Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Divê gelê me yê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê ti carî qebûl neke!
Kurdistan

KJK: Divê gelê me yê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê ti carî qebûl neke!

Koordînasyona KJK'ê got, "Divê gelê me yê Rojava xwedî li destketiyên xwe yên mezin ên zêdeyî deh salan derkeve û bibêje 'Em perwerdeyeke bêyî zimanê me yê dayikê ti carî qebûl nakin'."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) got, “Di 27’ê Tebaxê de Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê biryara xwe ya li ser bicihanîna biryarnameya bi Hejmara 13’an a Serokkomariya Sûriyeyê eşkere kir. Bi vê biryarê de li gel ku Kurdî weke zimanekî neteweyî tê pênasekirin, di perwerdeyê de Kurdî tenê hefteyê bi hin dersên ji sê-çar saetan hate bisînorkirin. Vê yekê hewldana pûçkirina destketiyên gel û nêzîkatiya tasfiyeyê raxist pêş çavan. Gelê Kurd li Sûriyeyê nifûsa duyemîn a herî mezin e, lewma nirxandina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelê Kurd a bi vî rengî nayê qebûlkirin. Pênaseya zimanê neteweyî tê wateya zimanê fermî û di heman demê de naskirina statuya fermî ya zimanê dayikê ye. Hem wê jê re zimanê neteweyî bê gotin, hem jî di statuya zimanê fermî de neyê dîtin; ev yek li dijî hiqûqê û rastiya jiyanê ye.”

MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ NE CIHÊ NÎQAŞÊ YE

KJK’ê got, “Zimanê dayikê tê wê wateyê ku nasname, kesayet, dîrok, kevneşop û rêbaza wateya jiyanê ya gelekî bi gotin û wateyê bê vegotin” û bi vî rengî dewam kir, “Her sînor û bendê li pêşiya zimanê dayikê bê danîn ji bilî hewldana qutkirina mirov ji kesayetî û hişê xwe nayê ti wateyê. Ji ber vê yekê axaftin, perwerde û mafê jiyanê yê bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye ku nabe bibe cihê nîqaşê. Lewma ev pêkanîn ne tenê li dijî gelê Kurd e, her wiha tê wateya pêşîgirtina li têkoşîna avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku hemû gel û nasname bi rengê xwe tevlî bibin. Ji ber ku entegrasyona demokratîk nayê wateya razîkirina ji asîmîlasyonê. Entegrasyona avakirina zemînên herî hevpar ên ji bo afirandina rejîmên demokratîk e, têkoşîna afirandina sîstema li ser vê yekê ye. Ti carî qebûlkirina ferzkirinên yekalî nîne.

Gelê me yê Rojava li hemberî bênasnamehiştinê ya ku bi sedan salan hate ferzkirin destpêkê di çand û zimanê xwe de israr kir û parastina xwe bi biryardarî meşand, piştî ku Rêber Apo di sala 1979’an de derbasî Rojava bû her tiştên tevlî têkoşîna azadiyê kir û herî dawî jî bi Şoreşa Rojava re bênasnametî çirand û avêt. Demeke dirêj di nava yekparebûna Sûriyeyê de sîstema xwe ya jiyan û rêvebirina bi rengê xwe ava kir û di wê çarçoveyê de sîstema xwe ya perwerdeyê damezrand. Nêzî 12 salan ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê karê perwerdeyê kir û bi hezaran zarok û ciwan mezûn kir. Bi vî awayî nîşanî tevahiya cîhanê da ku perwerde û jiyanek bi du zimanan dibe, ev yek dewlemendiya welatekî ye, parçebûn û belavbûnê bi xwe re nîne. Li pişt hêviya ku Rojava weke modelekê da cîhanê ev rastiya vê sîstemê heye. Gelekî ku ji bo weke xwe bimîne ewqasî berdêl da û hincetên xwe yên têkoşînê bi rêk û pêk kir, eşkere ye ku wê ferzkirinê ti carî qebûl neke. Nerazîbûna mafdar a Kongra Star, xwendekar û derdorên akademîk, nîşaneyeke girîng a nêzîkatiya gelê me yê Rojava ya li vê pirsgirêkê ye.

DIVÊ GELÊ ME YÊ ROJAVA VÊ SEPANDINÊ QEBûL NEKE Û LI HER DERÊ NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDE

Pênaseya zimanê neteweyî ku di biryarnameya Serokkomariya Sûriyeyê de derbas dibe û di fermiyetê de diyarker nîne, ji bilî rewşeke ji bo kêmkirina van nerazîbûnan nayê ti wateyê. Lewma gelê me yê Rojav divê vê sepandinê bi ti awayî qebûl neke, nerazîbûna xwe ya mafdar li her derê û bi her şêweyî nîşan bide. Ji bo biryarên heyî bi rengekî demokratîk biguherin divê têkoşîna berxwedana demokratîk xurt bike.

Xwendekarên li Rojava heta dawiyê xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Divê gelê me yê Rojava xwedî li destketiyên xwe yên mezin ên zêdeyî deh salan derkeve û bibêje ‘Em perwerdeyeke bêyî zimanê me yê dayikê ti carî qebûl nakin’ û di pratîkê de nîşan bide ku pêkanîneke cuda qebûl nake. Beriya her kesî divê jin, dayik vê rewşê ti carî qebûl nekin û li ber vê kiryarê rabin ku wê pêşketina zarok û ciwanên wan asteng bike û paşeroja wan tarî bike.

Roj ew roj e ku destûr ji windakirina nirxên hatine qezençkirin neyê dayin, roj roja xwedîderketina li berdêlan, nasname û rûmetê ye. Bi navê KJK’ê em di şexsê Kongra Star de vê berxwedana mafdar a jinan û gelê me silav dikin û bi têgihiştina serketina bi berxwedanê bang dikin ku heta wergirtina encamê ev têkoşîn bi xurtî bê meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kûrt: Malbatên ku berê nikaribûn taziyeya xwe deynin, êdî dibêjin ‘taziyeya me jî deynin’
Nûçeya Pişt re Di şerê li Siwêdayê de 10 kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê di Festîvala Çanda Kurd a 1'emîn de bi hezaran kes…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Di hefteyên dawî de li Deryaya Spî zêdetirî 180 koçber an mirin an jî winda bûn

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku ji 28’ê Adarê û vir ve zêdetirî 180…

Ji aliyê Stêrk TV

19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?