Meclîsa Gel a Şengalê têkildarî geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê qewimîn, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Meclîsê ragihand ku ku polîtîkayên înkarê û destwerdanên hikumeta Şamê yên li dijî îrade û perwerdeya bi zimanê dayikê li Rojavayê Kurdistanê nayên qebûlkirin û got: “Sûriyeya demokratîk tenê bi qebûlkirina hemû pêkhateyan dikare bibe xwedî aramî.”
Daxuyanî wiha ye:
“Weke Meclîsa Gel a Şengalê, em sersaxiyê ji malbata şehîd Sîpan Hiznî û malbatên 9 Şehîdên me yên di zindanên Kobanê de jiyana xwe ji dest dan re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.
Bûyerên dawî yên li Rojava û Kobanê nîşan didin ku hikumeta Şamê ya demkî dixwaze îradeya xwecihî red bike û perwerdeya bi zimanê dayikê ku 14 salin tê dayîn sînordar bike. Li gel wê şehîdxistina endamê Liwaya Hesekê Sîpan Hisnê bi awayek hovane nîşaneya kîna li dijî gelê Kurd e. Provekasyonên bi vî rengî dixwazin gelan li hemberî hev bidin şerkirin ku di dîroka herî nêz de li dijî gelê me hatin pêkanîn. Ev nêzîkatî diyardeya berdewamiya zîhniyeta Beesê ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hêzên hukumeta veguhez a Şamê li şuna kujeran darizîne, bi awayek ne qanûnî hêza xwe dişîne nava bajarê Kobanê û êrişî girseya gel dike. Li gel wê êrişî zindana Kobanê dike û dixwaze girtiyan birevînin. Agirberdana xwe helwestek xurt a xwedî li rûmeta xwe derketin û berxwedanek e.
Şandina hêzan ji bo qadên xwecihî, înkarkirina vîneke azad e. Tevahî cîhan dizane Kobanê xwedî giringiyek bi çi rengî ye. Bi vî rengî destwerdan kirin, tolhildana salên borî ye. Divê hemû gelê Kurd û Kurdistanê û azadîxwaz li dijî van kiryarên dermirovî rabin.
Weke Meclîsa Gel a Şengalê, em piştevaniya xwe ya tam ji bo gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê radigihînin û dibêjin ku perwerdeya bi zimanê dayikê xeta me ya sor e. Hikumeta Şamê ya demkî divê dest ji van destwerdanên ku zirarê didin aramiya Sûriyeyê berde. Sûriyeya demokratîk tenê bi naskirina wekhevî û îradeya hemû gelan dikare bibe xwedî aramî.”

