Ajansa nûçeyan a Tasnim a nîvfermî ya Îranê da zanîn ku welatiyekî biyanî yê ku têkildarî xwepêşandanên di meha Çileyê de dihat sûcdarkirin, hatiye darvekirin.
Hate diyarkirin ku Ghaem Hosseini yê ku tê îdîakirin beşdarî xwepêşandana 8’ê Çileyê ya li bajarê Malekşahr ê Isfehanê bûye, vê sibêdeyê hatiye darvekirin ku di çalakiyê de çar polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.
Di nûçeyê de hate îfadekirin ku beriya niha jî welatiyên bi navên Erfan Esfandiarî, Gol Mohammad Mohammadî, Amir Hossein Safarî û Abolfazl Sepahî ji ber vê bûyerê hatine darvekirin.

