Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK: Biryara PKK’ê dîrokî ye, divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
Rojane

KNK: Biryara PKK’ê dîrokî ye, divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin

KNK'ê têkildarî kongreya PKK'ê daxuyaniyek da û got, "Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cîhanî dikin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê bi kar bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da biryara PKK’ê ya xwe fesixkirinê.

Daxuyaniya konseyê bi vî rengî ye:

“Weke tê zanîn ev e demeke li girava Îmraliyê di navbera Birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd muzakere têne kirin. Di encama van hevdîtinan da Birêz Ocalan roja 27’ê Sibata 2025’an banga ‘Aştî Civaka Demokratîk’ kir. Li ser vê bangê, PKK’ê kongreya xwe ya 12. di navbera rojên 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî. Doh jî encamên kongreyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hatin belavkirin. Li gorî daxuyaniyê, PKK’ê rola xwe ya dîrokî leyîstiye û ji bo pirsgirêka Kurdî bi rêya aştî û diyalogê bê çareserkirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî bi navê PKK’ê kar nake û li hember dewleta Tirk têkoşîna çekdarî radiwestîne.

Hem banga Birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKK’ê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di raya giştî ya Kurdî û ya Cihanê de dengekî mezin veda. Di asta saziyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên Cihanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazî kirin û bi daxuyaniyên xwe piştgirî dane pêvajoya aştî û çareseriyê. Partî û rêxistinên Kurdistanî jî pozîtîf nêzî vê biryarê bûn û xwedî li pêvajoyê derketin. Rayedarên dewleta Tirk jî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.

Em weke KNK jî pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera Birêz Ocalan û dewleta Tirk de, banga Birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, erênî dibînin û piştgiriyê didin. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihe encamekî baş, em ê jî weke KNK ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe bi kar bînin. Pêvajoyek giringe û eger pirsgirêka Kurdî li bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, di heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî dike.

Li ser vê:

Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin.

Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd tenê nehêlin û ji bo serketina vê pêvajoyê têbikoşin.

Em bang di serî de li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên Cihanî dikin û dibêjin; tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê bi kar bînin.

Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, top êdî di saha we de ye, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe Birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestînin, rojekî zûtir vê pirsê bêxin rojeva Parlamentoyê, zemîna siyasî û huquqî ya çareseriyê pêk bînin.

Em hêvî dikin ku hemû alî li berpisyariya xwe xwedî derkevin û di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurdî bê çareserkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Dûran Kalkan: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi serketî pêk anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 26 kes mirin, bi dehan kes hatin revandin

Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya li dijî gundekî li bakurê rojavayê Nîjeryayê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hecî Ehmed: Berxwedana gel wê qeyûman têk bibe

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Hecî Ehmed bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenta Ûkranyayê peymana bi DYE’yê re erê kir

Parlamenta Ûkranyayê Rada, peymana dîrokî ya bi DYE’yê re ku beriya hefteyekê li ser bikaranîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?