Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a li Medya Haber TV bû û bûyerên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand. Nirxandina Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:
*Em ketin sala 9’an a şehadeta endamê destpêkê yê koma Apoyî û yek ji pêşengên damezrîner ê PKK’ê, şoreşgerê mezin Alî Haydar Kaytan. Şehîdê Mezin Alî Haydar Kaytan ji bo Tevgera Azadiyê çi îfade dike?
Ez heval Fuat bi wesîleya salvegera şehadeta wî bi rêzdarî bi bîr tînim. Heval Fuat helbet ji bo Tevgera Azadiyê jî, ji bo PKK’ê jî û cihê wê yê di têkoşîna me de pir bi wate û nirx e. Hevalê destpêkê yê Rêber Apo ye. Jixwe li Bendava Çûbûkê bi Rêber Apo re koma Apoyî ava kir. Ji wê rojê heta şehadeta xwe timî di têkoşînê de bi aktîf cih girtiye. Jixwe damezrînerê PKK’ê ye. Cihê wê yê di têkoşîna me de girîng e. Weke hevalekî ku Rêber Apo û îdeolojiya tevgerê herî baş fêm dike, ruhê tevgera me bû. Rêber Apo jixwe bi gotina ‘hevalê ku min ji min baştir fêm dike’ cihê wî yê di têkoşîna me de diyar kiriye. Bi rastî jî heval Fuat bi zanebûna xwe ya îdeolojîk û entelektuel, hevalekî kûr bû. Her têgehê bi kûrahî îfade dikir. Ji bo avabûna fikir û îdeolojiya tevgera me, perwerde û fêmkirina paradîgmaya Rêbertî bi roleke girîng rabûye. Lewma şehadeta wî valatiyeke mezin çêkiriye. Em valatiya wî her tim hîs dikin. Helbet xweseriya her hevalekî heye. Lê heval Fuat bi rastî jî bi sekna xwe, fikrê xwe û hestê xwe yek ji hevrêyên me yê ku nebe nabe ye. Ji vî alî ve bi rastî jî şehadeta wî ji bo me valatî çêkir. Heval Fuat bi nirxandinên xwe, dersên xwe, dahûrandinên xwe tijî tijî di nava vê têkoşînê de cih girt. Di vî alî de ji bo fêmkirina heval Fuat gelek belge, belgefilm û dokuman hene, bernameyên wî hene. Ji vî alî ve derfetên me yên fêmkirina heval Fuat pir in. Ji vî alî ve demê xwe pir baş nirxandiye. Timî dixwend û nirxandin dikir, dinivîsand. Ya herî girîng, helbet perwerde bû.
Ji bo tevgerekî perwerde beriya her tiştî ye. Rêber Apo jî jixwe karê herî girîng kirî, perwerde bû. Rêber Apo ji qonaxa koma destpêkê û heta niha hemû hewldana xwe daye perwerdeyê, perwerdekirina hevalên xwe û ber dayîna wan. Rêber Apo digot, ji bo rêveberekî wezîfeya esas perwerde ye. Ji vî alî ve perwerde rêxistinan li ser piyan digire, civakan li ser piyan digire. Rêxistina me li ser perwerdeyê disekine. Bi perwerdeyê li ser piyan dimîne. Em di nava têkoşîneke wisa de ne, di bin êrîşeke wisa de ne ku eger em timî di nava perwerdeyê de nebin, em nikarin ji pêdiviyên vê têkoşînê re bibin bersiv. Em nikarin vê têkoşînê fêm bikin û binirxînin. Nikarin pêş bixin û bimeşînin. Ji vî alî ve heval Fuat bi taybetmendiya xwe ya perwerdekar di perwerdekirina tevahî Tevgera me de, ji bo diyarkirina hêz û baweriya me, bi rastî jî bi roleke girîng rabûye.
Timî çûye perwerdeya şervanan. Ciwan di asta fedayîtiyê de perwerde kirine. Hêzên Taybet ji bo perwerdeya heval Fuat timî ji bo xwe li cihekî digeriyan da ku heval Fuat bi wan re bimîne û timî wan perwerde bike, ruh û hestên wan xurt bike. Bi rastî jî heval Fuat afirênerê hest bû. Bi hêza xwe ya fikrî ber dida hestên mirov, şêwe didayê û xurt dikir.
Jixwe helbestvan jî bû. Helbest dinivîsandin. Dikarî pir binivîsîne. Di nava pratîka têkoşînê de demê nivîsandinê kêm bû, yan jixwe heval Fuat helbestvanekî mezin bû. Heval Fuat pir baş dizanî ku eger têkoşîna siyasî nebe û têkoşîna azadiyê neyê meşandin û mezinkirin, ne pêkan e ku mirov tiştekî li Kurdistanê bi wate bike. Ji vî alî ve ji bo bi watekirina her tiştî, divê têkoşîna azadiyê pêş ketiba. Ji vî alî ve hemû demê xwe da têkoşîna azadiyê, bi roleke aktîf rabû.
Damezrînerê partiyê bû. Şahidê zindî yê tevahî dîroka partiya me bû. Ji vî alî ve xwedî zanebûn û tecrûbeyeke girîng jî bû. Di nava vê têkoşînê de kêmasî û şaştî çiye, rastî çiye, evane jî didîtin. Li aliyê din, helbet taybetmendiya herî girîng a tevgera me ew e ku pîvanên redkirin û qebûlkirinê pir bilind in. Ji vî alî ve pîvanên wî yên welatparêziyê û milîtaniyê pir bilind bûn. Eger heta roja îro tevger li ser piyan mabe û têkoşîn pêş xistibe, ya ku ev afirandî bilindahiya pîvanan e. Ji bo bilindkirina asta van pîvanan, heval Fuat bi roleke mezin rabûye. Em ê her tim heval Fuat bi bîr bînin, timî wî li cem xwe hîs bikin. Ji ber ku ew ê bi nirxandinên xwe, nîqaşên xwe, perwerdeyên xwe timî li cem be. Em ê di vê têkoşînê de her tim wî bi bîr bînin. Şoreşgerekî welê ye ku divê timî ji aliyê gel û şoreşgeran ve were bîranîn. Bi vê wesîleyê ez car din bi minet û hurmet bi bîr tînim.
*Nêzî 2 meh in bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ti hevdîtin nayên kirin, bi vê yekê re têkildarî çarçoveya qanûnê daxuyanî tên dayîn. Weke Rêveberiya Tevgerê we têkildarî vê yekê daxuyaniyeke girîng da, têkildarî vê rewşê hûn dikarin agahiyên çawa bi me re parve bikin?
Helbet ev mijar pir girîng e. Ev azadî û siberoja gelekî eleqeder dike, ev tenê tevgera me eleqeder nake. Tevgera me têkoşîna azadiya gelekî dimeşîne, ber daye siberoja gelê me, nirxên pir mezin afirandine. Ji vî alî ve ev mijar pir girîng e. Niha bi înîsiyatîfa Rêbertî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Têkildarî vê yekê Rêbertî helwesta xwe diyar kir. Di banga 27’ê Sibata 2025’an de hemû nêzîkatiya xwe li wir bi rengekî cewherî nîşan da. Lê têkildarî vê yekê bi rastî jî em negihiştine encama ku em dixwazin. Tevî ku me gelek gavên girîng jî avêt, ji ber nêzîkatiyên dewleta Tirk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de zêde pêşketin çênebûn. Erê, tecrîda li ser Rêbertî di asteke diyar de sist bû, hin şande çûn pê re hevdîtin kirin, dem bi dem me peyam şandin û me jî ji Rêbertî peyam girtin, lê belê vê yekê ev pêvajo nebiriye gavên şênber. Divê ev were diyarkirin. Niha herî zêde qanûna kok tê nîqaşkirin, çarçoveya qanûn tê nîqaşkirin, tê gotin, ‘ha derket, ha wê derkeve, wê bê şandina meclîsê’. Lê di vê mijarê de jî, ez çawa bêjim, bêjim ‘şerê taybet’, bêjim ‘tarîkirin’, bêjim ‘tevilhevkirina hişê mirov’, bi rastî jî rewşeke ku nayê fêmkirin heye.
Erê, Rêber Apo ji bo çarçoveya qanûnekî, ji bo qanûna kok derkeve, pir hewldan kir. Herî dawî 24’ê Gulanê Rêber Apo pêşnûmeyek pêşkêşî dewleta Tirk kir. Em tenê kurteberiya vê pêşnûmeyê hîn bûn. Yanî tevahiya wê nehat ber destê me. Lê, tiştên di hevdîtinê de hatin nîqaşkirin, di asteke diyar de gihişte me. Niha ev pêşnûme wê ji aliyê dewletê ve hatiba nirxandin, car din wê ji Rêbertî re hatiba şandin, em ê hatiban agahdarkirin, lê belê pirsgirêkek wiha ya mezin heye ku ji 24’ê Gulanê ve bi Rêbertî re hevdîtin nayê kirin. Gelo ma wiha dibe? Tenê ev rewş jî nîşan dide ku nêzîkatiyeke rast ji bo pêvajoyê nayê raberkirin. Pêvajoyeke evqasî girîng li holê ye, derfetên hevdîtinê jî hene, lê ev mehek û nîve bi Rêbertî re hevdîtin nayê kirin. Ev pirsgirêkek cidî ye. Ji vî alî ve hin daxuyanî hene, çarçoveya qanûnê tê nîqaşkirin, wê bînin meclîsê, gotinên mîna ‘mutabaqat heye’ jî hatin karanîn, lê agahiya me nîne. Mijareke ku me eleqeder dike, divê herî zêde em baş bizanin, lê li cem me agahiyeke ku bi Rêbertî re hevdîtin hatiye kirin û mutabaqatek hatiye çêkirin, nîne. Erê, Rêbertî çarçoveyeke qanûnê pêşkêş kir, pêşnûme pêşkêş kir, lê têkildarî vê yekê ti hevkarî û lihevkirineke hikûmetê li ser vê qanûnê çênebû. Em vê fêm dikin. Di çarçoveya hatî diyarkirin de, ji ber ku amadekariyek ji bo qanûnê nekirine û têkildarî vê yekê lihevkirin û peymanek nîne, pêvajo dereng tê xistin. Divê ev wiha were dîtin.
DEM Partî jî got, agahiya me nîne. Niha, agahiya DEM Partî nîne, agahiya me nîne, mijareke ku me eleqeder dike, lê di çapemeniya Tirk de her kes her tiştî dibêje. Nûman Kurtulmuş got, wê qanûn were. Tevî ku me di daxuyaniyên xwe de hişyarî jî dabû ku ev yek wiha nabe, lê ew vê jî dibêje, ‘wê qanûnek derkeve, yê were bila were, yê neyê jî bila neyê’. Gelo ma nêzîkatiyeke wiha dibe? Gelo ma ji bo vê pirsgirêkê ev nêzîkatî dibe? Gelo ma ev pirsgirêka yê were û yê neyê ye? Bi rengekî meyzandin jixwe ti çareseriyê çênake. Ew pirsgirêkê tenê weke berdana çekan, dinirxînin. Jixwe eger tenê wiha were nirxandin gel, rêxistin û şervan dê çawa vê yekê qebûl bikin? Bi rastî jî divê wiha li pirsgirêkê neyê meyzekirin. Divê hîn berfirehtir lê were meyzekirin. Yanî divê nêzîkatiyeke ji bo tevilhevkirina mejî, neyê raberkirin. Ji ber ku pirsgirêkek wisa girîng, encex bi desteka civakî çareser dibe. Bi lihevkirina navbera partiyên siyasî çareser dibe. Ev pêvajo bi gotina ‘min kir, hûn dixwazin qebûl bikin yan jî nekin’ nabe. Wê demê gelo çima ev salek û nîv e ev pêvajo didome? Çima hevdîtin bi Rêbertî re tên kirin? Wê demê çima ji bo peyam ji Rêbertî ji bo me were dibin navbeynkar? Ji vî alî ve têkildarî nêzîkatiya li vê pêvajoyê, divê cidiyetek hebe. Li aliyê din dibêjin wê piştî civîna NATO’yê pêk were. Ev jî rewşek cidî ye. Ev tê çi wateyê, “Wê civîna NATO’yê were lidarxistin, em ê lê binêrin li gorî rewşê. Eger em ji civîna NATO’yê destekê bigirin, ji endamên NATO’yê destekê bigirin, em ê çi bikin, wê demê pêdivî bi çareseriya pirsgirêka Kurd nake, car din şer wê dewam bike.” Yanî ji piştî civîna NATO’yê re hiştin, vê îfade dike. Em vê nabêjin, derdorên nêzî wan dibêjin, piştî civîna NATO’yê dibe qanûn were. Yanî nabêjin wê teqez were! Dibêjin dibe were! Ev wisa tê dîtin ku wê li gorî civîna NATO’yê rewş diyar bibe.
* Ji bo bi lezkirina pêvajoya derketina qanûnê, bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat 30 gerîlayan beriya salekê di 11’ê Tîrmehê de çek şewitandin. Piştî vê Bahçelî daxuyanî da û got, ‘xwezî yên çek şewitandine, yekser hatiban Tirkiyeyê’. Lê tevî ku salek jî derbas bû, ti qanûn nederketin, ev tê çi wateyê?
Raste, Devlet Bahçelî wisa gotibû, ‘xwezî hatiban’. Yanî ev tê wateyê ku qanûnek derketiba û ew hatiban, baş dibû. Niha, Tevgera Azadiyê îradeyeke wiha raber kir. 30 heval çûn çek şewitandin. Heval Besê bi xwe pêşengî ji vê komê re kir, ev jî ji bo nîşandana îradeya tevgerê bû, yanî em bi biryar in, îradeya me wiha ye. Bi vî rengî berpirsyariya wê komê girt û çek hatin şewitandin. Vê yekê bandoreke girîng jî çêkir. Raya giştî jî fêm kir ku tevgera me ya azadiyê xwedî wê îradeyê ye ku çekan berde. Wisa hate nirxandin û şîrovekirin. Bi rastî jî îradeya me wisa bû. Piştî merasîma şewitandina çekan a di 11’ê Tîrmehê de, me fikirî ku wê pêşketin bi lez çêbibin; dewleta Tirk wê gavan biavêje û êdî ne tenê şewitandina çekan, wê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê jî gav bên avêtin û vegera ji bo welêt, ji bo Bakur çêbibe. Heval Besê jî di bernameyekê de got, eger wisa çêbibe, wê hatin jî çêbe. Got, ev girêdayî çareserkirina pirsgirêkê ye. Lê salek li ser re derbas bû, weke ku çek nehatine şewitandin, îradeyeke wiha nehatiye raberkirin. Ji Bakur û Tirkiyeyê jî komên çekdar hatin vekişandin. Evane hemû ji raya giştî re vekirî hatin kirin. Her wiha ji hin qadên şer hêzên me vekişiyan, ji bo şereke muhtemel çênebe. Yanî me berpirsyariyeke wiha hîs kir. Lê dewleta Tirk bi rastî jî bersiva rast neda vê nêzîkatiya me. Ev jî di raya giştî de, bi taybetî jî di raya civaka Kurd de bû sedema fikaran ka gelo dewleta Tirk wê gavan bavêje yan na?
Erê, bi rastî jî em çareseriya vê pirsgirêkê dixwazin, em taktîkê nakin. Me stratejî guhert. Yanî êdî şerê gel, şerê gerîla na, me siyaseta demokratîk tercîh kir. Me guhertineke stratejîk pêk anî. Ev ne taktîk e. Tevî ku me guhertineke wisa kir, me Partî jî fesix kir, me çek şewitandin, têkildarî vê mijarê me îradeya xwe bi eşkere nîşan da, bi rastî jî bersiva pêwîst nehat dayîn. Di raya giştî de jî dibêjin ku desthilatdariyê bersiv nedaye gavên me. Ji ber ku her tişt li holê ye. Nêzîkatiya me li holê ye, hîna dewletê bi rastî jî gavek neavêtiye. Rêbertî dema ku banga 27’ê Sibatê kir, behsa hiqûqa siyasî kir, tiştên ku di 27’ê Sibatê de hatine diyarkirin, got, wê bi zemînê hiqûqî û siyasî çareser bibe. Lê ev pêk nehat. Di vî alî de hem ji bo gava 11’ê Tîrmehê, hem jî gavên din ti bersiv nehat dayîn. Yanî ev gavên me, yekalî man.
*Di bernameyên berê de, we nirxandibû, lê ji ber ku pir tê nîqaşkirin, ez dixwazim car din bipirsim. Gelo Qanûneke çawa wê pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd veke?
Dewlet û desthilatdarî naxwaza fêm bike, yanî bi rengekî jirêzê nêzî vî karî dibin. Heta ku Rêber Apo negihije şert û mercên ji bo xebat û jiyana azad, çareserkirina vê pirsgirêkê ne pêkan e. Yanî ma wê wisa be? Ev pirsgirêk wê çareser bibe û Rêbertî hîn jî li wir dîlgirtî bimîne! Wisa nabe. Eger çareseriyek çêbibe, muxabatê çareseriyê û muzakerevanê me yê sereke Rêbertî, divê bikare di şert û mercên azad de bijî û bixebite. Divê ev pêk were. Ev rewşeke cidî ye. Helbet Rêbertî bi sebir tevdigere, ji bo pêvajo xirab nebe bi baldarî tevdigere, lê belê sînorekî vê jî heye. Eger nêzîkatiyeke rast ji bo Rêbertî neyê raberkirin, eger weke muxatabê çareseriyekê neyê dîtin, wê çawa çêbibe? Ji vî alî ve, dema mirov dibêje wê kîjan gav bên avêtin û kîjan qanûn derbikevin, destpêkê divê rewşa Rêbertî were zelalkirin.
Di rewşa niha de Rêbertî di bin tecrîdê de ye. Mehek û nîv e hevdîtin nayê kirin. Bi vî rengî wê çi qanûn derkeve? Wê çi wateya qanûneke ku behsa azadiya Rêbertî nake, hebe? Wisa yanî, em ê bang bikin, hin wê werin, Apo jî wê di hundir de bimîne, wê rêveberiya Tevgera Azadiyê jî negire nava xwe, ma gelo wê wisa be! Ji vî alî ve ez destnîşan dikim ku Rêber Apo divê bikare bi rengekî azad bijî û bixebite, bikare bi her kesê re hevdîtinê bike, peywendiyên xwe bidomîne, îkna bike, divê piştgiriya civakî zêde bike. Ne tenê gelê Kurd, divê gelê Tirkiyeyê jî bizane ka Rêbertî çi dixwaze. Hîna Rêbertî şaş nîşanî gelê Tirkiyeyê didin. Wê demê gelo wê çareserî çawa çêbibe? Rêbertî divê bikare bi gelê Tirkiyeyê re jî peywendî çêbike û bang bike ku ew fêmkirinên şaş ji holê rabin û zemînê çareseriyê çêbibe. Ev girîng e.
Li aliyê din, gotina ‘em ê qanûnekî derbixin, yê were bila were, yê neyê jî bila neyê’ nabe. Pêvajoyên çareseriyê yên li cîhanê, ma wisa tên meşandin? Me tiştên welê kirin ku ti tevgerê li cîhanê nekiriye, yanî me gavên welê avêt ku ti tevgerê li cîhanê neavêtiye. Me gav avêt, jixwe her kes şaş ma. Lê me ev çima kir, ji bo ku em hinekî pêşî lê vekin, ji bo hinekî bi lez bikeve. Eger niyetek hebe, ji bo em bersivê bidin wê niyetê me kir. Ji bo ew niyet bi pratîk bibe, me kir. Ji vî alî ve eger qanûnek derkeve, em bêjin mesele hadî em çûn, sibe têkildarî Kurdan, demokrasî û azadiyê nirxandin hatin kirin yan jî gel tê rêxistinkirin – Rêbertî got, civaka demokratîk civaka hatî rêxistinkirin e – civakê li hemberî kêmasiyeke desthilatdariyê çalakî kir, nerazîbûna xwe nîşan da, yanî eger qanûnên azadiyê û demokratîkbûnê nederkevin, sibe kesên ji vir biçin wê hemûyan bigirin. Ma wê wisa be? Ma wisa çareserî dibe?
Ji vî alî ve divê holeke ku siyaseta demokratîk bi rengekî azad lê were meşandin, ava bibe. Niha hîn jî dest ji qeyiman nayê berdan. Divê qanûna rêveberiya xwecihî derkeve. Rêbertî ji vê re got, qanûnên azadiyê. Bi rengekî azad, siyaseta demokratîk meşandin, îradeya azad nîşandan û ya herî girîng jî, divê Kurdan bixin nava qanûnan. Divê hebûna Kurdan were naskirin. Niha erê, bi fiilî dibêjin Kurd, lê weke hiqûqî, siyasî û qanûnî Kurd nînin. Niha Kurd derqanûnî ne. Helbet divê Kurd bikevin nava qanûnê. Eger qanûnên wiha derkevin, dibe yekser hemû pirsgirêkan çareser neke, lê divê pêşî li çareseriyê veke. Divê zihniyeta ji bo çareseriyê ava bibe.
Divê feraset û zihniyeta heyî were guhertin. Divê meyzandina li nasnameya Kurd, were guhertin. Gelê Kurd heta niha nayê naskirin. Tenê dema cihê wê hat dibêje, Kurd xwişk û birayên me ne. Lê cihê Kurdan di qanûnê de nîne!
*Di serî de Musteşarê MÎT’ê, gelek rayedarên dewletê hem di asta navneteweyî hem jî di asta herêmî de gelek hevdîtinan pêk tîne. Weke rêveberiya tevgerê we di daxuyaniya xwe de jî bal kişandibû ser vê yekê. Gelo mirov dikare van hevdîtinan weke amadekariya şer bibîne?
Îbrahîm Kalin digere. Erê weke serokwezîrekî digere. Lê di esas de, Îbrahîm Kalin kî ye? Di burokrasiya ewlehiyê de ye. Başe, dema li Tirkiyeyê pirsgirêka ewlehiyê tê gotin, çi tê hişê mirov, pirsgirêka Kurd tê. Pirsgirêka yekem ew e. Pirsgirêka herî esas a Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd e. Dîplomasî û burokrasiya xwe ya ewlehiyê jî, ewane hemû têkildarî Kurdan tên şêwegirtin. Niha çû bi Iraqê re axivî. Li Silêmanî û Hewlêrê hate axaftin. Çi hate axaftin? Erê, têkildarî pêvajoyê hate axaftin. Başe, gelo têkildarî pêvajoyê çi hate axaftin? Wê ji bo pêvajoyê gav bên avêtin? Dewleta Tirk wê gavan bavêje, ev axivî, biryardariya xwe nîşan da? Niha dema mirov li pratîkê dinêre, tiştek wiha nîne. Sankî wê sibe qanûnek derkeve, qanûneke ku nayê qebûlkirin, ew jî dema nehat qebûlkirin wê bêjin, ‘binêrin, Tevgera Azadiyê ya Kurd ne alîgirê çareseriyê ye, pêvajo xirab kir’. Di dema ku herî zêde pêvajo tê nîqaşkirin û wê qanûn derkeve de, hevdîtina Îbrahîm Kalin a li Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê bi rastî jî pirsa ‘gelo amadekariyeke şer heye’ tîne hişê mirov.
Helbet em polîtîkaya PDK’ê dizanin. Lê heta niha YNK nebûye amûra polîtîkayên dewleta Tirk. Tişta li PDK’ê hatî ferzkirin, li wê jî hate ferzkirin. Lê wan heta niha qebûl nekiriye. Iraq jî dibe di hin mijaran de gotinên dewleta Tirk qebûl kir, lê her gotina dewleta Tirk qebûl nekir. Lê belê dewleta Tirk zorî lê dike. Bi vî rengî hema bêje li herêmê dixwaze her kesê bişîne ser Tevgera Azadiyê ya Kurd de.
Em jixwe destekê didin pêvajoyê. Em alîgirê çareseriyê ne. Ji ber ku têkildarî vê yekê ti fikara me nîne û em zelal in, tiştên wiha helbet gumanê çêdike. Yanî em ji bo çareseriyê gavan diavêjin, eger nêzîkatiyeke me ya ji bo pêvajoyê erênî nebe, dewleta Tirk dikarî biçe derdoran û polîtîkaya xwe vebêje. Ji vî alî ve gumanên me çêbûn. Ji ber ku heta dewleta Tirk pirsgirêka Kurd çareser neke, wê demê dîplomasiya wê jî dê timî têkildarî pirsgirêka Kurd be, têkildarî pirsgirêka ewlehiyê be. Di hemû polîtîkayan de wê hewl bide ku dijberiya Kurdan bike. Ev encama tecrûbeya me ya 50-60 salî ye.
*Di civîna NATO’yê ya li Tirkiyeyê de rojeva madeyeke girîng heye. Nirxandin û nîqaş hene ku dewleta Tirk dê vê civînê ji bo parastina statukoya li herêmê û ji bo li dijî Kurdan tawîzan bistîne, bigire dest. Gelo dibe gelê Kurd qurbanî lihevkirinên navneteweyî were kirin?
Helbet NATO rêxistineke leşkerî ye. Ne rêxistina aştiyê ye, rêxistina şer e. Di dema şerê sar de hate avakirin, li dijî Sovyetan hate avakirin. Çêkera wê jî wisa ye, refleksên wê jî wisa ye. Yanî plansaziyên wan jî wisa ne. Gelo niha em ê çi ji NATO’yê hêvî bikin, em ê aştiyê jê hêvî bikin? Em ê ji NATO’yê çareseriya pirsgirêkek siyasî hêvî bikin? Berevajî, NATO pirsgirêk û lihevnekirinên cur be cur sor dike û li ser wê esasê polîtîkaya xwe ya şer dimeşîne, wê bimeşîne. Em pir baş dizanin ku Tirkiye çawa tevlî NATO’yê bû? Ji bo bikeve NATO’yê tevlî şerê Koreyê bû. Yanî hêzên navneteweyî êrîş birin ser berxwedana hêzên Koreya Bakur. Tirkiyeyê jî leşker şandin wir û bi wî rengî tevlî NATO’yê bû.
Niha NATO li Tirkiyeyê dicive. Trump got, eger li Tirkiyeyê neba û Erdogan jî neba, ez tevlî nedibûm. Bi vî rengî dixwazin rolên diyarker bidin Tirkiyeyê. Dixwazin Tirkiyeyê bi kar bînin. Tirkiye jî têkiliya xwe ya bi NATO’yê re didomîne, dixwaze hinekê pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navîn biparêze. Ji ber pozîsyona wî lewaz bûye, mîna berê nîne. Berê cendermeyê NATO’yê yê li Rojhilata Navîn bû. Aktorê herî girîng ê Rojhilata Navîn bû. Niha welatên Ewropayê jî û DYE jî tam wisa lê meyze nake. Bi taybetî jî dema têkiliyên Îsraîlê yên bi Ereban re pêş ket, Tirkiye li aliyekê ket nava valatiyê. Tirkiyeyê bandora xwe ya li Rojhilata Navîn, bi rêya têkiliyên bi Îsraîlê re dimeşand. Bi Îsraîl re têkilî çêkirin, tê wê wateyê ku tu ji DYE û Rojava destekê bigirî. Têkildarî wê jî dema têkiliyên wê yên bi Îsraîlê re xirab bûn, di heman demê de têkiliyên bi DYE û Ewropayê re jî xirab bûn. Em dikarin wiha diyar bikin.
Niha, Tirkiye hinek din jî bi gotina ‘ez xwedî hêzeke leşkerî me’ xwe ji NATO’yê re dike bazar û bi vî rengî dixwaze cihê xwe yê ku li Rojhilata Navîn lewaz bûye, hinekî xurt bike. Lê nikare were rewşa berê. Ji bo NATO’yê jî Tirkiye nikare were rewşa berê. Rojhilata Navîn hate guhertin. Cîhan hate guhertin. Erê, berê di dema şerê sar de Tirkiye tam li başûrê Sovyetan bû, hêzeke girîng bû, ji wî alî ve xwedî rol bû.
Başe, niha Tirkiye wê çi bistîne? Dibe hin çek û motoran bidin Tirkiyeyê, lê ew ê çi ji Tirkiyeyê bistînin. Ew ê Tirkiyeyê hîn zêdetir girêdayî polîtîkayên DYE û Ewropayê bikin. Peymana Îbrahîmî ya Îsraîlê heye. Polîtîkayên Îsraîlê yên ku ji bo li Rojhilata Navîn bi bandor bibe, heye. Têkildarî vê yekê wê Tirkiyeyê li gorî van polîtîkayan veguherînin. Tirkiye jî bi bazarkirina xwe hesabê ku ‘ez dikarim polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdan bidomînim’, dike. Tirkiye hîn jî vê hesabê dike. Hîn jî hewl dide bi hêza jiderve bistîne, pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser bike. Polîtîkaya ez ê hêza jiderve bistînim û Kurdan biçewisînim, dimeşîne. Niha wiha li NATO’yê jî dinêre. Ev ji bo Tirkiyeyê bi rastî jî polîtîkayeke tengaviyê ye. Ev yek wê rojekê Tirkiyeyê bibe kuderê, ne diyar e. Dibe ji nişka ve wergere ser serê xwe. Yanî ev yek ne bingehekî saxlem e. Bingehê saxlem ew e ku pirsgirêka xwe, bi xwe çareser bike. Lê hesabê ‘ez ê xwe bispêrim NATO’yê Kurdan biçewisînim û muxalefetê bêdeng bikim’ weke polîtîkayeke esas bidome, bi rastî jî ji bo Tirkiyeyê wê pirsgirêkên cudatir jî derkevin. Gelo Kurd wê bên fedakirin, me li Sûriyeyê dît yanî. Herî zêde Kurdan li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn meşand. Zêdeyî 10 hezar şehîd dan. Lê DYE’yê destek da HTŞ’ê ku hetanî duh jî jê re digot terorîst. Destek da yê bi DAÎŞ’ê re xwedî heman zihniyetê. Ji vî alî ve helbet Kurd êdî mîna berê nînin, niha xwedî hêz in. Yanî mîna berê wisa fedakirina Kurdan, hêsan nîne. Yanî Kurd jî bi hêza xwe ya rêxistinkirî, dikarin van hesaban pûç bikin. Tirkiye eger hesaba ‘bi hêzên ji derve car din desthilatdariyê li ser Kurdan bidomîne’ bike, wê xwe şaş bike. Dewleta Tirk divê vê bizane.
*Îran û Emerîka-Îsraîl piştî şerekî dijwar, ketin pêvajoya muzakereyê. Lê em nikarin bêjin ku şer tam bi dawî bûye. Tam di vê rewşê de rejîma Îranê demên dawî li dijî hêzên şoreşger ên Rojhilat operasyonên leşkerî pêk tîne. Şehadetên ku ji ber van operasyonan çêbûne, hene. Ev rejîma ku di êrîşên DYE’yê de derbeyên mezin xwarî, bi êrîkirina li ser Kurdan çi armanc dike?
Yanî weke ku we diyar kirî, di rastiyê de Îran lewaz bûye. Weke leşkerî, siyasî û zemînê civakî lewaz bûye, di aliyê aborî de lewaz bûye. Îraneke wiha encex eger bi civaka xwe re di nava aştiyê de be, dikare li ser piyan bimîne. Wê evqasê derbe bixwe û lewaz bibe, lê di heman demê de wê bi gelê xwe û civaka xwe re di nava şer de be. Wê pirsgirêkên civakê çareser neke! Ev polîtîkayeke bi aqil nîne. Di rastiyê de ez dikarim vê bêjim. Polîtîkayên Îranê yên di dîrokê de, bi rastî jî tecrûbe û ezmûneke mezin e. Lê belê bi vê serdema modernîst re, ew tecrûbeya dîrokî ya li Îranê jî hate derbaskirin. Li wir nêzî netewperestî û feraseta netew dewletê bû. Lê belê di dîroka Îranê de ezmûneke ku dikare hemû gelan ba hev bigire, heye. Kurd, Azer, Belûcî û gelên din di civaka Îranî de bi hev re jiyan kirine.
Pirtûkek Nîzamêmulk li ser siyasetê heye. Di wê pirtûkê de, Malîkşah ji Nîzamêmulk dixwaz dike ku ezmûnên xwe parve bike. Yek ji nesîhetek herî girîng ê Nîzamêmulk ji Malîkşah re ew e: “Burokrat û karmendê xwe ji gelên cuda ava bikin. Artêşa xwe ji gelên cuda ava bikin. Hûn ê xwe nespêrin neteweyek tenê.” Nesîheta Nîzamêmulk ji Malikşah re ev bû. Bi rastî ev çandeke Îranê ye û Îran bi vî rengî di dîrokê de bûye xwedî hêz. Niha, Îran li şûna ku bi gel re bikeve nav lihevkirinek wisa, hebûn, nasname û çanda gel qebûl bike û rêveberiya wan a xweser qebûl bike, di nava nêzîkatiyek hişk de ye û bi rastî di bingehê de dewletên din ên li Rojhilata Navîn mînak digire û tiştên navneteweyî mînak digire. Bi rastî ew gelek tiştan dibêjin, dijberiya rojava û nizanim çi dike. Di rastiyê de, ev encama pejirandina têgihîştina netewe-dewletê û modernîteya Rojava ye. Di vî alî de pevçûna yekser a Îranê bi Kurdan re bi rastî nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de gerîlayên Kurd şehîd bûn. Hem çar gerîlayên PJAK’ê şehîd bûn û hem jî 5-6 pêşmergeyên ji rêxistinên din ên Kurd jî şehîd bûn. Ez hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Lê ev polîtîkaya Îranê xelet e. Me bi salan bandora xwe bikar anî li Îranê agirbestek pêk anî. Bi agirbestê re me dixwest ku Îran pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re bi rêya lihevkirin û nîqaşan çareser bike. Niha, divê Îran pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan, Azeriyan, Ereban û her kesê din re, pirgirêkên xwe yên bi jinan re bi rêya lihevkirinê çareser bike. Jixwe Îran ji binî ve li hemberî jinan di nava nêzîkatiyeke dijber de ye. Belê, piştî şoreşa “Jin Jiyan Azadî” hinek nermbûn çêbû. Ev baş e. Hinekî zext sist kirine, lê ev ne bes e.Ji ber vê yekê divê Îran dev ji van êrîşan û êrîşên li dijî gel berde. Em difikirin ku ev pevçûn xêra wê ji ti kesî re tineye. Divê Îran di vî alî de baldar be. Divê di nêzîkatiya xwe ya li hember Kurdan de baldar be. Divê rêzdar be. Kurdan di vî şerî de helwesta rast nîşan dan. Heta rêveberiya Trump a DYE’yê Kurdan rexne kir. Ma ne wisa ye? Li şûna rêzê nîşanî vê yekê bidî, dibêjî “şer qediya”. Şer bi dawî bû ez ê jî demekê berê xwe bidim ser gel û Kurdan. Wisa nabe. Ger wisa bibe wê demê Kurd jî serî li parastina cewherî bidin. Dema ku ev bibe wê demê Îran nikare xwe komî ser hev bike. Nabe ku bibêje, “Ez ê mîna berê bikim. Mîna berê min ew perçiqandin û ez ê wan biperçiqînim.” Divê di vî alî de baldar be. Yanî ev polîtîka bi vî rengî nabe. Gelê Kurd wê vê yekê qebûl neke, gel jî wê vê yekê qebûl neke û jin jî wê vê yekê qebûl neke. Di vî alî de me her tim hewl da ku bê polîtîkaya rast çi ye deynin holê. Niha em vê yekê datînin holê. Divê pirsgirêkên gel çareser bike. Ne bi ferzkirinê û ne jî wê gotina min bibe. Divê daxwaz û xwestekn gel, daxwaz û xwestekên jinan bi cih bîne û pirsgirêkan çareser bike.
* Em derbasî 45’emîn salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dibin. Wekî şoreşgerekî ku beşdarî vê berxwedana ku di dîroka Kurdistanê de xala werçerxê ye bûyî, dixwazin çi bibêjin?
Helbet di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî de hemû şehîdên zindanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Helbet hevrê Mazlum pêşengiya vê berxwedanê kir. Ferhat, Eşref, Necmî û Mahmut çirûska ku Mazlum pêxist geş kirin. Vîna ku berxwedana 14’ê Tîrmehê danî holê, rejîma faşîst a 12’ê Îlonê di aliyê îdeolojîk de têk bir. Tenê zextên Zindana Amedê têk nebirin, bi rastî jî rejîma 12’ê Îlonê bi aliyê îdeolojîk de têk bir û polîtîkayên wê vala derxistin. Ger polîtîkayên dewleta Tirk li Amedê û li zindanê bi tevahî bi ser biketa wê çarenûsa dîroka Kurdistanê biguheriya. Wê çarenûsa civaka Kurd biguheriya. Ji ber ku dewleta Tirk dixwest di şexsê girtiyên di zindanê de bi taybetî di şexsê girtiyên PKK’ê de hem PKK’ê di betona zindanê veşêre û hem jî dixwest vîna gelê Kurd bişkîne. Yanî wê bigota “Ew kesên ku behsa azadiyê dikirin, ew kesên ku digotin em ê Kurdistanê azad bikin teslîm bûne.” Wê bêhêvîtî û teslîmbûnê li Kurdistanê belav bikirana. Wê li ser vê zilmê komkujiyek spî pêk bianiyana. Yanî wê qirkirina çandî kûrtir bikirana. Divê careke din ev rastî were zanîn. Pirsgirêk li wir ne tenê li zindanê berxwedana li dijî zilmê ye. Ne tenê şehadeta çar hevrêyan, bi dehan hevrêyan e. Armanceke bêyom hebû. Di şexsê Zindana Amedê de, di şexsê Zindana Hejmara 5 a Diyarbekirê de, dixwestin hesreta Kurdan a azadiyê, hebûnê ji holê rakin. Pêwîste wisa bê dîtin. Berxwedana zindanê, berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşiya vê polîtîkayê girt. Ger ev polîtîka bi ser ketiba, piştî wê serdemê wê li Kurdistanê polîtîkayên pir cûda pêk bihatana. Kes nikarîbû li ber wê bisekiniya. Lê çi kir? Berxwedana zindanan gel kir xwedî vîn. Gel çi got? Gotin ku eger ew kesên ku bedena wan çeka wan e, vîna wan û canê wan heye li ber xwe didin, wê demê ev têkoşîn dikare li ber xwe bide, gel dikare li ber xwe bide, li derve dikare li ber xwe bide. Ev yek vîna gel xurt kir û gel birûmet kir. Di vî alî de divê mirov bi rastî pir kûr li berxwedana 14’ê Tîrmehê binêre. Di nêrîna rûxalî de, dijmin zext kir, girtiyan li ber xwe dan û şehîd bûn. Çima ev zext hat kirin? Ya girîng ew e ku çima hat kirin? Armanca 12’ê Îlonê çi bû? Ma tenê girtiyan teslîm bigire? Gelo di şexsê teslîmgirtina girtiyan de qirkirina Kurdan a demdirêj dihat armanckirin? Divê ev yek were dîtin. Ji ber vê yekê hîn jî di şexsê 14’ê Tîrmehê de berxwedana 14’ê Tîrmehê û berxwedana zindanan a ji bo gelê Kurdistanê, ji bo şoreşa Kurdistanê, ji bo dîroka wê tam nayê famkirin û heqê wê nayê dayîn. Bi rastî ger bi ser ketiba, wê rewşa civaka Kurd çawa bûya? Ji ber ku li wir li ber xwe dan, dîrokeke cuda derket holê, xeteke têkoşînê ya cuda bi pêş ket. Ger berxwedan nebûya, belê Rêber Apo çi bikira jî wê berxwedanê bimeşanda û bida destpêkirin. Ji ber ku di Rêber Apo de bêçareserî tineye. Rêber Apo ne rêberekî wisa ku bibêje, dema ku zehmetî hebe nikarim çareserî bikim, nikarim rêyekê bibînim. Rêber Apo şoreşgerekî mezin e. Di aliyê Rêber Apo de çaresernekirin tineye. Ya wê rêyekê bibîne yan jî wê rêyekê veke. Ev teqez e. Belê, Rêbertî wê wisa bikira. Lê ger li wir berxwedan nebûya, encamên wê ji bo gelê Kurd wê pir giran bûna. Wê deriyê qirkirina çandî heta dawiyê vebûya. Di zindanê de polîtîkaya Tirkîkirina Kurdan hebû. Digot ku wê her kes bibe Tirk. Belê ger polîtîkaya zindanê bi ser biketa wê li Kurdistanê pêşiya Tirkîkirinê vebûya û wê dijwartir bibûya. Em ê vê yekê zanibin. Ger em wisa nebînin, bi rastî em nikarin dîroka xwe fêm bikin. Yanî em nikarin bibêjin me heqê berxwedana 14’ê Tîrmehê daye wê. Beşê dibe ku heqê wê nehatibe dayîn, lê berxwedana 14’ê Tîrmehê di esasê xwe de ji bo dîroka Kurdan wateyeke wê ya kûr û berfireh heye û encamên wê neyên fêmkirin. Divê ev mijar gelekî girîng were dîtin.
Aliyekî din jî bi rastî berxwedana 14’ê Tîrmehê ku di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de felsefeya jiyanê û felsefeya têkoşînê derketiye holê. Ev yek pir girîng e. Bi civakekê re qezenckirina felsefeya jiyanê, qezenckirina felsefeya têkoşînê nirxeke pir girîng e. Di vî alî de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê nirxên mezin diyarî gelê Kurd kirine. Felsefeya jiyanê, felsefeya azadiyê, felsefeya têkoşînê diyarî kirine. Ger civakek felsefeya jiyanê, felsefeya têkoşînê bibîne, wê demê kes nikare pêşiya azadiyê bigire. Di vî alî de Kemal Pîr got, “Ez jiyanê biqasî ku di rêya wê de canê xwe bidin hez dikim.” Ev hem felsefeya jiyanê û felsefeya têkoşînê ye, dibêje di rêya xwe de canê bidim. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê felsefeya jiyanê bi gelê Kurd dan qezenckirin. Çawa bijîn? Jiyaneke ku di asta rêya wê de canê xwe bidin. Ev ne jiyaneke ji rêzê ye. Ev pir girîng e. Di nava Kurdan de jiyana ji rêzê çawa ye, jidayikbûn, bizewice û di nava zarokên xwe de bijî. Di dawiyê de wê çi bibe? Wê bi tevahî dev ji Kurdbûna xwe berde bibe Tirk û wê bi qirkirin. Di vî alî de dema ku berxwedana 14’ê Tîrmehê tê nirxandin, yanî ewqas zext kirin, ewqas zilm kirin, ewqas li ber xwe dan. Temam ew jî bûn lê kûrahî û çarçoveya vê berxwedanê çi armanc kir, encamên çawa derketin holê yan jî berxwdan çi da qezenckirin? Tenê li ber xwe neda bi wê re hin tişt bi Kurdan da qezenckirin. Çi da qezenckirin? Felsefeya jiyanê û felsefeya têkoşînê da qezenckirin. Qezenckirina herî mezin ev e. Aliyê ku di nava gel û civaka Kurd de ya kêm ev bû. Bêguman van berxwedêran ev valahî dagirtin. Berxwedêran ev felsefe ji Rêber Apo wergirtin. Rêber Apo ev felsefeya jiyanê û felsefeya têkoşînê da van berxwedêran û da qezenckirin. Wan ev felsefeya jiyanê û felsefeya têkoşînê hem di zindanê de xistin pratîkê û hem jî felsefeya jiyanê û felsefeya têkoşînê di nava civaka Kurd de kirin felsefeya jiyanê û felsefeya têkoşînê. Dema ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin, bi rastî jî divê em bi vî rengî bi bîr bînin û nirxeke mezin bidin van berxwedêran. Li ser vê bingehê, ez careke din van berxwedêran bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Em ê cewhera wan teqez pêk bînin.

