În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Leyla Guven: Dewlet dive bi berdana girtiyên nexweş jidilbûna xwe nîşan bide
Rojane

Leyla Guven: Dewlet dive bi berdana girtiyên nexweş jidilbûna xwe nîşan bide

12’emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê li Baroya Colemêrgê bi beşdariya bûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Dayikên Aştiyê pêk hat.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê îro 12’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Baroya Colemêrgê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Dayikên Aştiyê tevlî bûn. Di kongreyê de pankarat “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Nabe ku mafê tedawiyê bê astengkirin” hatin daliqandin. Di kongreyê de peyama Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin hate xwendin. 

‘DIVÊ DEWLET BI BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ JIDILBÛNA XWE NÎŞAN BIDE’

Leyla Guven, di peyama xwe de wiha got: “Gelê Colemêrgê ku ez weke îradeya xwe hilbijart û şande Meclisê û bi têkoşîna xwe her kes kiriye heyrana xwe, bêguman ji bo vê gelek bedel da û dide. Hêj niha jî hevşaredar û wekîlên di demên berê de hilbijartî girtî ne, hin jê li sirgunê ne. Zarokên wan an di zindanan de ne an jî canê xwe ji dest dane. Tevî van bedelên giran jî heta niha tu caran ji sekna xwe ya serbilind tawîz neda û gelê me êdî jiyaneke aram, jiyaneke însanî heq dike. Êdî dema wê ye ku em hêsirên ji bo aştiyê tên rijandin, veguherînin hêsirên keyfxweşiyê. Firsendeke dîrokî derket pêşiya me û birêz Ocalan di vê mijarê de rêyeke girîng vekir. Di serî de berdana girtiyên nexweş, divê dewlet jidilbûna xwe bi gavên diavêje nîşan bide ku fikarên di serê gel de ji holê rabin. Dikare ji bo tevahiya gelên li Tirkiyeyê pêkvejiyaneke wekhev, birûmet û adilane ava bike. Dikare zimanê cihêkariyê û rageşiya heta niha bi dawî bike. Ev jî bi wê dibe ku demokrasiyê ji bo hemû kesî cîbicî bike. Em dikarin bi hev re komareke demokratîk ava bikin. Bila şert û mercên vê ava bikin û astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk a Kurdan rakin. Silav ji kesên bo aştiyê canê xwe feda krine, yên bi vê hêviyê bêhnê distînin, yên dilê wan ji bo aştiyê lê didin, silav ji ciwanan re û kesên emrê xwe fedayî vê têkoşînê kirine. Berxwedan jiyan e! Jiyana bi rûmet nêzik e.” 

‘DIVÊ DEWLET BERPIRSYARTIYÊN XWE BICIH BÎNE’ 

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz jî diyar kir ku israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de, polîtîkayên ewlehiyê zêde dike û got: “Ev rewş di nava gelê Kurd de rê li ber birînan vedike û dibin sedema binpêkirinên mezin. Em, biryarên kongreya PKK’ê biqîmet û girîng dibînin. Lewma jî avêtina gavên jidil û avakirina têkiliyên baweriyê, dê di destpêka vê sedsalê de bibin hewldana aştiya mezin. Em bang li dewletê dikin ku berpirsyartiyên xwe yên têkildarî pêvajoya nû bicih bîne.” 

PARLAK: KONGREYA PKK’Ê FIRSENDEKE DÎROKÎ YE 

Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak jî got ku kongreya PKK’ê firsendekî mezin e û ew ê berpirsyartiyê li xwe bigirin û vê firsenda dîrokî ji dest nedin. 

Di kongreyê de hilbijartin hate kirin û Sîbel Çapraz û Ozan Akbaş weke Hevserokên Şaxa ÎHD’a Colemêrgê hatin hilbijartin. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû
Nûçeya Pişt re ‘Em ê nehêlin ala zimanê Kurdî di bin lingê dagirkeran de binale’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûsyayê piştrast kir ku Esad ji Sûriyeyê derketiye

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Beşar Esad fermana “desthilatdariyê bi rengekî aştiyane dewr…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de yên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Kobanê piştgiriya gelê Bakur silav kir

Jinên Kobanê diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser axa xwe bibin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?