Çalakiya karkerên şîrketa bi navê Agaç A.Ş. ên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatin derxistin ya li Saraçhaneyê dabûn destpêkirin kete roja xwe ya 113’emîn û karker ev 10 roj in jî di greva birçîbûnê de ne
Endama Sendîkaya Karkerên Daristanê ya Yekbûyî (BTO-SEB) Kezban Karlik a ji kar hate derxistin, diyar kir ku wan daxwaza hevdîtinê kiriye lê belê ev daxwaza wan bi tu awayî nehatiye qebûlkirin. Kezban Karlik da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ji wan re gotiye ku ger ew çalakiya xwe bi dawî nekin ew ê bi zora polîsan wan ji wir rakin.

