkayê gelek welat ji aliyê berhemdariyê ve kêm man û got, “Em neçar in ku bi derfetên kêm hîn bêhtir hilberînin.”
Li gorî Manssouri pêkanîna ewlehiya xurekê ne tenê zêdekirina hilberîna çandiniyê ye, her wiha xurtkirin, tevkarîkirin û dewamîkirina sîsteman hemûyan e.

