Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!
Jin

Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

Jinan li ber edliyeyê têkildarî lêpirsîna Gulistan Dokuyê daxuyanî dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Jinan a Dersimê, têkildarî geşedanên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de ku 6 sal berê hatibû windakirin, li pêşiya Edliyeya Dêrsimê daxuyaniyê didin.  Endamên malbata Doku, wekîl û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Gulistan Dokuyê û pankartên “Ne ji bo jinên winda bûn, ji bo yên hatine windakirin edalet”, “Mêr êriş dike, dewlet diparêze”, “Ne edaleta mêr, edaleta rast”, “Ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine windakirin edalet” û gelek pankart û dovîz hatin hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan”, “Gulistan Doku li ku ye?”, “Ji bo Gulistanê edalet”, “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Kujeran neparêze, bidarizîne” û “Dê jin hesabê ji kujeran bipirsin” hatin hilgirtin.

Li ser navê platformê Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Yenîgunê Serpîl Argin axivî û got ev 6 sal in pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” dikin. Serpîl Sarginê, gotinên dozgerên demê ya “Dîmenên kamerayan tune ne, şahid tune ne, delîl tune ne” bi bîr xist û got: “Tu îxbarên der heqê waliyê demê Tuncay Sonel de esas nehatin girtin. Bi awayekî aşkera Tuncay Sonel ê bi hêza burokrasiyê cînayet vedişart temaşe kirin.”

Bi domdarî Serpîl Arginê got ku di qonaxa heyî de faîlê esasî Mûstafa Turkay Soner e, waliyê demê Tuncay Sonel bi rêya parastvan û xebatkarên xwe delîlên cînayetê tune kiriye, hin kesên herêmî jî bi kujer re hevkarî kiriye û mîna rêxistina sûc tevgeriyane. Serpîl Arginê anî ziman ku heta hesab ji van kesan neyê pirsîn edalet pêk nayê. Serpîl Arginê got ku divê kujerên Rojîn Kabaîş, Rabîa Naz Vatan, Nadîra Kadîrova, Yeldana Karaman û jinên din ên hatine qetilkirin bên darizandin û dê têkoşîna wan a ji bo vê bidome. Herî dawî jî Serpîl Arginê xwest Tuncay Sonel bi awayekî herî giran bê cezakirin.

Wekîla DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Korduyê jî diyar kir ku zîhniyeta îktîdarê Tirkiye veguherandiye “goristana jinan” û doza Gulistan Dokuyê doza hemû jina ye. Ayten Korduyê wiha domand: “Wezîrê karên hundir ê demê Suleyman Soylu ku walî Sonel diparast, midûrên emniyetê, serdozger û rektorê Zanîngeha Munzurê jî divê daxilî lêpirsînê bên kirin. Di dosyayê de îtîraf hene.”

Ayten Korduyê, diyar kir ku hewceye tiryak û komên çete yên li Dersimê di çarçoveya vê lêpirsînê de bên aşkerakirin û wiha pê de çû: “Hewceye têkiliyên fihûş, tiryak û çeteyan teqez bên lêkolînkirin. Bersiva tevekan jî di nava vê dosyayê de ye. Têkildarî mijarê me pêşnûmeya lêkolînê da Meclisê.”

Wekîla CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî got ku sedema gotina wan a “cînayetên jinan polîtîk in” tam jî behsa vê rewşa heyî ya di dosyaya Gulistan Dokuyê de dikin. Gulîzar Bîçer Karacayê got ku kujerê Gulistan Dokuyê kurê walî ye, yên telefona Gulistanê lêkolîn kirin û di rapora xwe de gotin tu delîl nehatine dîtin û waliyê demê jî berpirsyar e.

Dayika Gulistan Dokuyê Bedriye Doku jî spasiya her kesên piştgirî daye wan kir.

Xwişka Gulistan Dokuyê Aygul Dokuyê jî spasiya her kesên di van 6 salan de piştgirî daye wan kir. Aygul Dokuyê got: “Dema em cara ewil hatin bajar, waliyê wê demê Tuncay Sonel em birin Pira Dînarê û got; ‘Gulistanê întîhar kir, em ê bedena wê bidin we.’ Em li ser pirê asê kirin û li pişt me jî Tuncay Sonel û şebekeya wî hovane tevgeriya. Li gorî îfadeya şahidê nepen, kurê Tuncay Sonel ji ewil xwişka min tecawiz kiriye û piştre jî bavê wî bi hêza rayeyên walîtiyê ji bo qirêjiya kurê xwe veşêre, hewl da delîlan tune bike. Lê belê nekarî van delîlan tune bike. Tişta ku ji vir şûnde tekane tişta ku malbata me dikare bike ev e; dîtina cenazeyê keça me û kêleka gor e. Tekane daxwaz û hêviya me kêleke gorê ye. Her wiha em dixwazin ev kujere cezayê muebbedê lê were birîn.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DERSÎM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sala 2025’an ji bo penaberên Rohingya sala herî kujer bû
Nûçeya Pişt re Li Stenbol û Dersimê 4 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Guatemalayê krîza çeteyan: Li seranserê welêt rewşa awarte hate îlankirin

Li Guetemalayê Serokê Dewletê Bernardo Arevaloragihand ku piştî serhildanên çeteyan ên li girtîgehan û çalakiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?