Hevserokê Şaxê Hejmara 2’emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Serhat Kiliç li ser daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji ANF’ê re axivî.
Kiliç got, ji bo zarok bi zimanê xwe yê ji tecrûbeya xwe ya jiyanê dest bi perwerdeyê bike perwerdeya bi zimanê dayikê girîng e û ev nirxandin kir, “Tenê bi vî rengî armanca ji perwerdeyê dikare bi ser bê xistin. Bi taybetî zarokên ku li sîstemeke perwerdeyê ya li derveyî zimanê xwe yê dayikê rast tên ji gelek alilyan ve bi dezavantaj dest bi jiyanê dikin. Em dibînin ku zarokên bêyî zimanê xwe yê dayikê dest bi perwerdeyê dikin, di gelek mijarên weke; serxistina armancên xwe, baweriya bi xwe, asta pêşvebirina xwe ve bi rengekî dezavantaj dest bi jiyanê dikin.”
‘PERWERDE JI BO PARASTINA ZIMAN QADEKE BINGEHÎN E’
Kiliç diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê divê tenê ji aliyê pêşveçûna şexsî neyê nirxandin û destnîşan kir ku perwerde di heman demê de ji bo parastina ziman xwedî roleke diyarker e. Kiliç anî ziman ku ji bo zimanek xwe bigihîne nifşên nû divê li qada perwerdeyê bê bikaranîn û got, “Di vê serdemê de gelekî zehmet e ku zimanek bêyî bibe zimanê perwerdeyê hebûna xwe dewam bike. Niha li Tirkiyeyê piştî emrekî perwerde ji bo hemû zarokan mecbûrî ye. Sîstemek heye ku hemû zarok dikevin nava wê. Di nava wê sîstemê de dema ku zimanê xwe nebînin, hingî bandora wî zimanî li nava jiyana rojane wê gav bi gav kêm bibe, wê kêm bê bikaranîn. Perwerdeya bi zimanê dayikê hem ji bo şexs hem jî ji bo civakê di asta jiyanê de girîng e.”
‘EV YEK MESELEYA TEVAHIYA CIVAKÊ YE, NE TENÊ YA KURDAN E’
Serhat Kiliç ragihand ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê divê ne weke mijareke tenê ji bo perwerdeya Kurdan a bi zimanê dayikê bê dîtin, divê hemû civakên cuda yên li Tirkiyeyê xwedî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bin.
Kiliç diyar kir ku bicihkirina zimanê dayikê li nava sîstema perwerdeyê ji bo parastina cihêrengiya çandî girîng e û got, “Bikaranîna zimanên cuda wê tevkariyê li tevahiya civakê bike. Li Tirkiyeyê gelek zimanan di nava demê de qada xwe ya bikaranînê winda kir û êdî winda bûn. Perwedeya bi pir zimanî wê li pêşiya windabûna ziman bibe asteng. Qada perwerdeyê ji bo parastina van zimanên windabûyî wê gelekî girîng be.”
‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DIKARE WEKE DESTPÊKEKÊ BÊ NIRXANDIN’
Kiliç bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Nîqaşên aştiyê ku nêzî du sal in dewam dike, pêwîstiyên civakî hîn şênber kir. Pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibatê re destpê kir, di sernavên cuda de nîqaş da destpêkirin. Beriya çend rojan bi van nîqaşan re qanûna çarçoveyê li Meclîsê hate qebûlkirin. Bêguman em dikarin bibêjin ku di vê qanûna çarçoveyê de gelek tiştên ku pêwîstiya vî gelî û vê civakê pê heye, tê de nîne. Gelekî kêm e, teng tê nirxandin. Em hêvîdar in ku pêwîstiyên civakê, pêwîstiya bi demokrasiyê wê ji niha û pê ve hîn bêhtir bêne nîqaşkirin û daxwaza wan bê kirin. Em ê ji bo vê têbikoşin.”
‘DIVÊ PÊŞÎ LI SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ BÊ VEKIRIN’
Serhat Kiliç destnîşan kir ku astengiyên qanûnî yên li pêşiya bicihanîna mafê perwerdeya bi zimanê dayikê divê ji holê bêne rakirin û got, “Bêguman divê beriya her tiştî atmosfera li Tirkiyeyê biguhere. Bi guhertina atmosferê re divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Niha li Tirkiyeyê hin qanûn hene ku pêşî li perwerdeya bi zimanê dayikê, perwerdeya bi pir zimanî digirin. Beriya her tiştî divê ev qanûn bêne guhertin. Ji bo vê jî bêguman pêwîste pênaseya welatîbûnê bê guhertin. Lê belê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê pêwîstî bi tiştekî welê nîne. Bi guhertina çend xalan, bi guhertina çend xalên têkildarî perwerdeyê ev yek dikare bi cih bê anîn.”

