Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ji bo têkbirina planên dijmin divê em berxwedanê mezin bikin
Kurdistan

KCK: Ji bo têkbirina planên dijmin divê em berxwedanê mezin bikin

KCK'ê got, "Bi bilindkirina têkoşîna xwe divê em berxwedana li dijî êrîşên qirker û dagirker mezin bikin û planên dijminê komkujer ji hev bixin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşên li ser Rojava li her derê li ber xwe bidin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Meha Kanûnê ji gelek aliyan ve bû meheke welê ku dewleta Tirk a mêtinger qirker gelek caran komkujî lê kir. Komkujiya Mereşê ya 1978’an, êrîşên li ser girtiyên siyasî yên sala 2000’î, komkujiya Roboskî ya sala 2011’an, komkujiya Parîsê ya duyemîn a sala 2022’an çend ji van komkujiyan e. Em van komkujiyên dewleta Tirk careke din şermezar dikin, di şexsê kedkarên çapemeniya azad ên herî dawî hatin qetilkirin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza ku me dane şehîdan dubare dikin.

KOMKUJIYA MEREŞÊ

Komkujiya Mereşê komkujiyeke welê bû ku di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de ji bo valakirina rojavayê Firatê ji Kurdan hate kirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo Kurdan qir bike rojavayê Fratê weke xeteke stratejîk dît û êrîşên xwe li vê xetê giran kir. Ji ber ku rojavayê Firatê sînorê Kurdistanê yê bi Tirkiyeyê re ye. Lewma dewleta Tirk hewl da ji vê derê destpê bike, Kurdan qir bike û vê yekê li tevahiya Kurdistanê belav bike. Ji ber vê yekê jî gelek caran komkujî li xelkê me yê Kurd-Elewî yê li van deveran hate kirin, êşên gelekî giran kişandin. Weke ku di komkujiya Mereşê ya sala 1978’an de jî hate dîtin, xelkê me yê Kurd-Elewî yê li vê herêmê neçar hate hiştin ku koç bike û demografiya herêmê hate guhertin. Desthilatdariya AKP-MHP di vê demê de jî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, hewl dide li tevahiya Kurdistanê belav bike. Dagirkeriya li Rojava û planên nû yên dagirkeriyê radixe pêş çavan ku ev siyaset û mejî dewam dike.

KOMKUJIYA ROBOSKÎ

Yek ji bûyerên din ku rastiya komkujer a dewleta Tirk nîşan dide, bombekirina gundiyên Roboskî bi balafirên şer û qetilkirina wan a bi xwînxwarî ye. Piraniya kesên hatin qetilkirin zarok bûn. Di ser komkujiya Roboskî re 13 sal derbas bûne, lê belê hîn jî dest nedane berpirsyarên komkujiyê. Tayyîp Erdogan ku fermana komkujiyê da û di asta destpêkê de jê berpirsyar e, bi rengekî eşkere xwedî li komkujiyê derket. Pîlotên ku bombardûman kirin, rayedarên leşkerî yên berpirsyar pîroz kir. Weke ku di hemû komkujiyan de hate dîtin, di Komkujiya Roboskî de jî careke din eşkere bû ku kuştina Kurdan sûc nîne û polîtîkayeke dewletê ye.

KOMKUJIYA PARÎSÊ YA DUYEMÎN

Dewleta Tirk a mêtinger qirker di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê endama me ya Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil qetil kir. Ev komkujî weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Eşkere ye ku Komkujiya Parîsê ya Duyemîn jî mîna Komkujiya Parîsê ya Yekemîn bi alîkariya dewletên Ewropayê û rêxistinên wan ên îstîxbaratê hate kirin. Eger ne ji piştgiriya dewletên Ewropayê bûya, dewleta Tirk nekarîbû van komkujiyan bike. Nixumandina herdu komkujiyan vê rastiyê radixe pêş çavan. Di komkujiyên Parîsê de herî zêde dewleta Fransayê di bin tewanbariyê de ye. Lê belê dewleta Fransayê heta niha ji bo ronîkirina van komkujiyan gavek neavêtiye. Ev yek jî dibe sedem ku gumanên gelê me yên têkildarî dewleta Fransayê zêde bibin. Dewleta Fransayê ji bo xwe ji binê vê tewanê rizgar bike divê van komkujiyan teqez ronî bike. Hêvî û bendewariya gelê Kurd ev e.

Bi wesîleya salvegera van komkujiyan banga me li gelê me, dostên me, hêzên şoreşger û demokratîk ev e: Hesabê komkujiyan tenê bi bilindkirina têkoşînê û li ser vê bingehê bi pûçkirina planên dijmin ê komkujiyer dikare bê pirsîn. Ji ber vê yekê jî divê em bi bilindkirina têkoşîna xwe, berxwedana li dijî êrîşên qirker dagirker mezin bikin û planên dijminê komkujer ji hev bixin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşên li hemberî Rojava li her derê berxwedanê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayîkên Şemiyê ji bo Îsmaîl Bahçecî edalet xwestin
Nûçeya Pişt re Şehîdan Kobanê kirin Kobanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji ber peyva ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ hatin cezakirin

Li Girtîgeha Kalkendere ya Girtî ya Tîpa L a Rizeyê, heft girtiyan ji ber di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a…

Ji aliyê Stêrk TV

100 karkerên madenê hatin binçavkirin

100 karkerên madenê yên bi daxwaza destûr û mûçeyên hatin Enqereyê, hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?