În, 31 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5’emîn salvegera Komkujiya Dedeogullari de banga edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de 6 polîs hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê xebatên vemirandina agirê li daristanan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Bi qebûlkirina qanûnê re wê derî li dema nû vebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KNK’ê cejna Newroz li her kesê pîroz kir
Kurdistan

KNK’ê cejna Newroz li her kesê pîroz kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û got, “Di vê qonaxa giring a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yêkîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê li her kesê pîroz kir.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê bi vî rengî ye:

“Cejna Berxwedanê, Cejna Azadiyê, Newroz Pîroz be!

Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxedanê ye, Newroz serhildan e, Newroz roja serketina li hember zilmê ye, Newroz cezna azadiyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê derketiye holê. Li dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.

Îro gelê Kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê. Her wiha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî, Newroz weke cejna Kurdan daye naskirin. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat her wekî naveroka wê ya dîrokî, bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemû astengiyên dagirkeran, disa jî bi wateya xwe tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Bi Newrozê ve em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemû waran de bû salekî tekoşînê. Di nava vê salê de dijminên me gelek aktîfbûn û li gelek deveran bi hêzên mezin êrîş kirin. Bi taybetî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Başûr û Rojava zêde kirin. Dewleta Tirk dijminê sereke yê gelê Kurd e. Planên wan planên têkbirinê ne û eger bikarin li kû devera cîhanê be bila bibe, wê hemû deskeftiyên Kurdan têk bibin. Li hember êrîşên dewleta Tirk, ji teref Tevgera Azadiyê ve li seranserê Kurdistanê berxwedanek mezin hate meşandin. Dewleta Îranê jî di vî warî de şîrikê dewleta Tirk e. Dewleta Îranê di nava vê salê de bi desteka hikûmeta Bexda êrîş û zextên mezin anîn ser hêzên Kurdî.

Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewam in û hingî diçe gefên dewleta Tirk zêde dibin. Dixwazin deskeftiyên gelê me yên li Rojava têk bibin. Di dawiya sala derbaz bûyî de rejîma Baas têk çû û hêzeke Îslamiya tundrew ku navê wê HTŞ e hate ser hukum. Rewşa Suriyê bi giştî ne diyar e ku wê dema pêş de çi bibe. 10’ê Adarê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Şamê de peymanek hate çêkirin. Ew peyman gelek giring e, cara yekeme li Sûriyê, di asta serokatiyê de, di belgeyên fermî de, li ser bingeha destûrî, heyîn û mafê gelê Kurd tê qebûlkirin. Divê em hemû hewl bidin ku ev peyman bê cîbecîkirin.

Ev ji salek û nîvê zêdetire li herêma Rojhila Navîn şerekî mezin heye. Şer li Xezeyê despê kir û lê firehbû. Derbazî Lubnan, Suriyê, Yemenê, Iraq û Îranê bû. Ev şer hingî diçe mezintir dibe û Kurdistanê jî hildide nav xwe. Dewletên dagirkerên Kurdistanê her yek dibin terefê vî şerî. Ev rewş ji bo me hem xeterî hem jî derfetan bi xwe re tîne.

Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemû dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêzên parastinê bêne xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şikanandin, divê deskeftiyên heyî bêne parastin û deskevtiyên nû bêne bidestxistin. Divê li Bakur û Rojava hewldanên aştî û diyalogê bêne destekkirin. Divê hevkariya bi dijminan re weke xeta sor bê dîtin û bê mehkumkirin. Ji bo van hemûyan divê di serî de yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke salan dakevin qadan û Newrozê bi ruhê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.

Di vê qonaxa giring a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yêkîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Dem dema xurtkirina berxwedanê ye.

Dem dema serketin û azadiyê ye.

Newroz pîroz be!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJA Star: Newroz bi silava Rêber Apo re mizgîniya azadiyê dide gelan
Nûçeya Pişt re KONGRA-GEL ji ber koça dawî ya Hacî Ehmedî peyama sersaxiyê weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tûşbayê sê caran li ser hev erd hejiya

Li navçeya Tûşba ya Wanê bi mezinahiya 3.4, 3.6 û 4.0 erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandar Sozdar Hacî: Entegrasyon helandin nîne, divê hevpariya demokratîk be

Endama Fermandariya Giştî ya QSD û YPJ'ê Sozdar Hacî destnîşan kir ku Peymana 10'ê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê, li Zap û Metîna çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Di rojên dawî de zêdetirî hezar û 500 Koçber gihîştin Ceuta ya Spanyayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 6 polîs hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê têkildarî şewata daristanan 275 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?