Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Kilîda çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye’
Rojava

‘Kilîda çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye’

Parêzer Mistefa Şêx Mislim anî ziman ku di nava Rojhilata Navîn de gelek alozî rû dane û got, lê belê çareseriya van hemû aloziyan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Parêzer Mistefa Şêx Mislim têkildarî alozî û qeyrana ku li Rojhilata Navîn diqewime ji ANF’ê re axivî û diyar kir, ku kilîda tevahî çareseriyan li Îmraliyê ye û ew jî girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Mistefa Şêx Mislim diyar kir ku li Rojhilata Navîn di demên dawî de gelek tişt hatin guhertin û wiha axivî: “Destpêkê çawa tevgera Hemasê êrîşî Îsraîlê kir, ji şikestina Hizbûllahê ji wir de destpê kir û heta ketina Îsraîlê ya Lubnanê dewam kir, lê wê li wir bi dawî nebe.”

Mistefa Şêx Mislim diyar kir ku pirsgirêka herî mezin û herî kevnar pirsgirêka Kurdî ye û neqebûlkirina Kurdan e, çareseriya wê dê bandoreke erênî li herêmê bike, loma divê ev pirsgirêk jî were çareserkirin. Mistefa Şêx Mislim axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk baweriyê nade, ev ne cara yekemîn e ku vî rengî nêzî gelê Kurd dibe. Êrîşî partiyên siyasî yên banga mafê Kurd dikin, dike. Rêberê me xwedî bandor e, divê êdî bêyî danûstandin, demildest azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Di zagona navnetewî de mafê hêviyê derbas dibe. Êdî divê hikumeta Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl bike û Rêberê me bi fîzîkî azad bike.”

Mistefa Şêx Mislim destnîşan kir ku dewleta Tirk di nava aloziyeke bêserûber de ye û wiha pêde çû:” Divê êdî Rêber Apo li gorî mafê hêviyê bê berdan. Hemû girtiyên siyasî yên ku tên girtin, piştî demekê tên berdan. Rêber Apo ev 26 sal in di zîndana Îmraliyê de ye û li gor mafê hêviyê, divê niha Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad ba. Piştî hevdîtina û peyama Rêber Apo, bi milyonan kes dîsa rabûn piyan û ketin qadan. Peyama gel jî diyar e ku çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin.

Mistefa Şêx Mislim wiha dawî lê anî: “Kilîda çareseriyê di destê Rêber Apo de ye. Êdî divê hiqûqnas û tevahî kesên ku behsa azadiyê dikin, rabin ser piyan. Tevî ku Rêber Apo evqas sal in di zindanê de ye, ji hêla fikrî ve azad e. Heger ne bi fikrê Rêber Apo bûya, niha rewşa me xirabtir bû. CPT êdî rola xwe nalîze û xwe bêdeng kiriye. Wê tu caran derbarê hevdîtinên bi Rêber Apo re daxuyaniyeke fermî neda. Ev yek nîşan dide ku ew bi hikumeta AKP’ê re heval e. Banga me li hemû Kurd û dostên wan e ku em deyndarê Rêberê xwe ne; divê em bigihêjin mafê xwe û divê êdî em azadiya fîzîkî ya Rêberê dabîn bikin. Êdî em giheştine wê qonaxê ku em dikarin gelek guhertinan pêk bînin û em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe jî pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervana YPJ’ê Amara Qamişlo li refên şerê Tişrînê ye
Nûçeya Pişt re Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Kampa Holê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sefkan Kobanê: Dewlet divê gavên hiqûqî biavêje

Sefkan Kobanê diyar kir ku banga Rêber Apo îşaret bi guhertin û veguhertinekî civakî dike…

Ji aliyê Stêrk TV

ADGB: Li dijî tecrîdê di 1’ê Hezîranê de em li qadan e

ADGB'ê ji bo çalakiyên 1'ê Hezîranê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Neteweyên Yekbûyî biryara avhewayê: Dema parastina aktîvîstan e

Biryara avhewayê ya nû ku li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate qebûlkirin, nîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?