Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo şermezarkirina biryara hikumeta veguhêz a Şamê ya ji bo zimanê kurdî daxuyaniyek da.
Daxuyanî li ber avahiya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk hat dayîn û endamên TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka TEV-ÇAND’ê Summeye Mihemed daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji destpêka Şoreşa Rojava heta îro, gelê me bi hêz, fedekarî û berdewamî giran li ser rêya azadiyê, nasnameyê û mafên xwe dimeşe. Gelê Kurd ji bo ax, ziman, çand û rûmeta xwe tekoşîn kiriye û gelek şehîd daye. Em mîkarin van fedekariyan tenê wekî bîranînêkê bibînin; em berpirsiyar in ku wan wekî mîrateyekê biparêzin û ji nifşekê bidin nifşê din.
Ziman tenê peyv û hevok nîn e. Ziman dengê dayikê ye, gotina dê û bave, çîroka dapîr û kalên me ye; ziman nasnameya mirovan û bîra gelan e. Heke zimanê me lawaz bibe, beşek ji dîroka me jî bêdeng dibe.
Di salên borî de, bi hezaran mamoste, nivîskar, rojnamevan, xwendekar û hunermend ji bo ku zarokên me bikarin bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsin, xebitîn. Ji ber vê yekê, dersa Kurdî tenê dersa yek zimanî nîne; ew parçeyek ji hebûna me ye.
Îro, di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de, biryara kêmkirina dersên Kurdî heta sê dersan di hefteyê de hatiye ragihandin û ev biryar bûye sedema nerazîbûnan.
Em dixwazin bi zimanekî aştiyane, lê bi dengê bilind û zelal bibêjin:
Entegrasyon divê bibe rêya hevjiyana gelan, ne rêya kêmkirina zimanekî.
Em li dijî heviyana gelan nîn in. Em bawer dikin ku demokrasî bingeha heviyana rastîn û aştiyane ye; demokrasî ew e ku mafên hemû gelan, ziman û çandên wan bê cudakirîn bên parastin. Lê yekîtî bi rakirina zimanê dayikê nayê çêkirin. Yekitî ew e ku her kes bikare bi zimanê xwe bixwîne, binivîse, biaxive û bi rûmet be.
Zimanê kurdî çand û bingeha me ye. Ji ber vê yekê, em bang li hemû berpirsiyar, mamoste, akademîsyen, nivîskar, hunermend û hemû welatiyên Kurd ên Rojava dikin ku parastina zimanê Kurdî wekî berpirsiyariyekê bibînin, ne wekî mijareke siyasî ya demekî kurt.
Em daxwaz dikin ku dersên kurdî neyên kêmkirin; beravjî vê, perwerdeya kurdî bê xurtkirin, mamoste û materyalên pêwîst bên peydakirin û modela perwerdeya duzimanî bê parastin û pêşxistin. Em zimanê dayikê ji bîr nakin.
Ji bo ku zarokên me sibê bikarin bê tirs bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binivîsin, divê em îro dengê xwe bilind bikin.
Zimanê kurdî mîrateya me ye. Parastina wî berpirsyariya me ye. Pêşxistina wî mafê zarokên me ye.
Bila zimanê kurdî ji nifşekê heta nifşekê bijî, bibe zimanê perwerdeyê û bihêztir bibe.
Ziman hebûna me ye û em ê wê her tim biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

