Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Hezîranê eşkere kir. Li gorî raporê 7 jinên rojnameger girtî ne.
Rapora MKG’ê bi vî rengî ye:
“Meha Hezîran careke din eşkere kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan ne tenê bi dozên takekesî ve sînordar in; siyaseteke sîstematîk a tepeserkirinê ku hilberîna nûçeyan, mafê raya giştî yê agahdarkirinê û azadiya çapemeniyê hedef digire, dewam dike. Rojnamevan bi binçavkirin, girtin, lêpirsîn, şîdeta fîzîkî, hedefgirtin û sansura dîjîtal re rû bi rû man, di heman demê de ragihandina li ser çalakî û xwepêşandanên giştî bi taybetî ji ber destwerdanên hêzên ewlehiyê asteng bû.
Meha Hezîranê her wiha bi Civîna Bilind a NATO’yê, xwepêşandanên jinan ên li dijî Pakêta Dadwerî ya 12’emîn û zêdebûna xwepêşandanên civakî yên curbecur ve girêdayî bû. Di van serdeman de, bi tundiya polîsan gelek caran şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatin astengkirin; rojnamevanan lêdan xwarin, hatin binçavkirin û mafê wan ê gihîştina agahiyan bi bandor hat sînordarkirin. Astengkirina şopandina nûçeyan ne bûyerek tenê ye, lê pratîkek sîstematîk e ku gihîştina raya giştî ya agahiyan sînordar dike.
Di vê heyamê de, rojnamevan ne tenê li qadê, lê di heman demê de bi rêya dadweriyê jî zextan dibînin. Lêpirsîn, darizandinên dewam, fermanên girtinê û îfadeyên bi zorê yên li dijî rojnamevanan hewldanek ji bo krîmînalîzekirina çalakiya rojnamegeriyê nîşan didin. Girtina du rojnamevanan di nav mehê de û rastiya ku heft rojnamevan heta dawiya mehê di girtîgehê de bûn nîşan dide ku binpêkirinên azadiya çapemeniyê dewam dike.
Aliyekî din ê girîng ê meha Hezîranê, xurtkirina sansurê ya di qada dîjîtal de bû. Gelek dezgehên nûçeyan, malper, hesabên medyaya dîjîtal û platformên dîjîtal bi sînordarkirinên gihîştinê rû bi rû man; van biryaran, nemaze yên ku bi hinceta “ewlehiya neteweyî” û “asayîşa giştî” hatine rewakirin, berdewamiya polîtîkayên sansûrê yên ku armanc dikin kêmkirina xuyabûna rojnamegeriya rexnegir nîşan dan. 125 sînordarkirinên gihîştinê yên ku li ser platformên dîjîtal hatine ferzkirin rasterast ne tenê azadiya derbirînê, lê di heman demê de mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê jî binpê kir.
Rojnamevan ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî ji aliyê dadwerî û hêzên ewlehiyê ve, lê di heman demê de ji ber hedefgirtina siyasetmedar, karmendên giştî û hin dezgehên medyayê jî bi zextan rû bi rû mane. Gotinên zayendîperest, gef û hewldanên ji bo bêrûmetkirina wan binpêkirinên mafên mirovan ên piralî yên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin kûrtir dikin.
Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em careke din tekez dikin ku rojnamegerî ne sûc e. Her cure girtin, şîdet, hedefgirtin, zexta dadwerî û sansûra li dijî rojnamevanan ne tenê rojnamevan bi xwe, lê di heman demê de mafê raya giştî yê gihîştina agahiyên rast jî hedef digire. Misogerkirina azadiya çapemenî û derbirînê, ku şertek bingehîn a civakek demokratîk e, dabînkirina şert û mercên xebatê yên ewle û azad ji bo rojnamevanan û bidawîanîna polîtîkayên bêcezatiyê pêdiviyên lezgîn in.
Lîsteya rojnamegerên girtî:
1.Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
6-Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê
7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê”

