i Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de ji bo salvegera 31’an Şehîd Jiyan û 4 gerîllayên HPG-YJA-STAR’ê Şehîd Avesta, Harûn Fırat, Şehîd Siyabend Zap û Şehîd Kenar Şerewî yên ku di êrîşa DAIŞ’ê ya 2014’de şehîd bibûn, şevek ya bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna dehan welatiyan û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Koma Muzîkê ya Çand û Huner, Kevana Zêrîn û mamostayên wargehê bi stran û helbestan Şehîd Jiyan û tevahî Şehîdên Kurdistanê bibîr anîn.
Şeva bîranînê bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

