Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hakki Boltan ji ber rexneya li Erdogan hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Çarşema Serê Nîsanê pîroz be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kaya yê 86 salî, ji sedî 93 astengdar di nava 15 mehan de 5 caran hate sirgûnkirin
Kurdistan

Kaya yê 86 salî, ji sedî 93 astengdar di nava 15 mehan de 5 caran hate sirgûnkirin

Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulhalîm Kaya ku di asta ji sedî 93 de astengdar e û temenê xwe 86 salî ye, sirgûnî girtîgeheke din hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Êşkence û zilma dewleta Tirk a li girtiyên siyasî naqede. Girtiyê bi nexweşiya giran ê 86 salî Abdulhalîm Kaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Batmanê dihate girtin ber bi Girtîgeha bi Tîpa R a Elazigê hate sirgûnkirin. Zilma dewleta Tirk a ku li Kaya dike, piştî ku di sala 2008’an de ji ber tevlîbûna li daxuyaniyeke çapemeniyê bi birîna 5 salan cezayê girtîgehê, destpê kir. Li Bûrsayê di Cotmeha 2021’ê de ji ber nexweşiya prostatê hate emeliyatkirin, tevî ku baş rehet nebûbû di 14’ê Cotmeha 2021’ê de hate binçavkirin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa H a Bûrsayê.

Tevî ku bi nexweşiya giran bû 60 rojan bi tena serê xwe li hucreyê hate hiştin û înfaza wî 4’ê Cotmeha 2021’ê ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Di 12’ê Cotmeha 2022’an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîîrtê rapora ji sedî 93 astengdar e da Kaya, lê tevî vê yekê jî di 31’ê Adara 2023’an de careke din hate girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Batmanê. Kaya ku 86 salî ye û ji sedî 93 astengdar e, nexweşiya demans, dil û gelek nexweşiyên din ên giran pê re heye. Her wiha hewl dide bi gurçikekê jiyana xwe dewam bike.

Tevî ku li erdê dirêjkirî ye di 20’ê Adarê de ji Batmanê bi kelepçekirî û çavgirtî birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê rapora ‘dikare li girtîgehê bê hiştin’ ji bo Kaya dabû.

DEWLETA TIRK ZILMÊ LI BAVÊ MIN DIKE

Kurê Kaya Îsmaîl Kaya anî ziman ku dewleta Tirk zilm û zordariyê li bavê wî dike. Kaya diyar kir ku bavê wî 86 salî û bi nexweşiyên giran e, lê tevî vê jî hate sirgûnkirin û got, “Bavê min 15 meh in girtî ye. Tevî ku astengdar û nexweş e 5 girtîgeh guhert. Edaleta AKP’ê ev e. Bavê min ê nexweş bi destkelepçekirî û li erdê dirêjkirî sirgûn kirin. Beriya niha bi mehekê biribûn Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji Êlihê bi destkelepçekirî birin heta Stenbolê. Halbûkî bavê min ji sedî 93 astengdar e û li ser kursiyekê jiyana xwe dewam dike. Tevî vê yekê jî hikumeta AKP nasekine. Her roj zilmê li bavê min dike. Weke malbata kaya em ji jiyana bavê xwe bi fikar in. Her gava ku telefona me lê dixe em bi tirs lê dinihêrin, bi fikar in. Ji vê derê em bang dikin; divê hemû girtiyên nexweş bêne berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şahîn: Bi rêya narkotîkê hewl didin paşeroja ciwanên me tarî bikin
Nûçeya Pişt re Li Metînayê operasyona dagirkeriyê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koma nivîsandinê ya komîsyonê li hev civiya

Komîsyona Meclîsê ya têkildarî meseleya Kurd ava bû, ji bo nîqaşkirina metna çarçoveyê ya rapora…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Bozarslan: Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd û PKK rewa kir

Prof. Hamît Bozarslan anî ziman ku meseleya Kurd beriya her tiştî meseleya înkarê ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

Di çalakiya Dayikên Şemiyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?