Serhildana ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ya li Îranê di sala 2022’yan de piştî ku Jîna Emînî hate binçavkirin û bi êşkenceyê hate qetilkirin dest pê kir û di nava demeke kurt de li seranserê welêt belav bû, hêrsa ku gel bi salan bû li dijî rejîmê kom dikir, derxist holê. Pêvajoya nû ya li gel tundiyê çewisandina xwepêşandanan, ji perwerdeya jinan heya jiyana wan karî, ji qada dijîtal heya avaniya malbatê mafên wan tune hesibandin, qedexe kirin û sansûr kirin.
Di vê pêvajoyê de di encama êrîşên rejîmê de bi sedan xwepêşander hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes hatin binçavkirin û zarok û jinên ciwan jî di nav de gelek kes bi êşkence, tundiya zayendî û girtinên bi kêfî re rû bi rû man. Raporên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, nîşan didin ku bi taybetî di serdema piştî sala 2023’yan de polîtîkayên kontrolkirinê yên têkildarî jinan dubare zêde bûne.
Di hin nirxandinên Amnesty International, Human Rights Watch, Mîsyona Lêkolîna Rastiyên Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (FFM Îran) û hin saziyên çavdêriyê yên serbixwe de diyar dikin ku qada raya giştî her ku diçe zêdetir li gel mekanîzmayên çavdêriyê tên kontrolkirin. Nirxandinên têkildarî ku rejîma Îranê bi taybetî li bajarên mezin li ser kamerayên ewlehiyê, pergalên şopandinê yên dijîtal û pêkanînên îdarî toreke nû ya kontrolê pêş xistiye di çapemeniya navneteweyî de jî cihekî mezin girtin. Raporên Fact-Finding Mission a NY’ê nîşan dan ku di çewisandina xwepêşandanan de sûcên li dijî mirovahiyê yên weke êşkence, tecawiz û cinayet hatine kirin.
KONTROLA DÎJÎTAL JÎ LI YA FÎZÎKÎ HATE ZÊDEKIRIN
Di tevahiya sala 2024’an de li bajarên mezin ên weke Tehran, Meşhed, Şîraz û Tebrîzê kontrolên cil û bergan ên têkildarî jinan dubare hatin zêdekirin. Şofêrên jin ên ku ferzkirinên ‘’şerpayê’’ qebûl nedikirin, bi peyamam hatin tehdîtkirin û hin kargeh hatin mohrkirin. Lewma rejîmê kontrolkirina fîzîkî û zext bi çavdêriya dîjîtal re kirin yek û şikandina îradeya jinan kir armanca xwe. Di vê çarçoveyê de li ser sepana mobîl a bi navê ‘’Nazer’’ welatî dikarin agahiyên plaka, cih û saeta jinan ragihinin û îxbar bikin; ÎHA, pergalên naskirina rûyan û kamerayên li rex rêyan jî gelekî hatin zêdekirin. Li kampusên weke Zanîngeha Amîrkabîrê nivîsbariyên naskirina rûyan di têketinan de hatin aktîfkirin, jinên di texsî û ambûlansan de jî ji vê tora çavdêriyê cuda nehatin girtin.
LI ZANÎNGEHAN NÊÇÎRA XWENDEKARAN
Li zanîngehan jî ku yek ji wan qadan e jin lê çalak in, di vê pêvajoyê de bi awayekî rasterast polîtîkayên ewlehiyê hatin hîskirin. Li zanîngehên weke Zanîngeha Tehranê, Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîf, Zanîngeha Allameh Tabataba û Zanîngeha Beheştiyê piştî xwepêşandanan lêpirsînên dîsîplînê, dûrxistin, sepanên di nava kampusê de hatin rojevê. Di raporên Scholars at Risk û hin saziyên azadiya akademîk ên cuda de bi taybetî ji ber beşdariya xwendekarên jin ên ji xwepêşandanan re nirxandinên ku bi zextê re rû bi rû mane, cih girtin. Ji ber ku ev demeke dirêj e li Îranê zanîngeh ew qad in ku lê tevgerên civakî gelekî xwe nîşan didin, ‘’refleksên ewlehiyê’’ yên rejîmê jî xwe cara ewil li van qadan nîşan didin. Pergalên naskirina rûyan li deriyên kampusan weke ku xwendekarn jin hedef bigrin hatin bicihkirin û gelek jinên ciwan ên ku beşdarî xwepêşandanan bûne ji mafê perwerdeyê hatin mehrûmkirin.
NÎLUFER, ELAHE, NERGÎS…
Her wiha jinên rojnamevan, parêzer, mafparêz û hunermend jî di hedefa rejîmê de bûn. Rojnamevanên jin Nilifer Hamedî û Elahe Muhammedî ku qetilkirina Jîna Emînî xistin rojevê, demeke dirêj hatin girtin. Pêvajoyên darazê yên derheqê xelatgira Xelata Aşitiyê ya Nobelê û mafparêz Nergîs Muhammedî jî di qada navneteweî de ji aliyê xuyakirina têkoşîna ji bo mafên jinan ve bû yek ji mînaka herî girîng. Li rex vê yekê gelek aktîvîstên jin ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal û kiryarên têkildarî xwepêşandanan bi pêvajoyên lêpirsînê re rû bi rû man. Tevî rûniştin û tehlikirina demkî yên Hamedî û Muhammedî jî zextan berdewam kiriye, Nergîs Muhammedî jî tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî nekarî mafê xwe yê tedawiyê bi kar bîne.
LI GIRTÎGEHAN REWŞ PIR XIRAB E
Lı girtîgehan jî binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne. Zextên li ser Zeynep Celakiyan a ji sala 2008’an ve ye li girtîgehê rehîn tê girtin, Endama KJAR’ê Werîşe Muradî û aktîvîst Pexşan Ezîzî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn şênbertirîn mînakên binpêkirinên li girtîgehan in. Girtina jinan û birîna cezayên darvekirinê di heman demê de ji muxalefetê re jî weke peyamên eşkere ne. Di gel ku bi salan e Zeynep Celaliyanê pirsgirêkên tenduristiyê yên giran hene jî tedawiya wê tê astengkirin û li cihên dûr ên weke Girtîgeha Yazdê tê rehîngirtin. Her wiha Celaliyan yek ji wan jinan e ku ew demeke gelekî dirêj e tê rehîngirtin.
ZEXTA ABORÎ Û XIZANÎKIRINA KÛR
Yek ji qada ku jin ji ‘’însafa’’ rejîm û mêran re tên hiştin û hewl tê dayîn ku îradeya teslîm were girtin jî bê guman aborî ye. Li Îranê enflasyona bilind, kêmbûna nirxê pereyî û kêmbûna hêza kirînê ya di salên dawîn de bi taybetî barê aborî yê li ser milên jinên ji malbatên xizan girantir kirine. Di nirxandinên Bankeya Cîhanî û Rêxistina Karkirinê ya Navneteweyî (ILO) de tê diyarkirin ku li Îranê rêjeya beşdariya jinan a ji hêza kar re ev demeke dirêj e gelekî kêm bûye û tê îfadekirin ku li gel krîza aborî awayên karkirina bi qaçaxî gelekî berbelav bûye. Hilberîna navmalî, karên demkî û awayên karkirina neewle bi taybetî li taxên xizan ên derdora bajarên mezin gelekî zêde bûne.
ROJHILAT ZÊDETIR HATIYE XIZANÎKIRIN
Ev tablo li Rojhilat zêdetir tê hîskirin. Awayê jiyana girêdayî aboriya sînor a li derdora bajarên weke Ûrmiye, Sinê, Kirmanşan û Merîwanê, bi awayekî rasterast bandorê li jiyana jinan a rojane dike. Bo nimûne; di nava malbatên kolberên ku encama gulebarana hêzên rejîmê tên qetilkirin yan jî birîndar didin de gelek caran barê aboriyê dimîne ser milên jinan. Di raporên saziyên çavdêriya mafên mirovan de tê diyarkirin ku jinên li herêmên sînor dijîn bes ne li dijî krîza aborî di heman demê de li dijî zexta ewlehiyê jî têdikoşin. Kolberên jin, jiber xizanî û bêkariyê li ser xetên sînor ên çiyayî li gel kişandina barên giran hewl didin debara xwe bikin. Ev yek weke cudakariya şênber a girêdayî zayend û nasnameya etnîkî xwe nîşan dide.
NIKARIN MAFÊN XWE YÊN BINGEHÎN BI KAR BÎNIN
Heman rewş li ser xeta Sistan-Belûcistnê jî heye. Xizaniya aborî, xizmetên kêm ên dewletê û polîtîkayên ewlehiyê ketine nava hevûdu. Jin gelek caran nikarin mafên xwe yên tenduristî û perwerdeyê bi kar bînin. Ev yek jî nîşan didin ku jin zêdetir ji newekheviyên avanî bandor dibin. Li herêmê kêmasiya razemeniyên dewletê, cudakariya etnîkî û atmosfera karkirinê xwegihandina mafên bingehîn dijwartir dikin.
QADA DIJÎTAL HATE QEDEXEKIRIN
Her wiha qedexekirina qada dijîtal ya piştî xwepêşandanên gel û sansur hem li pêşiya belavbûna agahiyan bûn asteng hem jî bandor li xuyabûna jinan a aborî û civakî kir. Li welêt gelek jin li ser kargehên dijîtal ên biçûk, torên bazirganiya online û medyaya dijîtal debara xwe dikin û li gel astengkirina înternetê jiyana aborî bi awayekî rasterast ji vê yekê bandor dibe. Bi taybetî medyaya dijîtal ji bo jinên ku di qadên weke moda, dîzayn, perwerde û xizmetên dijîtal de dixebitin, besne qadeke ragihandinê ye di heman demê de yek ji qada aboriya sereke bû. Rejîmê ev platform jî hedef girtin û çarçoveya çavkaniyên debara serbixwe ya jinan teng kir.
DENGÊ WAN LI HEMÛ QADAN TÊN QUTKIRIN
Ev agahî hemû nîşan didin ku li Îranê zexta li ser jinan gelekî berbelav bûye ku bes di çarçoveya azadiya şexsî û niqaşên li ser cil û bergan de nayên eşkerekirin. Roja îroyîn jiyana jinan bi awayekî rasterast girêdayî polîtîkayên ewlehiyê, krîza aborî, çavdêriya dijîtal, zextên di qada perwerdeyê de, pêvajoyên darazê, tevgerên civakî û atmosfera şerê li herêmê ye.
Sibehî: Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-IV

