În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!
Jin

KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

KJK'ê diyar kir ku her êrişa li ser Rojava êrişa li dijî Kurdan, jinên Kurd û tevahiya mirovahiyê ye û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşa mirovahiyê ya Rojava derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişên li ser nirxên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî di şexsê şehîdên Rojava de yên hatin ragihandin em şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja re dixwazin. Weke ewladên bi rûmet ên mirovahiyê wan ji bo pêkanîna armanca jiyana azad têkoşîneke mezin meşandin û tevlî karwanê nemiran bûn. Di serî de xelkê Rojava, malbatên wan û hevrêyên wan em bang li mirovahiyê dikin ku xwedî lki nirxên şervanên me yên azadiyê û jiyana bi rûmet derkeve û ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re beşdarî avakirina civaka azad û demokratîk bibe.

Gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bi dayina berdêlên giran têkoşîn û berxwedaneke bi heybet meşand. Ev têkoşîna ku me bi pêşengiya jinê meşand, rê li ber şoreşan û guherîna civakî vekir. Şoreşa Jinê ya Rojava weke asta herî bilind a mîrate û danheviya dîroka têkoşîna jinê û têkoşîna me ya 53 salan kete meriyetê. Şervanên azadiyê bi pêşengiya jinên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dîrok li aiyê gelan jinûve bi tîpên zêrîn nivîsandin û ispat kirin ku jiyaneke alternatîf dikare bê avakirin. Bi vî rengî ji cîhanê re bûn hêvî.

Li dijî jin û gelê Rojava ku hêvî, xeyal û wijdanê mirovahiya bi rûmet temsîl dikin, polîtîkayên qirkirinê û metirsî dewam dike. Êrişên ku bi Helebê destpê kir û bi Kobanê û Hesekê dewam kir, li dijî nirxên demokrasî û azadiyê ne ku bi pêşengiya jinê hatin afirandin. Ev êriş li hemberî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin û di şexsê Rojava de li dijî alternatîfa jiyana hevpar a gelan hate kirin.

Ji van êrişên li Rojava li dijî têkoşîna hevpar a gelan, li dijî nirxên bi berdêlên mezin hatin afirandin, li dijî sembol, sazî û xelkê me yê welatparez bi rengekî daîmî têne kirin, ne gelên qedîm ê Sûriyeyê, lê belê hikumeta Şamê, hevkar û çeteyên wan berpirsyar e. Dewleta Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî jî ji ber ku piştgiriyê didin polîtîkayên êrişkariyê yên li ser cihêrengî, gelan, çand û baweriyan, yan jî ji ber ku êrişan asteng nakin, di heman astê de berpirsyar in. Ev êriş ji polîtîkayên navneteweyî cuda nikare bê dîtin û eger dewam bike wê di serî de gelên Sûriyeyê gelên herêmê hemû zerarê jê bibînin. Ev êrişên li Rojava û Sûriyeyê li dijî gelê Kurd û mezlûman têne kirin, revandina mirovan, qetilkirina mirovan a ji ber nedana fîdyeyê, êrişa li ser saxiyên bi keda şehîdên me yên mezin hatine afirandin û destdirêjiya li nirxên me israra li ser şer e, israra li ser polîtîkaya qirkirinê ye. Ya ku nekarîn bi rêbazên dagirkeriyê yên leşkerî bikin, hewl didin bi provokasyon û komployan, bi rêbazên şerê psîkolojîk û taybet, bi amadekirina bingehê re bikin û bajaran dagir bikin. Êrişên qirêj ên bi rojan e di serî de li Hesekê li hemberî nirxên gelê Kurd têne kirin, provokasyoneke eşkere ye û polîtîkaya bê Kurd hiştina herêmê ye. Divê ev yek bê zanîn; yên ku dixwazin jiyana hevpar a jinan û gelên Rojava, têkoşîna li ser bingeha perspektîfa Sûriyeya Demokratîk û têkiliya demokratîk a bi dewleta Sûriyeyê re ji bo armancên xwe yên qirkirin û tasfiyeyê bi kar bînin, wê winda bikin.

Ti civakek dîrokî û yên ku li pey jiyaneke birûmet in, li hemberî êrîşên li ser hebûn, nasname û nirxên xwe bêbertek namînin. Wekî ku berê di berxwedana Kobanê û Bendava Tişrînê de çêbû, ev berxwedan, ruhê yekitiya gelên demokratîk û têkoşîna jiyana azad a jinên ku di pêşengiya Arîn û Denîzan de bi porên xwe yên hûnandî bûn sembol, dê bi ser bikeve. Li ser vî bingehî, hemû gelê me yê Rojava û jin bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne; ku hebûn, azadî û pergala xwe ya civaka demokratîk biparêzin û li dijî êrîşan têkoşînê di asta seferberiyê de bidomînin. Gel û jinên Rojava dê li dijî vê zîhniyet û siyasetên ku êrîşî nasname, nirx, hebûn û civakbûna gelê me dikin ku bikar anîna zimanê zikmakî heta sê saetan kêm dikin berxwedana civakî û avakirina civaka demokratîk pêk bînin û komployê têk bibin.

Her kes dizane ku her êrîşa li ser Rojava, li dijî hemû Kurdan, jinên Kurd û hemû mirovahiyê ye. Li hemberî van êrîşên li ser hebûna Kurdan, gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava neçar in ku vê plana navneteweyî vala derxin. Îro roja xurtkirina yekitiya neteweya Kurd a demokratîk a li dora Rojava û roja têkoşînê ye. Jinên Kurd li Kurdistanê û li ku derê bin, divê di asta seferberiyê de xwedî li Şoreşa Jinan a Rojava derkevin û bi çalakiyên hevpar ruhê yekitiya neteweyî di qadan de xurt bikin.

Li dijî van siyasetên mêrparêz, zayendperest û neteweperest ku dijberî jin û azadiyê ne; em tevgerên civaka demokratîk ên li pey jiyana alternatîf, mirovahiya biwijdan û birûmet vedixwînin ku rê li ber komkujiya Kurdan ku van rojan di şexsê Hesekê de provaya wê tê kirin bigirin û xwedî li vê şoreşa mirovahiyê derkevin, di asteke navneteweyî de bibin dengê gelê Rojava.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê
Nûçeya Pişt re Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Mustefa şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Mihemed El…

Ji aliyê Stêrk TV

Kesên 4’ê Îlona 2015’an li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, 21 kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya di…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Amedê bandor li qadeke ji 66 kîlometreçargoşeyî kir

Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Bejahî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku şewata bû sedema…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?