Li gorî Serokdewletiya Koreya Başûr Trump di hevdîtinê de rewşa têkiliya navbera herdu Koreyan pirsî. Lee jî ji Trump xwest ku weke “Rola çareseriya şerê li Rojhilata Navîn” di meseleya Koreya Bakur de jî bi înîsiyatîfê rabe.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Trump gotiye, ji bo çareserkirina pirsgirêka Koreya Bakur ew amade ye bixebite. Trump piştî mutabaqata bi Îranê re li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyekî xwe yê bi lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un parve kiribû ku di sala 2018’an de hatibû kişandin.
Rêveberiya Lee Jae Myung ku ji dema destpêkirina wezîfeya xwe û vir ve hewl dide têkiliyên xwe yên bi Koreya Bakur re nerm bike, biryar da ku hin astengiyên li herêma sînor sist bike.
Wezareta Parastinê diyar kir ku xetên kontrola sivîl ên bi armanca ewlekariya leşkerî hatine avakirin wê bêne tengkirin û bi vî rengî wê gelê herêmê karibe xwe bigihîne xizmên xwe yên li nêzî sînor.
Li Nîvgirava Koreyê rageşî dewam dike. Koreya Bakur di salên dawî de xwe weke “Hêzeke nukleerî ya jêneveger” pênase dike. Herdu welat li gel agirbesta ku di sala 1953’an de hate îmzekirin bi rengekî teknîkî di nava şer de xuya dikin.

