Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Komkujiya Helebce divê weke qirkirinê bê naskirin’
Rojane

‘Komkujiya Helebce divê weke qirkirinê bê naskirin’

Komkujiya Helebce ya ku 16’ê Adara 1988’an li Helebceyê bi çekên kîmyewî pêk hat, li gelek bajaran hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baasê ya Iraqê li Helebce ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi gazên kîmyewî bombebaran kir. Di komkujiyê de zarok, jin kal û ciwan jî nav de zêdetirî 5 hezar kesên hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî birîndar û winda bûn. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di salvegera 37’emîn a komkujiyê de tên bibîranîn.

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li pêşiya Şekerbankê ya li navenda bajar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujiya Helepceyê ji bîr neke” hate hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Fîgen Çolakoglû daxuyanî xwend. Fîgen Çolakoglû, bi bîr xist ku 37’emîn salvegegera Komkujiya Helebceyê û 47’emîn salvegera komkujiya Beyazitê ye û got ku di van komujiyan de mafê jiyanê yê bi hezaran kesan hatin binpêkirin. Fîgen Çolakoglû, kesên di komkujiyan de hatine qetilkilkirin bi bîr anî û got ku dê van komkujiyan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Bi boneya 37’emîn salvegara Komkujiya Helebceyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşek hat lidarxistin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên civaka sivîl, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî meşê bûn. Girse, ji ewil li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê kom bû û ber bi Qada Dortyolê ve meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Em Komkujiya Helebceyê şermezar dikin” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” hate berzkirin.

Li Qada Dortyolê daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partî yê Cizîrê Yilmaz Sanri di daxuyaniyê de axivî û got: “Rejîma Baasê ji bo daxwaza azadiya Kurdan têk bibe, jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes bi çekên kîmyewî kuşt. Helebce, ne tenê navê bajarekî ye. Di heman demê de êşa gelê Kurd e. Em tu caran vê komkujiyê ji bîr nakin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku ew ê tu caran Komkujiya Helebceyê ji bîr nekin û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd gelek caran ji komkujiyên wiha re derbas bûye. Li her çar aliyen Kurdistanê komkujiyên bi vî rengî hatin kirin. Rejîma Baasê ji bo ku serhildana gelê Kurd têk bibe komkujiyeke mezin kir. Em dewletên ku bêdeng mane jî ji bir nakin. Gelê Kurd li dijî van komkujiyan her tim li ber xwe da. Ji bo pêşi li van komkujiyan bê girtin divê em yekitî û tifaqa xwe pêk bînin. Yên ku ew komkujî pêk anîn, di dawiya dawî de hatin darvekirin. Ji bo Komkujiya Helebceyê di qada navneteweyî de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

EDENE

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Komkujiya Helebceyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” hate hilgirtin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Bajar Helîn Kaya û Tirkiya wê jî Hevserokê Bajar Seyfettîn Aydemîr xwend.

HATAY

Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Mursel Tonguç Salmanoglû di daxuyaniyê de wiha got: “Em, Komkujiya Helebceyê ji bîr nakin. Li dijî mirovahiyê sûcê qirkirinê hate kirin. Em daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo qurbaniyên Qirkirina Helebceyê dîsa dubare dikin. ÎHD li dijî hemû qirkirinan e û ji bo Tirkiye Qirkirina Kurdan nas bike dê têkoşîna xwe bidomîne.”

MÛŞ

Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mûşê jî bi daxuyanî û sînevîzyonekê kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, bi bîr anîn. Di daxuyaniya li pêşiya avahiya DEM Partiyê de pankarta “Me Komkujiya Helebceyê ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Mûşê Umut Yilmaz daxuyanî xwend û got: “Em ê tu caran Komkujiya Helebceyê ji bîr nekin. Heta ku ev komkujî di qada navneteweyî de weke ‘Komkujiya Kurdan’ tê qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Helebce, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê êdî jiyaneke zarok ji ber bêhna sêvan jiyana xwe ji dest nadin û civak tê de azad, demokratîk û aştiyane dijîn were avakirin.”

Girse, piştre jî derbasî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê bû û sînevîzyoneke têkildarî Komkujiya Helebceyê temaşe kir.

COLEMÊRG

Bi pêşengtiya rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê li pêşiya Zagros AVM’ê daxuyanî hate dayin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Geverê, Serokê Baroya Colemêrgê, OHD, ÎHD û ji gelek saziyên din jî gelek kes kes tevlî bûn. Rêveberê DEM Partiyê Resûl Temel daxuyanî xwend. Temel, Komkujî şermezar kir û got: “Hêj îro jî gelê Kurd rastî qirkirinan tê. Tenê bi Helebceyê bisînor neman, Zîlan, Dêrsim, Roboskê. Li dijî gelê Kurd gelek qirkirin hatin kirin. Em van êrişan careke din şermezar dikin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

MÊRDÎN

Bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, DEM Partî, DBP û TJA’yê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Girseya ku li pêşiya Mizgefta Şakîr Nuhoglû ya navçeya Artukluyê hate gel hev, pankarta “Me Komkujiya Helebceyê ji bîr nekiriye û dê nedin jibîrkirin” û “Komkujiya Helebceyê dayê bêhna Sêvê tê” hatin hilgirtin. Girse, ji bir heta Parka Karayollariyê meşiya û li vir daxuyanî da. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Nilûfer Elîk Yilmaz ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Heta ku Komkujiya Helebceyê weke sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin dê têkoşîna me bidome.”

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî anî ziman ku bi ser Komkujiya Helebceyê re 37 sal derbas bûne û got: “Lê hêj jî komkujî didomin. Duh Sedam, heta demek berê Esad û îro jî Ahmed El-Şara. Komkujiyên li dijî gelan didomin. Dê têkoşîna me ya li dijî van komkujiyan bidome.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran dike
Nûçeya Pişt re Klîba ji bo Newroza 2025’an amade ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk heye

Ekolojîst Egîd Ozdemîr diyar kir ku dewleta Tirk li gel êrîşên xwe yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta ku wê merasîmê bişopîne ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket

Heyeta ku wê daxuyaniya koma gerîla bişopîne, ji bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ber bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 3 bajaran jin hatin qetilkirin

Mêran li Mugla, Stenbol û Dîlok-Belqîsê 3 jin qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?