Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Em ji malbata Sîpan Hiznî yê li Hesekê hate qetilkirin û malbatên 9 mirovên me yên li Kobanê di zindanê de jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.
Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6’ê Sibata 2026’an di çarçoveya planeke navneteweyî de bû hedefa hêzên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku bi giranî ji HTŞ’ê pêk tê. Rêber Apo li hemberî van êrişan xwest ku pirsgirêk di çarçoveya polîtîkaya entegrasyona demokratîk de bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin ku di serî de Tirkiye ji bo hemû welatên herêmê destnîşan dike. Li dû vê bangê di navbera hikumeta Şamê ya demkî û Rêveberiya Xweser de lihevkirinek çêbû. Rêber Apo beriya wê jî ji bo çareseriya pirsgirêkan a li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê perspektîf dabû. Gelek caran ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî ragihand ku ev perspektîf bi entegrasyona demokratîk dikare pêk were. Entegrasyonek wê li ser bingeha demokratîkbûnê pêk were. Aliyê demokratîk ê entegrasyonê bi dîtina hemû nasnameyên cuda bi rengê wekhev û azad dikare bi cih bê.
Rêveberiya Xweser bi mehan e ji bo entegrasyona demokratîk hem bi hikumeta Şamê re hevdîtinan dike hem jî di vê mijarê de têkoşîneke civakî dimeşîne. Lê belê dema dawî tê dîtin ku di mijara entegrasyona demokratîk de pirsgirêk rû didin. Li şûna ku perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelekî li derveyî nîqaş be, tê xwestin ku perwerdeya bi zimanê dayikê bê astegnkirin ku 14 sal in li Rojava û herêmên Kurd lê ne tê dayin. Hewl tê dayin ku perwerdeya bi Kurdî bi rengekî cidî bê bisînorkirin. Ev êrişa li ser perwerdeya ku 14 sal in tê kirin radixe pêş çavan ku hikumeta Şamê ya demkî naxwaze ku hebûna Kurdan bi rengekî rasteqîn nas bike. Bi vî rengî versiyona olperest a neteweperestiya Beesê tê ferzkirin.
Gelê me û ciwan bi rojan e li dijî vê yekê li ser piyan e. Nîşan dan ku wê xwedî li perwerdeya bi zimanê dayikê derkevin. Ev hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd wê bike ku perwerdeya bi zimanê dayikê dewam bike. Gel û xwendekar dibêjin; perwerdeya bi zimanê dayikê xeta me ya sor e. Gotina, ‘Di dema Beesê de qet nedihate hînkirin’ tenê demagojî ye. Eger mijar bi rejîma Beesê re bide ber hev, ev yek wê ji destpêkê ve bê wateya afirandina zemîna sînordarkirina jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd. Gelê me nîşan da ku wê lîstikên bi vî rengî qebûl neke.
Entegrasyona demokratîk beriya her tiştî bi qebûlkirina demokrasiya xwecihî, bi qebûlkirina îradeya xwecihî dibe. Bûyerên dawî yên li Kobanê raxist pêş çavan ku hikumeta Şamê ya demkî îradeya xwecihî red dike. Ji bo pirsgirêkên ku li qada xwecihî bêne çareserkirin, şandina hêzekê ji Şam û Helebê tê wateya dewamkirina çanda rêveberiyê ya desthilatdariya Beesê.
Ev nêzîkatiya hikumeta Şamê ya demkî ne tenê li Rojava û Sûriyeyê li çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê bû sedema nerazîbûna Kurdan. DEM Partiyê destwerdana li Kobanê weke provokasyonek li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk nirxand. Kêmbûna nifûsa Kurdan a li Rojava û Sûriyeyê li gorî parçeyên din ên Kurdistanê nayê wê wateyê ku bêxwedî ne û wê vê êrişê qebûl bikin.
Kurdên li Rojava û Sûriyeyê ew Kurd in ku şoreşa demokratîk kirin. Vê şoreşê hişmendî, îrade û rêxistiniye daye wan. Gelê me vê hêza xwe dikare bi çalakiyên demokratîk nîşan bide û her cûre êrişan bişikîne. Demokratîkbûn û mafên demokratîk ên bingehîn bi bendemayinê ne dikarin bêne parastin ne jî dikarin bêne bidestxistin! Lewma gelê me dikare mafên xwe yên demokratîk di nava rewatiyê de bi kar bîne. Helwesta gel û xwendekaran a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê mînakeke girîng a bikaranîna mafên demokratîk e. Ji bo têkoşîna demokratîk xurt û domdar bê hiştin, gelekî girîng e ku rêxistiniya civaka demokratîk bê berfirehkirin û kûrkirin.
Hikumeta Şamê ya demkî divê xwe ji wan helwest, nêzîkatî û destwerdanan vegire ku zerarê bide wan. Divê hêza Kurdan ji bo demokratîkbûn û aramiya Sûriyeyê bi kar bîne. Dewleta Sûriyeyê dema ku jiyana demokratîk û azad a hemû nasname û baweriyan nas kir, hingî dikare aram û xurt bibe.”

